Ji
bo kesên famkor..
Sê rojnamevanên Tirk, Emîn Çolajan,
Yavuz Donat û Mistefa Balbay, di têlevîzyona NTV da, di bernameya
“Li Pişt Derîyên Girtî” rûniştine û li ser pirsên
rojane suhbetê dikin. Hersê jî eynî tiştî dibêjin, bi
gotinên xwe dilê xwe sardikin. Hersê jî welatên Ewrûpa gunekar
dikin. Dibêjin Ewrûpa dixwaze Tirkîyê parçe bike. Çolajan
di vî warî da serî dikişîne. Behsa rojnama Ozgur Polîtîka
û beyaneke Apo dike. Apo
di vê beyanê da gotîye:
“Ger leşkerê Tirk di ser
me da bê, heqê me ye ku ber xwe bidin. Ger li Başûr şer
derkeve, ewê derbazî Tirkîyê be..."
Çolajan dibêje:
"Çawa dibe ku Elmanya, him dibêje ez dostê
Tirkîyê me û him jî rê dide
rojnameyeke han ku li Elmanya bi serbestî derkeve?."
Gelo hayê Çolajan ji azadîya çapemenî
tune? Ew ji Tirkîyê pêve dinyê nasnake, nizane ku li welatên
medenî sînorên azadîya çapemenî çiqas fireh in?.. Çawa nizane,
ji min û te baştir dizane. Lê Çolajan li nezanînê
tê, rastîyê çepeçûlkî
dike. Amanca wî xelkê bixapîne, dijî
Yekitîya Ewrûpa derxe.
Lê Çolajan çima napirse û nabêje,
ev beyana Apo çawa usa ji İmralîyê derdikeve û bi serbestî
belav dibe? Apo li cizîra İmralî di destê Tirkan da girtîye,
ger ew nexwazin û rê
nedin heya çivîkek jî nikare li wir bihêwire
û bifire…
Mesaja Apo bi rastî jî gelek
balkêş e. Ew ji rêxistina xwe ra dibêje: “Ger leşkerê
Tirk di ser we da hat, heqê we ye ku şer bikin. Ger li
Başûr şer çêbû, şer derbazî Tirkîyê bikin…”
Ocalan roja
ku ketîye destê dewleta Tirk vir da, tu car behsa şer
ne kir, tim got me êdî dev ji şerê çekdarî berda, em
şerê Tirkîyê nakin, emê karê xwe bi rê-olaxên sîyasî
bi rêva bibin. Heya hertiştê Tirkan –dewleta unîter,
kemalîzm û hwd- qebûl kir. Gelo nuha çi bû
ku Ocalan usa dibêje?.
Em bêjin wî got, çawa dewleta
Tirk îznê dide ku ev mesaj belav be û bigihê hevalên wî? Çolajan
jî helbet li ser vê ecêbê difikire û dibêje. “Ez ji karê rêvebirên
İmralîyê tiştekî fêm nakim!..”
Çima fêm nakî heyran, divê tu baş
fêm bikî! Tu dev ji rojnameya ku li Elmanyê derdikeve berde,
tu vê yekê fêm bike! Ev yek bi destûr û daxwaza İmralîyê
û Enqerê dibe. Serda jî, ew mesaj di mitbaxa fermandarîya
eskerî da çêdibin.. Axaftinên ku Ocalan bi awûqatên xwe ra
bike, berî hevdîtina wan tê amadekirin. Ocalan wan ji awûqatan
ra dibêje. “Notên hevdîtinê” têne nivîsandin, berê bi rîya
berpirsîyarên girtîxanê digihên destê pisporên dewletê, ew
lê dinêrin, ji hin parzûnan derbaz dikin û tiştê ku zirara
xwe tune lê feyda xwe heye, bi rîya dozger
didine destê awûqatan. Ew jî digihînin
hevalan!
Gelo em van tiştan ji ku dizanin?
Ma kî nizane! Ev tiştê ku em dibêjin heya di wan notên
hevdîtinê da hene ku di weşanên PKK’ê da û di rûpelên
înternetê da cî digrin. Carekê dozger ne xwestibû van notan
bide awûqatan. Gotibû “ew mesajên sîyasî ne.” Lê herhal di
jor da emir hat û dîsa da. Kîngê Awûqatan evtişt ji Apo
ra neqil kirin, Apo usa got: “Bêjin ku evtişt bi daxwaza
jorê dibe! Ji min dixwazin ku ez piçek li HADEP’ê û li hevalan
şîretan bikim, da ku
şaşîyan nekin…”
Belê, usa ne! Hûn jî dibînin
ku tiştê ku Ocalan dibêje û dike ne dijî mafên dewleta
Tirk e, ne bê usûlî ye. Ew hemû jî gor dil û daxwazên Enqerê
ne.. Da ku HADEP û PKK şaşîyan nekin, baqil bin…
Ma hayê Çolajan ji van tiştan
tune? Ew Çolajanê ku hayê xwe ji Ozgur Polîtîka û nivîs û
mesajên ku li wir derdikevin heye, şik tune hayê wî ji
zêde tiştan jî heye. Heya ji tiştê ku em pê nizanin
û “li pişt derîyên girtî” çêdibin…
Lê kesên wek Çolajan
ra meriv çi bêje vala ye. Ew wek saeteke sazkirî
karê xwe dikin. Karê wan jî xizmeta dewletê ye. Ew rojnamevanên
“memetçîk” in, esker in. Hebûna wan û debara wan ji wê ye.
