Yan federasyoneke rêk û pêk
Yan dewleteke cuda
Kemal Burkay
Gor plana Iraqîyan û hêzên peyman, Qanûna Esasî ya Iraqê
divê heya 15’ê tebaxê temam be. Sê roj şunda ev mihlet
temam dibe. Gelo heya sê rojan qanûna esasî wê temam bibe?
Hemû teref wê bikaribin li ser hemû tiştan li hev bikin?
Pîçek zehmet e..
Lê bi rastî ne piçek, gelek zehmet e. Ji ber ku dubendîyên
li ser qanûna esasî di navbera terefan da pir in, û tiştên
mihîm in. Wek pirsa federasyonê û sînorên Kurdistanê, bi taybetî
pirsa Kerkûkê, ya pêşmerge, zmanê resmî û al, Îslam û
huhûq, mafê jinan, parvakirina heyîyên bin erdê, bi taybetî
nift…
Teref malûm in: Bî alîyekê Kurd û Ereb… Bi alîyekê Sunnî
û Şîa… Bi alîyekê Îslamî û laîq…
Li ser mesela federasyonê bi gelek alîyan nîqaş heye.
Herçiqas hemû teref ji bo Kurdistanê statûya federalî qebûl
dikin jî, dema dor hate sînoran û parvakirina heq û selahîyetên
di navbera heremên federal û hukumeta merkezî da ray gelek
cuda dibin. Ne Sunnî ne jî Şîayên Ereb razî dîbîn ku
sînorên Kurdistanê Kerkûkê jî bigre nav xwe..
Her usa, Erebên Sunnî statûya federe tenê ji bo beşekî
Kurdistanê qebûl dikin, ne ji bo temamîya Iraqê. Ew him naxwazin
Kerkûk di nav sînorê Kurdistanê da be, him jî naxwazin li
Başûrê Iraqê Şîa jî herêmên federal ava bikin. Ji
ber ku nift li bakûr li herêma Kerkûkê, li başûr jî li
herêma Besrayê da ye. Ew ditirsin federalî Iraqê parçe bike
û herêma ortê, ango mintiqa Sunnîyên Ereb bi temamî bê nift
bimîne...
Lê Şîa jî dixwazin ku li başûr herêmeke federe
ava bikin… Di vî warî da Sunnî tenê dimînin.
Di warê parvakirina heq û selahîyetan da jî li ser mesela
federasyonê, bi taybetî di navbera Kurdan û di yên dinê da
gelek pirs û problem hene. Kurd dixwazin zmanê Kurdî ne tenê
li Kurdistanê, di temamîya Iraqê da zmanê resmî be. Ango hemû
biryarên resmî yên hukumeta merkezî her usa jî divê bi Kurdî
bin. Pasport, pere û pul divê bi herdu zmanan (Erebî û Kurdî)
bin.
Ereb dixwazin hêza pêşmerge nemîne, yan jî bikeve bin
qontrola ordîya merkezî û di nav da bihele. Lê Kurd hêza pêşmerge
ji bo parastina maf û azadîyên xwe wek garantî dibînin û naxwazin
ku bê belavkirin yan jî bikeve bin fermandarîya ordîya merkezî.
Dîsa Kurd heqê çarenûsî ji vir ha da jî diparêzin. Ango kîngê
hewce be, şert pêk bên Kurd wê bikaribin cuda bin û dewleta
xwe ya serbixwe ava bikin. Bona vê yekê jî dixwazin di qanûna
esasî ya Iraqê da 8 sal mihlet bê danîn, piştî heşt
salan Kurd bikaribin di vî warî da biçin referandûmê, ango
raya gel. Ger Kurdan bi pranî xwestin bi federasyonê ra bimînin
wê bimînin, ger xwestin cuda bin, hingê ji Iraqa federal cuda
bin û dewleta xwe ya bi serê xwe ava bikin…
Helbet Ereb, çi Sunnî çi Şîa, dijî vê yekê ne…
Pirsa Kerkûkê jî yek ji pirsên gelek girîng e. Gor bendê
58 ya Qanûna Miweqqet, divê Kurd û kesên dinê ku bi darê zorê
ji Kerkûkê hatibûn dûrxistin, bikaribin vegerin ser axa xwe
û zirar zîyanê wan bê dan. Her usa Erebê ku di dema Saddam
da anîn li Kerkûkê cîwar kirin, ji bo guhartina nifûsa herêmê,
ew jî divê vegerin cîyê xwe yê berê. Hin qeza û herêmên Kerkûkê
ku di dema Saddam da jê hatibûn qutkirin, divê ew jî lê vegerin.
Kurd dibêjin Kerkûk beşekî Kurdistanê ye û divê di nav
Kurdistana federe da cîyê xwe bigre. Eva rast e û heq e jî.
