PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 
Marifetên Komara Tirk..

Komplokar li ser kar hatin girtin

Çend roj berê me bi nivîseke Tirkî bala xwendevanan kişandibû ser provokasyonên dewleta Tirk ku dixwaze li Kurdistana Başûr xirabîyan pêk bîne û maneyan derxe ku leşkerê xwe bike wir.

Dewleta Tirk van rojên dawî xuya ye zor daye van kiryarên qirêj ku bi destê rêxistinên xwe yên veşartî û hevkarên xwe bi rêva dibe.

Berê gotin, ger şer derkeve ji mîlyonî zêdetir xelk berê xwe bide sînorê me; divê leşkerê me bikeve Başûr  û tevdîran bistîne. Lê şer derket û xilas bû û koçberek jî ne hat!

Gotin PKK-KADEK êrîş bike û serêşîyan derîne; ew jî ne bû.

Gotin emê “ji bo sebebên mirovî, bo alîkarîyê” bikevina Başûr. Lê kesî guh ne da van derewan jî û rê li ber wan venekir. Ji ber ku hemû dinyayê zanibû ku tu pêvendîyê wan bi mirovetîyê tune. Kurd jî vê yekê ji hemû kesan baştir dizanin..

Gotin Kurd wê Tirkmenan qir bikin! Helbet, tiştekî han jî ne bû. Vêcar, bi destê “Berêyê Tirkmenan” (ITC) û bi destê hin provokatorên di şiklê “rojnamevan” da, raste rast derew derxistin, gotin “Kurdan 50 Tirkmen kuştin!” Lê ev derew jî roja dinê eşkere bû.

Çend roj berê jî eşkere bû ku Tîm û  zabitên wan ên li heremê ku bo çavnêrî hatibûn û hin jî merivê Hêva Sora Tirkan bûn, bi çi mijûl in: Çekderkarina Tirkmenan û derxistina şer û xirabîyan li Başûr..

23´yê Nîsanê eskerên Amêrîkî li dora Kerkûkê li erebeyên Tirkan gerîn. Tê da gelek tifing, narencî û roket dîtin. Ji wan 12 kes endamê tîma taybetî bûn. Amêrîkîyan ew birin li sînor teslîmî Tirkan kirin..

Ji ber ku Tirk ji “hêzên dost bûn” Amerîkîyan mesele mezin nekirin.. Lê nîyeta wan ê xirab jî eşkere bû.

Komplocitî karê van merivan e, ji van ra bûye adet û ehlaq. Çi ji dest wan tê dikin ku Başûrê Kurdistanê jî tevdin, tilîya xwe bikinê, li vir jî pirsa Tirkmenan derînin, bikin wek pirsa Qibrisê.

Dema ku di ser curmê xwe da hatin girtin, gelo fedî kirin? De ha!.. Serda jî, ew gilî gazinan dikin, dibêjin “rehetî nadine tîm û zabitên me!..”

De keremkin, evana qasî Çil Heramîyan bê fedî ne..

Serokên Amêrîkê carina lîsteyê dewletên haydût êlan dikin. Ma nabînin ku ya herî haydût va ye li vir e, dostê wan ê ezîz e. Madem usa ye çima li serê lîstê danaynin?.

Helbet, nuha li mesleheta wan nayê..

Xuya ye rewşa stratejîk a Çil Heramîyan baş e, wek zêrê ber piştê hûr dikin û xerc dikin..

Çend sal berê kovareke Alman li ser bergê pêşîn xerîta Tirkîyê danîbû û li ser jî şiringayek (derzîya dermanan). Ango digot dewleta Tirk ticareta xeşîşê û karê sipî dike..

Helbet TC bi salan e van karên qirij dike. Her usa jî komplokar e.

 
PSK Bulten © 2003