Ew ne ku tenê lîstik û curmên dewleta xwe vedişêrin,
her usa jî dixwazin Ewrûpê jî bikin şirîkê van lîstik
û curman.
Helbet mesaja
Apo bi xwe jî gelek balkêş e.
Gelo çi feyda dewleta Tirk heye
ku vê mesajê belav bike? Bi raya me feyde ev e: Dewleta Tirk
dixwaze PKK’ê berde ser Kurdên Başûr. Helbet, ne cara
pêşîn e ku usa dike. Her usa, ji Kurdên Başûr jî
dixwaze û zorê li wan dike ku şerê PKK’ê bikin. Bi vî
awayî dixwaze bi kevirekî li du çûkan xe, Kurdan bi destê
Kurdan bide qirkirin. Dewleta Tirk bi vî awayî him rewşa
başûr xirab dike, nahêle ku ev parçê Kurdistanê di warê
aborî û civakî da xurt be, sazîyên netewî cîyê xwe bigrin,
him jî mane û firsend dibîne ku têkilî karê wan be, tesîra
xwe li ser Başûr zêde bike. Her usa jî hêza PKK’ê li
wir bi temamî winda bike.
Heya meriv dikare bêje
ku Dewleta Tirk bi vê sîyasetê dixwaze li
sê çivîkan xe. Her usa jî vegere
ji xelkê Tirkîyê û dinyayê ra
usa bêje:
“Ma hûn nabînin, Apo di beyanên
xwe ya li ser aşitî û demokratîyê, li ser daxwaza kar
û xebata sîyasî ne rast e. Ew îro jî hazirî dike ku şerê
me bike. Ango teror xilas nebûye, xeter berdewam e. Divê em
tevdîrê ji dest bernedin. Ne
dora mafên mirovî û demokrasîyê
ye. Têlevîzyona Kurdî û mektebên
Kurdî tucar nabin!.."
Ango ev mesaj bi destê hêzên
kevneperest bi vî awayî bi kar tên. Ew kesên ku dixwazin pêşî
li guhartinê bigrin, rê nedin reforman, bona vê yekê heya
carina dijî hukumetê serî hildidin –wek esker û polêz- ji
bo ku berdewamîya terorê ra bibe delîl, curmkarî dikin –wek
kuştina Midûrê Emnîyetê ya Dîyarbekrê- ma nikarin vî
tiştî bikin?. Wan ji nuha va dest pê kirin û propagandeyeke
xurt bi rêva dibin.
Ew M. Alî Kişlalî, yek ji
berdevikên eskerîyê di çapemenîya Tirk da, li ser gotina Osman
Ocalan, ku gotibû “em dikarin cardin dest bi şerê çekdarî
bikin,” sernivîsa xwe danîye “Xizmeta PKK…” Di nivîsa xwe
da jî tiştê ku dibêje bi xulase ev e: “Me digot xetera
terorê berdewam e, lê
gelekan bawer ne dikir; nuha Osman giha hawara me…"
Berpirsîyarön şerê qirêj xwedî
tecrubeyek mezin in. Destekî wan di nav rêxistinên kevneperest
da, destê dinê jî di nav rêxistinên çep da ye û gelek tiştên
şaş û xirab bi wan didine kirin. Ger wê jî têr nekir,
bi destê Kontrgerîlla û JİTEM’ê gelek curmkarîyên mezin
dikin. Kuştina polêzan jî, ev bûyerên Silopîyê jî (windakirina
berpirsîyarên HADEP’ê) karê wan e. Her usa, bi rîya Apoyê
İmralîyê mesajên şer digihînin Osmanê li serê çîyê…
Êdî senaryo temam
e û dor hatîye kişandinê fîlmê!..
Ango ew pêvajoya İmralîyê
bi vî awayî dimeşe, hatin û çûna mesajan bi rîya awûqatan
bona van tiştan e.
Ev agahdarî û şirove jî
ji bo wan kesan e ku piçek famkor in û dereng pê dihesin..
Bi raya we sîyaset çi
ye, xwendevanên delal? Hûn
guh nedin tarifên li ferhengan, hûn li rastîya jîyanê binêrin.
Dema meriv li rewşa Tirkîyê binêre digihîje wê qeneetê
ku, sîyaset hunera xapandina ehmeqan e!
|