Lê Ereb û Tirkmen dij derdikevin. Di bendê 58 da hatîye gotin
ku, dema teref li hev nekin divê di bin çavnêrîya Rêxistina
Milletên Yekbûyî da li mintiqa Kerkûkê referandûm çebe, ango
ji xelkê bê pirsîn: hûn çi dixwazin?
Tiştê ku Kurd îro ji bo Kerkûkê dixwazin jî ev e. Kurd
dibêjin, me li ser bendê 58 li hev kiribû, werin vê yekê bi
cî bînin. Xelk bila vegere cîyê xwe û ji xelkê bipirsin, ka
ew çi dixwazin..
Di warê nav û rengê dewletê jî ray gelek cuda ne. Gelek ji
Şîayan dixwazin ku dewleta Iraqê İslamî be, ango
gor şerîetê bê îdarekirin. Lê Kurd bi temamî, tevî wan
jî Erebên laîq (çi Sunnî, çî Şîa) dijî vê yekê ne. Ew
dibêjin İslam bila yek ji çafkanîyên huhûqê be, lê ne
bi temamî. Divê dewleta Iraqê hurmeta mafê mirovan bigre û
mafê jinan bê parastin.
Em bên ser pirsa xwe ya ku me di destpêka nivîsê da kiribû:
Gelo heya sê rojan hemû teref li ser van hemû tiştan
li hev bikin yan na?
Serokê Kurdistana Federe birêz Mesûd Barzanî çend roj berê
got: “Em hemû heqên xwe yên rewa dixwazin. Ger alî dinê qebûl
neke em jî dikarin ji vê qanûnê ra bêjin na. Biryara dawî
parlamena me dide.”
Bi raya min ev gotin gelek li cîyê. Pirs ne tenê pirsa qanûna
esasî ye jî. Em bêjin komîsyonê li hev kir û qanûna hanê sê
roj, yan jî deh û panzdeh roj şunda hat qebûlkirin. Lê
gelo, rewşa Iraqê bi vê digihîje silametê? Yan jî hemû
pirs ev e?
Xuya ye ku na. Li ser vê qanûnê raya xelkê wê bê pirsîn.
Ger sê mihafizî (wîlayet) bêjin na, ew betal dibe. Dibe ku
sê mihafizîyên Sunnî, yan Şîa, yan jî Kurd bêjin na..
Ev xeter heye.
Asteng û xeter ne tenê ev e. Gelo ev terora heyî wê bisekine
yan na? Ew jî meseleyeke gelek mezin e. Usa xuya ye ku teror
bi hêsanî nasekine. Ger Amêrîkanî ji nav derkevin, wê Kurd
û Ereb, Sunnî û Şîa, zêdetir bi hevkevin û êhtimaleke
mezin e Iraq parçe be. Amêrîkanî jî nikarin him Iraqê di vî
halî da bihêlin biçin, him jî heta hetayê li vir di nav vê
agir û şewatê da bimînin. Bona vê yekê federasyoneke
sist di navbera hersê gûrûbên mezin da (Kurd, Şîa û Erebên
Sunnî) dikare bibe çare. Kurd divê Kerkûkê û bajarên dinê
yên Kurdan jî bigrin nav federasyonê û sînorê xwe biparêzin.
Dikarin biparêzin jî. Şîa û Sunnîyên Ereb jî bila her
yek herêma xwe îdare bike. Ji bo bexdayê belkî çareserîyeke
wek Brukselê bê dîtin.
Eger li ser vê ji li hev ne kirin, bila herkes di rîya xwe
da biçe… Hingê heqê Kurdan e ku bi tamamî cuda bin û welatê
xwe îdare bikin.
Dewletên wek Sûrîye û Îran, bi taybetî jî Tirkîye vê yekê
naxwazin û ji nuha va laf û gefan dixwin. Lê gelo dikarin
tiştekî zêde bikin, ango bikevin Kurdistanê û azadîya
vî parçeyî jî binpê bikin? Di vî zemanî da ev ne mimkîn e.
Ger dînîtîyeke usa bikin jî him milletê Kurd Kurdistanê ji
wan ra dike cennime, him jî agirê şoreşa Kurd li
çar parçeyê Kurdistanê belav dibe û wan dişewitîne. Dinya
jî vê yekê ra sêrkar namîne; bi taybetî ne Amêrîka ne jî Ewrûpa.
Ango ewê biçine birinca Dîmyatê, lê ji sawarê malê bibin…
Bi dawîya dawî, raya min ev e ku tu hêzek êdî nikare başûr
ji rîya azadîyê vegerîne. Yan federasyoneke bi rêk û pêk yan
jî dewleteke cuda. Wekî din rê tune.
|