PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Ji bo Komcivîna KOMKAR’ê ya 18

Hevalên delal,

Ji bo davetnameya we gelek spas dikim. Mixabin ji bi ber kar û barên dinê nikarim bêm. Lê ji beşdaran ra û hemû dost û hevalan ra silav dikim, serketina civînê dixwazim.

Hevalên delal,

Ez di sala 1979 da di avabûna federasyona KOMKAR’ê da wek mêvan beşdar bûm. Ji wê vir da 25 sal derbaz bûn. Ger mirov kar û xebata berî wê jî ku bi destê rêxistinên endam hate kirin bîne bîra xwe, ew mihlet ji 30 salî zêdetir e.

Eva demeke gelek dirêj e. KOMKAR’ê di vê dema dirêj da kar û xebata xwe bê westan ajot, ji bo rêzkirina Kurdên li Ewrûpa, ji bo nasindanda doza Kurd, ji bo piştgirîya tevgera Kurd li nav welat, ji bo jîyandin û pêşvebirina zman û çanda Kurd..

Kar û çalakîyên ku di vê 30 salê çûyî da bi destê KOMKAR û komeleyên endam hatîye kirin, li Elmanya û li gelek welatên din yên Ewrûpa, karekî gelek mezin e, hêjayî pesn û gotinê ye.

KOMKAR’ê di warê Rêxıstinî û çandî da berhemên baş dan.

Di rûbarî vê kar û xebata delal da KOMKAR, him di nav Kurdên der welat û çar parçeyê Kurdîstanê da, him jî di nav xelkê Ewrûpa da xwedî nav û rûmet e.

Hevalên delal, ji nuha pêve jî divê KOMKAR hebûna xwe û vê kar û xebata delal bimeşîne. Milletê Kurd, heya rojên azadîyê û heya piştî wê jî hewcedarî sazîyên hanê ye.

Ji bo vê kar û xebata mezin ya 30 salên borî we, rêvebir û endamên KOMKAR’ê pîroz dikim.

Ji bo dahatû ji KOMKARE’ê ra emrekî dirêj û serkevtin dixwazim.

Kemal Burkay
Sekriterê Giştî
Partîya Sosyalîst a Kurdistan

4 Çirîya Pêşîn, 2003

 
PSK Bulten © 2003