PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 
Komcivîna KOMKAR'ê ya 17 çêbû
Serokkomarê Elmanya Johannes Rau jî bi mesajekê komcivîn pîroz kir.

Komcivîna 17 ya Federasyona Komeleyên Kurdistan li Elmanya Federal (KOMKAR) di rojên 19-20'ê Gulanê da li bajarê Duîsburgê çêbû.

Çend komeleyên Kurd yên li Elmanya di Sibata sala 1979 da hatin ba hev û KOMKAR avakirin. Federasyon sal bi sal mezin bû, pêşva çû, hejmara komele û komîteyên wê li gelek bajarên piçûk û mezin avabûn. Her usa jî di gelek welatên din yên Ewrûpa da bi navê KOMKAR komeleyên bira avabûn.

KOMKAR'ê di van 22 salên derbazbûyî da ji bo rêzkirina karker û xwendekarên li der welat, jî bo nasandina pirsa Kurd, ji bo piştgirîya tevgera azadîxwaz ya li nav welat û her usa jî, ji bo pêşvebirina zman û çanda Kurd gelek kar û xebatên hêja kir.

KOMKAR-Elmanya, berê komcivînên xwe salê carê çêdikir. Piştra guhart û kire du salan da carê.

Komcivîna 17 bi zmanê Kurdî derbaz bû.

Komcivîna 17 ev diruşma (slogana) esasî ji xwe ra hilbijartibû: "2001-Sala Zman û Edebîyata Kurdî."

Civîn bi xwe jî gor vê diruşmê seranser bî Kurdî derbaz bû. Ev yek di dîroka KOMKAR'ê da cara pêşîn bû. Di civînên berê da gelek kesan bi Tirkî qisedikirin. Ne tenê kesê ku Kurdî ne dizanibûn, lê heya yên ku dizanibûn jî.. Tirkî li wan rehet dihat..

Lê vêcar ne usa bû. Di nav nûner û beşdarên komcivînê da yên ku bi Kurdî ne dizanibûn gelek kêm bûn. Bona vê yekê hrkesekî bi Kurdî (bi zaravayên Kurmancî, Zazakî û Soranî) qisekirin. Ew jî wek şoreşekê bû. Lê divê bi vê komcivînê nemîne. Hevalên KOMKAR û Kurdên dinê li Elmanya vî tiştî bikin adet û him di civînên xwe da, him jî di hemû pêvendîyên xwe da Kurdî bi kar bînin. Wek Kurdên Swêdê..

Mêvan û Mesajên Giranbuha..

Gelek partî û rêxistinan Kurd û Elman nûnerên xwe şandibûn civînê, gelek rêxistin û kesên bi nav û deng jî mesaj şandibûn.

Serokkomarê Elmanya Johannes Rau, serokwezîrê Eyaleta NRW Wolfgang Clement, Serokwezîrê Eyaleta Hessen Roland Koch, serokbajarên Hambûrg û Hannowerê û bi dehan parlamenê Elman jî mesaj şandibûn.

Nûnerên partîyan mesajên xwe xwendin û Mamoste Mehmed Emîn Bozarslan jî di civînê da qisekir.

Kurdistan TV xeberê Komcivînê da û qasî 10 deqqe, behsa Komcivînê û kar û xebata KOMKAR'ê kir.

Komcivînê di heqê endametîya Tirkîyê ji bo Yekitîya Ewrûpa, rewşa penaberên Kurd li Elmanya, pirsa yekitîya rêxistinên demokratîk li Ewrûpa û di heqê zmanê Kurdî da biryar girtin.

 
PSK Bulten © 2001