PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

“Komarên Tirkî” û
“Serokkomarên ku Tirkî qise dikin..”

Piştî ku sazûmana Sovyêt belav bû, gotineke teze derketîye: “Komarên Tirkî…” Gor vê gotinê Azerbaycan, Tirkmenîstan, Ozbekîstan, Kozakîstan, Kirgizîstan û heya Tacikîstan komarên Tirkî ne!

Em bêjin Azerbaycan komareke usa ne. Herçiqas Azarî xwe Tirk nahesibînin, dibêjin em Azerî ne, lê dîsa jî zmanê wan nêzî Tirkî ye, dikarin hevdu piçek fêm bikin. Ji bona xatirê navê wan, em bêjin Tirkmenîstan jî “komareke Tirkî” ye; herçiqas ew û Tirk ji hevdu tiştekî fêm nakin.. Lê yê din?. Gelo çi pêvendîya Ozbek, Kirgiz û Kozakan bi Tirkan heye? Ew û Tirk gotinekê ji hevdu fêm nakin.

Ger ew Tirk in, Alman û İngiliz jî Kurd in! Qe nebe zmanê Kurdan ji malbata Hîndî-Ewrûpî ye û gelek gotinên me yên miştêrek hene. Wek nimûne, lêkerên alîkar di Kurdî û van zmanan da hemû ji wek hev in..

Zmanê Tacikan ji xwe ji malbata İranî ye, nêzî Kurdî û Farisî ye.

Lê berpirsîyarên vî welatî ku Kurdan, Lazan, Çerkezan, Boşnak û Pomakên Silavî dikin Tirk, ma Ozbek, Kozak û Kirgizan dihêlin?..

Bi gotineke din, yê ku gurg dike Tirk, ma nikare Kurd bike Tirk!..

 Belê, van “serokkomarên dewletên ku Tirkî qisedikin” çend roj berê li İstembolê hatin ba hev. Lê çi balkêş e ku, hemûyan jî bi Rusî qisekirin û bi alîkarîya vergervanekî axaftina “birayên xwe yên Tirk” fêm kirin.. Gelo, ew gelên ku “Tirkî qise dikin” çima serokên ku bi Tirkî nizanin hildibijêrin serê xwe?..

Ka em bêjin berpirsîyarên dewleta Tirk tim jî qeşmerîyên usa dikin, lê serokên van dewletan çima di lîstikên hanê da rol digrin? Xuya ye ew jî hîn teze ne û hînî giranîya dewletbûnê û serokbûnê ne bûne. Dibe ku hayê wan ji vê lîstikê heye, lê ew jî herhal ji Tirkîyê hin tiştan hêvî dikin, wek alîkarî û piştgirî. Lê gotinek heye: “Melema gurî hebe, berî herkesekî serê xwe ra dike.”

Gelo Serokkamarê Tirk, Sezer, ku wek mirovekî pak tê naskirin, ew ji van qeşmerîyan ra çi dibêje? Herhal ew jî di dilê xwe da dibêje: “Ev serokatîya dewletê ne gor min e, gor fêlbazan e; karekî gelek zehmet e!” Ne usa?..

Tirkek û Lîrayeke Tirk..

Dibêjin Mistefa Kemal (Atatirk) gotîye: “Tirkek bedêlî dinyayê ye!”

Lê pereyê Tirk? İro dolarekî Amêrîkî dike mîlyon û sêsed hezar (1.300 000) lîrayê Tirkî..

Ger Mistefa Kemal bikariba, serê xwe ji gora xwe hilda û ew hal bidîta, çi digot? Yan bigota: “Sûretê min ji ser vî pereyî rakin!..” Yan jî: “Tirkek pênc qurişî nake!..”

Aqil hêja ye, yan cengawerî?

Gelo ji bo mirovan aqil hêja ye, yan cengawerî?

Xelkê hin welatan pesna xwe bi cengawerîya xwe, ango bi şerrûdîya xwe didin. Wekî Tirkan…

Li dinyayê ji wan milletên ku bi cengawerîya xwe bi nav û deng in, yek jî Gurka ne, ku li quntarê Çîyayên Hîmalaya dijîn. Ji ber ku ew eskerên gelek erzan û çavsor in, İngilizan ji wan ji bo şer gelek mufreze çêkiribûn..

Mana gotina Gurka jî di hin zmanan da “xiyar” e..

Lê kes heya nuha bi xiyarîyê bi ser ne ketîye û bextewar ne bûye..

 
PSK Bulten © 2001