PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Roj TV û derdê Dewleta Tirk

Kemal Burkay

Dewleta Tirk bi xwe mafê radyo û têlevîzyonê nade Kurdan, di vî warî da di neheqî û zulma xwe da berdewam e; lê bi wê jî namîne, naxwaze ku li tu derê dinyayê radyo û têlevîzyon bi zmanê Kurdî weşanê bike, heya behsa Kurdan bibe.

Ango bi xwe zordestîyê dikin, dixwazin xelk jî li Kurdan zordestîyê bike.

Berê bi dû MED-TV ketin, gotin “pesna şer dide û piştgirîya rêxistina terorîst, PKK dike” û ew dane girtin. Piştî wê bi dû Medya-TV ketin û ew jî dane girtin. Nuha bi dû Roj-TV ketine.

Yek ji mijûliya Hukumeta Erdoxan di warê navnetewî da ev e: Ji Danîmarkê dixwaze ku Roj-TV bigre. Dosya bi ser dosya didine Danîmarkê. Erdoxan bi xwe ev çend car in vê yekê ji Serokwezîrê wan dixwaze.

Serokwezîrê Tırk Erdoxan çend roj berê (17’ê Çirîya Paşîn) di seredana xwe ya Danîmarka da dîsa ev mesele mezin kir, ji ber beşdarîya nûçegihanê Roj-TV di cîvîna çapemenî da. Bi hêrs ket, Serokwezîrê Danimarkî li wir tenê hişt û bi xwe derket çû. Ev eybeke mezin bû him ji bo wî, him ji bo dewleta wî.

Serokên Tirkîyê hîn jî fêm nakin ku li welatên Ewrûpa azadîya çapemenî heye û tu kes, ger serokwezîr û qeyzer be jî nikare gor kêfa xwe bike, rojnamevanan ji civînan biqewirîne.

Dewleta Tirk çima ji Med-TV, yan Roj –TV ewqas aciz dibe? Sebep bi rastî ne “pesna şer e û piştgirîya rêxistineke terorîst e.” Ger ev be, hemû têlevîzyonên Tirkan, çi yên fermî, çi nefermî pesnê şerê dijî Kurdan didin, piştgirîya terora dewletê dikin. Ferqê wan û TV’ya PKK çi ye?

Him jî Med-TV û piştî wê jî Roj TV, wek berê dijî dewleta Tirk şerxwazî nakin. Dinya alem dizane ku ew ji girtina Apo vir da, gor îşaretên Îmralî qise dike, dev ji hemû daxwazên Kurdan yên bingehîn, wek serxwebûn, federalî yan xwemuxtarî berdaye, pesna “komara demokratîk” û Kemalîzmê dide, dixwaze Kurdan jî wek Apo kedî bike… Hingê ne lazim e ku dewleta Tirk ji weşana Roj-TV kêfxweş be?.

Lê dewleta Tirk ji roj-TV dîsa jî aciz e; ji ber ku, nîv-nîvê be jî, bi zmanê Kurdî waşanê dike. Dewleta Tirk vê yekê ji bo xwe wek xeter dibîne. Ger bi Kurdî pesna dewleta Tirk jî bê dayîn, dîsa naxwaze!

Ji ber ku dewleta Tirk dixwaze Kurdî winda be, nemîne…

Mesele, ne mesela terorê ye, ev e.

Nivîsa hevalê me Huseyîn Kizilocak da jî heye: Di cîvîna Danîmarkê da, dema Erdoxan pesna dewlet û milletê xwe dide, dibêje “em ji hemû ol û gelên cuda ra hurmetkar in,” Kizilocak jê dipirse:

“Hûn çima ji Kurdan ra ne hurmetkar in?”

Erdoxan dibêje: “Em ji Kurdan ra hurmetkar in, lê ne ji PKK’ê ra…”

Kizilocak dibêje: “PKK’ê jî hûn, ango dewleta we îdare dike…”

Erdoxan bersîva vê gotinê nade. Ji ber ku ew jî baş dizane ku usa ye. Heya hin tişt hene ne di dest wî da ye û dewleta kûr gor kêfa xwe dike.

Erdoxan jî wek serokwezîrê Tirk xwe mecbûr dibîne ku sîyaseta dijî Kurd bi rêva bibe û rê li ber zmanê Kurdî bigre, çi li Tirkîyê çi li Ewrûpa!

Lê eva ne sîyaseteke demokratîk û himçax e. Di vî zemanî da qedexekirina zman û çanda milletekî kevneperestî ye, zordestî û hovî ye. Divê dewleta Tirk dev ji vê sîyasetê berde, ne bi gotinên vik û vala, lê bi rastî zmanê Kurdî serbest bihêle.

Divê dewlet û hukumeta Tirk dev ji kar û barên usa berde, li Ewrûpa bi dû radyo û têlevîzyonên Kurdî nekeve, xwe piçûk neke.

Divê li Tirkîyê û Kurdistanê radyo û têlevîzyona Kurdî hebe, yên fermî û nefermî û bikaribin bîst û çar saet weşanê bikin.

Divê zmanê Kurdî bibe zmanê resmî. Li Tirkîyê û Kurdistanê mektebên Kurdî vebin, ji dibistanê heya zanîngehê.

Demokratî ev e, azadî ev e.

 
 
PSK Bulten © 2005