“Tirkê Kurdan biparêzîn!”
Kemal Burkay
Wezîrê Derva yê Tirk, Avdilla Gul, du roj berê li Amêrîkê
beyanek daye, gotîye: “Ger li Iraqê şerekî navxweyî derkeve
emê wek Tirkîye Kurdan biparêzin.. Ji xwe Tirkan di dîrokê
da tim jî Kurd parastine. Di dema Helepçê da jî, 500 hezar
Kurd ji sînor derbazî Tirkîyê bûn û Tirkîyê li wan xwedî derket,
alîkarîya wan kir…”
Ez kîdera vê gotinê rast bikim? Ji hêştîrê ra gotine
“stûyê te xar e”, gotîye “ma kîdera min rast e?!”
Di dîrokê da “birayên” me yên Tirk çiqas em parastine em
dizanin. Xwedê merivan ji parastina han biparêze! Ne hewce
ye ku li ser gotinên Gul careke din behsa dîrokê bikim û van
parêzgeran di sal û sedsalên borî da li me çi kirine yek bi
yek bînim bîra we. Xwendevanên me jî, dinya alem jî van tiştan
baş dizanin. Bîst mîlyon Kurdê Tirkîyê, halê me li meydanê
ye..
Ji xwe nîyeta Gul jî bi van gotinan ne ew e ku me bixabîne
–ew jî zane ku Kurd bi gotinên hanê wê bikenin- lê dixwaze
Amêrîkîyan û raya derva bixapîne. Sîyaset usa ye…
Mesela piştî Helepçê, ku dibêje 500 hezar Kurd hatin
Tirkîyê û Tirkîyê li wan xwedî derket, ew jî him bi jimar,
him jî bi helwest mibalaxe ye. Kurdên Iraqê çend caran ji
ber zulma Saddam revîn û xwe dan ser sînorê Îran û Tirkîyê.
Di sala 1975, 1988 û 1990.. Îranê her car sînorên xwe ji Kurdan
ra vekir û firsend da ku alîkarîya Kurdan bibe. Lê helwesta
Tirkîyê ne usa bû.
Di sala 1975 da dema Kurdên ku ji ber qetlîama Saddam revîn,
xwestin derbazî Tirkîyê bin, serokwezîrê Tirkîyê yê wê demê
Sadî Irmak got: “Ma bermayîyên şûran (yên ku ji şûrên
Saddam xilasbûne) em çima bihewînin!..”
Di dema koçberîya 1988 û ya 1990 da jî helwesta Tirkan ne
baş bû. Leşkerên xwe li ser sînor rêzkirin, bi sungî
û gulle berê Kurdan dan, xwestin nehêlin ew derbaz bin. Kurd
herdu car jî bi rojan û mehan li ser sînor, li serê çîyan,
di sar û sermayê da telef bûn. Dîsa jî li hin cîyan bê destûr
derbaz bûn. Welatên Rojava jî di vî warî da zor dane ser Tirkîyê
ku sînorên xwe veke. Piştî wê sînor vebûn.
Wê demê li Tirkîyê yên ku Kurdên koçer kirin mêvan, ew ezimandin,
bo alîkarîya wan seferber bûn, ji wan ra nan û av birin, ew
jî Kurdên bakûr bûn. Ji xwe cîyê ku hatin jî bi rastî ne Tirkîye
bû, dîsa Kurdistan bû. Ew ji ser sînorê welatê xwe yê parçekirî
derbaz bûn.
Her usa jî ji wan ra alîkarî ji derva hat. Tiştê ku
Tirkîyê kir, xwest wan di kampan da tecrît bike, pêvendîyên
wan bi Kurdên bakûr qut bike. Ji bo alîkarîya Kurdan bi sedan
astengî derxist. Kurdên koçer di van kampan da gelek zehmetî
kişandin, nexweş ketin, cî û cî jehrî bûn… Alîkarîyên
derva jî ji xwe ne gihîşte destê Kurdên koçer, ew ketin
depoyê Hîva Sor (Kizilay) û mesûl û hêzên Tirkan ev alîkarî
talan kirin.
Nuha jî Gul efendî, nîyet dike “here hawara Kurdên Başûr!”
Dibêje “ger şerê navxweyî derkeve emê Kurdan biparêzin…”
Ango di bin vî perdeyî da leşkerê xwe bikin Kurdistana
Başûr, wir dagir bikin, destkevtîyên Kurdan ji dest wan
bigrin û dest daynine ser nifta Kerkûkê, cardin bikin “milkê
Osmanî!..”
Nîyet ev e. Lê Kurdê me jî, dinya alem jî bi vê nîyetê hişyar
e. Gul Efendî wek gurê La Fountaine dike, ku nêzî hespa ser
mêrgê bû, jê ra got “birîna te heye, tu dikulê, ez jî loqman
hekîm im, dikarim te sax bikim!..”
Hespê çi kir? Pîhneke xurt lê xist û dev û diran di nav xwînê
da hişt. Hingê gurê me him direvî him jî digot:
“Heyran, çi îşê te bi hekîmî ketibû, ma qesabî ne bes
e?!.”
Gul Efendî, Gul Efendî, ji bo we jî qesabî têrê dike, xwe
nekin cilê hekîman..
Him jî, Kurd ne hewcedarî parastina we ne, dikarin xwe biparêzin.
Heya Tirkmen jî ne hewcedarî parastina we ne. Ger hûn û Îranî
têkil nebin, Kurd bi Tirkmenan ra jî, bi Ereban ra jî li hev
tên. Ji hin peyayên Tirkîyê pêve, piranîya Tirkmenan ji hukumeta
Kurdistanê razî ne, ji ber ku xwedî heq in, xwedî deng in
û di rêvebirina karên welat da pardar in.
Heya gelek Ereb ji Başûr direvin tên Kurdistanê. Va
ye Erebên Dîyala, piştgirîya sazûmana federal dikin û
dixwazin di nav sînorên Kurdistanê da cî bigrin. Kurdistana
Başûr ewle ye, warê azadî û demokratîyê ye.
Hûn êrîşî Kurdistanê nekin, parastin bi we ne ketîye.
Gotineke Tirkî heye dibêje: “Ji te tu bexşîşekê
naxwazim, bes li min sî neke!”
22 Îlon-2006
|