Referandûma Iraqê û doza dijî Saddam
Kemal Burkay
Di 15´ê Çirîya Pêşîn da li Iraqê ji bo destûra teze
referandûm çêbû. Herçiqas hîn bi şiklekî fermî ne hatibe
îlankirin jî, gor haydarîyên nefermî piranîya dengan erê ne.
Li bajarên Şîayan û li Kurdistanê nîsbeta dengên erê
gelek bilind bû. Bi taybetî li Kurdistanê hema bêje temamîya
Kurdan çûn ser sindoqan û destûrê ra gotin erê. Tenê li du
eyaletên Erebên Sunnî dengên na piranî ne. Bi vî awayî destûra
teze bi raya gel hate qebûlkirin.
Eva ji bo gelên Iraqê, çi Ereb çi Kurd, bûyereke gelek mezin
e. Iraqê di rîya federalî û demokratîyê da gaveke teze û mezin
avêt. Hêzên kevneperest û xwînxwar careke din şikîyan
û hêvîya wan di dilê wan da ma.
Bi rîya vê refarandûmê statûya federalî ya Kurdistanê bi
alîyê hemû xelkê Iraqê hat qebûlkirin. Ewê êdî di warê navnetewî
da jî bi şiklekî fermî bê qebûlkirin. Eva qezenceke gelek
mezin e, tarîxî ye, him ji bo Kurdistana Başûr, him jî
bo hemû milletê Kurd.
Helbet neyarên demokratî û federalîyê, neyarên milletê Kurd,
çi di nav Iraqê da çi li derva, hîn dev ji hêvîyên xwe bernedane
û nuha şunda jî wê li firsendan bigerin û eger ji dest
wan bê cardin vegerin rewşa berê. Ew ji nuha va mirazê
dilê xwe eşkere dikin û nerazîbûna xwe dijî vê destûrê
nîşan didin. Yek ji wan dewleta Tirk e. Berpirsîyarên
dewleta Tirk, serokwezîr û wezîrê derva dibêjin ev destûr
ne baş e, divê bê guhartin. Ew bona vê yekê nah şunda
jî fîtê wê bidine Ereban, bi taybetî Erebên Sunnî.
Lê êdî ev firsend zor bi dest wan dikeve. Bes Kurd divê
sist nebin, yekitîya xwe biparêzin, du hukumetên heyî bikin
yek û rê û firsendê nedin dijminan.
Piştî referandûmê doza dijî Saddam jî dest pê kir.
Serokê dadgehê Kurd e. Xuya ye dadgerên Ereb cesaret ne kirin
û ev kar jî Kurdekî ra ma. Bila be! Ji herkesî zêdetir heqê
kurdan e ku vî zalimî mehkeme bikin.
Lê sazîya teze ya Iraqê Saddamê Xwînxwar bi usûlê zaliman
mehkeme nake, bi usûlekî demokrat dike. Her tişt eşkere
ye, zelal e. Radyo û têlewîzyonên dinyayê dîdemên mehkemê,
pirs û bersîvan li çaralî dinyayê belav dikin. Saddamê zalim
jî, vê yekê bi kar tîne û wekî mêranîyê nîşan dide..
Mehkemê û hukma teze nas nake, dibêje „ez serokê Iraqê me!“
Lê mêranî ne gor vî zalîmî ye. Ew baş dizane ku curmên
wî mezin in û nikare ji dest gelê Iraqê cardin xilas be. Ew
bi van şov û lîstikan mesajê dide hevalbendên xwe li
nav welat û der welat, ku deng û terora xwe bilind bikin.
Ev lîstika dawî ye. Dema cinewirek jî can dide dûvikê li çep
û rastê dixe...
Lê ji bilî şirîkên wî yên curmkar û terorîstên hundur
û der Iraqê, kesên ehmeq jî ne kêm in li heremê û dinyayê.
Hin kesên bom dîsa çîrokên berê dibêjin, behsa dagirtina Iraqê
dikin, dibêjin her tişt gor dil û daxwaza Amêrîkîyan
dibe, mehkeme ne azad e, filan fişmekan... Hewl didin
Saddam nîşandin wek yekî masûm, mexdûr û qehreman!..
Nayê bîra wan ku Saddam çawa bi dehan sal şerê Kurdan
kir, welatê wan ser û bin kir, ji bo ku azadî dixwastin...
Enfal û Helepçe nayê bîra wan...
Birin, kuştin û çalkirina 8000 Kurdên Barzan nayê bîra
wan...
Zulm û qetlîama ku Saddam li Şîayan kir nayê bîra wan...
Derxistina şerê Îranê, bûna sedemê kuştina mîlyonek
însan û ser û bin bûna du welatan, nayê bîra wan...
Dagirtina Kuweytê û bûna sedemê kuştina sedhezaran
nayê bîra wan...
Kiryarên vî zalimî ne yek û dudo ne, ne deh û bîst in. Ew
mirovekî lanetî ye û hezar carî kuştin heq kirîye. Ma
li vê dinyayê ew kî ye ku vê yekê nizane?
Bona vê yekê, piştgirîya Saddam ne ji ehmeqî ye, lê
ji bê vîcdanî ye.
Lê Saddam û hevalbendên wî çi bikin jî dîrok di rîya xwe
da dimeşe. Vî zordestî winda kir, ne hukma wî ma ne hukumdarîya
wî. Îro ew kesên ku piştgirîya wî dikin û dixwazin çerxê
dîrokê bi şunda vegerînîn, ewê jî bibê nebê winda bikin.
Iraqeke demokrat û federal gav bi gav ava dibe, Kurdistana
Başûr dî rîya azadîyê da ber bi pêş dimeşe.
Ev zalim û xwînxwar û şirîkên wî jî ceza xwe wê bibînin.
Êdî kes nikare vê pêvajoyê şunda vegerîne.
|