PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Komplokar dîsa li ser karin..

Êrîşa ser sînor marifeta kê ye?

Xwendevan zanin, cara duduyan e em vê sernivîsê, „komplokar li ser kar in“ bi kar tînin. Lê vêcar li ser bûyera Sÿlêmanîyê nî ne, di derheqa êrîşa ser sînorê Kurdistana Başûr e.

Du roj berê (10´ê Çÿrîya Paşîn)li ser sînorê Kurdistana Başûr û Bakûr êrîşek çêbû dijî leşkerên Kurdistanê, leşkerek şehîd bû, çend heb jî birîndar bûn.

Dewleta Tirk ew curm bi lez û bez li KADEK´ê bar kir. Got di navbera KADEK´ê û pêşmergeyên PDK û Amêrîkîyan da şer derketîye. PKK-KADEK´ê pêşmergeyek Partî Demokratî Kurdistan kuştiye, çend heb jî birîndar kirîye û hêsîr girtîye... Piştra jî hêsîrekî PKK û ew hêsîrên PDK bi destê Amêrîkîyan hatine guhartin...

Gelo rastî usa ye? Ev çîrok nakeve serê mirovan.

KADEK ku vê dawîyê dijî Kurdên Başûr şer nake, li pêvendîyên baş digere, her usa jî dixwaze bi Amêrîkîyan ra pêvendîyên baş dayne, çima tiştekî usa bike? Her usa jî, ku civîneke teze kom kirîye û bi fesihkirina xwe mijûl e?

Di derheqa vê bûyerê da KADEK´ê hîn tiştek ne got, di medyaya wan da xeberek derneket. Lê bi navê Hevpeymanan (Amêrîkî, Kurdên Başûr û hwd.) beyanek derket, ew beyan Tirkan derewçîn derdixe.

Di beyanê da tê gotin ku, bi rastî li ser sînor êrîşek hatîye ser leşkerê Kurdan, yek şehîd bûye û çend heb jî birîndar bûnê. Piştra helîkopterên amêrîkî bersîva wan daye û êrîşger revîne. Lê ew kî bûn, eşkere ne bûye...

Bi vê beyanê eşkere dibe ku hukumeta Tirk derewan dike. Lê gelo, êrîşgerê ku ne hatîye nasîn, dema KADEK nebe, xuya ye hêzên Tirk bi xwe ne. Ji xwe tîmên wan ên taybetî di zû da li heremê bi komplokarî mijûl in. Çend caran di ser curm da hatin girtin. Nuha jî bi van hîle û dezgeyan dixwazin Amêrîkîyan berdin ser KADEK´ê û di navbera Kurdan da careke din şer derînîn, bi vî awayî Kurdên Bakûr dijî Amêrîkayê kiş bikin û di navbera Kurdên Bakûr û Başûr da dijminahîyê kûr bikin.

Sîyaseta Tÿrkan di zû da ev e.

Belê, xwendevanên delal, komlokar dîsa li ser kar in û usa xuya ye ku li heremê hîn gelek komplo û prowokasyonên han çêbin. Dewleta Tirk ev kar ji xwe ra kirîye mijûlî û ehlaq, nikare jê xilas be. Bona vê yekê jî divê Kurd gelek hişyar bin.

Lê gelo, Amêrîkî û Kurdên Başûr vê yekê nabînin? Helbet dibînin. Hayê wan ji van tiştan ji min û te baştir heye. Em hêvî û daxwaz dikin ku KADEK jî vê yekê bibîne û tilîya wan di vî karî da tune be.. Ango cardin nebin maşik di destê dijmin da...

Hîn jî di demeke han da ku xwe fesih dikin û ewqas behsa aşitî û demokratîyê dikin...

 
PSK Bulten © 2003