Li Hollanda Konferansa
Burkay
Sekriterê Partîya Sosyalîst Kemal Burkay di 17 Sibatê
da li Hollanda, bajarê Den Haagê konferansek da.
Konferanas bi destê rêxistinên Holanda yên Partîya Sosyalîst
a Kurdistan (Bakûr) û Partî Demokratî Kurdistan (Başûr)
hatibû hazirkirin.
Zmanê konferansê bi Kurdî bû. Qasî 300 kesê dawetkirî
ji çar parçên Kurdistanê û nûner û berpirsîyarên gelek partîyên
Kurd ku li Hollandê hene, di civînê da amede bûn. Konferans
piştî nîvro di saet 14.00 da dest pê kir heya saet 18.00
ajot.
Babet li ser rewşa welat û dinyayê
ya dawî bû. Ango, bi taybetî piştî bûyerên 11 İlonê
guhartinên teze di sîyaseta Amêrîkê da çi ne û tesîra wan
li dinyayê û li Rojhilata Navîn, her usa jî li ser pirsa Kurd
wê çi be û helwesta Kurdan wê çi be..
Burkay di axaftina xwe da got: “eva pêleke guhartinê
ya teze û mezin e ku tesîra xwe bi taybetî li Asya Navîn û
Başûr û li Rojhilata Navîn bike. Piştî têkçûna Yekitîya
Sovyêt û bloka sosyalîst, li Ewrûpa Rojhilat, li Asya Navîn
û li Balkanan statûko hejîya, sînor guharîn, dewletên teze
ava bûn. Ew guhartin hat li sînorê Rojhilata Navîn sekinî.
Piştî Şerê Kendavê li Iraqê jî guhartin çêbûn, lê
heya serî neçû. Nuha, piştî bûyerên 11 İlonê, dor
hatîye Rojhilata Navîn.
“Amêrîka heya duh silahên kîmyevî û bîyolojîk di dest
dewletên heremê da, wek Iraq û İranê bi taybetî ji bo
İsraîl xetereke mezin didît. Lê piştî 11 İlonê
êdî bo xwe jî xeter dibîne. Dixwaze rejîm û hukumetên heremê
yên neyar biguhure û yên dost bîne ser hukim. Ew jî bibê nebê
statûkoya heyî wê bihejîne. Dibe ku sînor jî bilivin, xerîte
jî biguhirin..
“Guhartina statûkoyê ji bo me Kurdan ne tiştekî
xirab e. Ji ber ku ev sazî û dewletên heremê, ev sînorên heyî
her usa jî welatê me parçe dikin û sedemên bindestîya me ne.
Hêza me Kurdan têr nake ku em vê statûkoyê hilweşînin
û van sînoran bilivînin. Hilweşandina sazîyên heremê
yên zordest û kevneperest, hejandina statûkoyê bi destê kê
dibe bila bibe ji bo me ne xem e, heya dikare tesîreke baş
li ser rewşa me bike, mîna dawîya Şerê Kendavê..
“Helbet, guhartina Statûkoyê bi tena xwe têr nake. Divê
rewşa dinyayê û bi taybetî rewş û helwesta me Kurdan
jî têr bike ku em bikarin ji vê guhartinê îstîfade bikin.
Şerê Pêşîn yê Dinyayê û ya Duwem jî li heremê statûko
guhartin lê me ne karî jê îstîfade bikin. Ji ber ku him em
di warê sîyasî da baş organîze ne bûn, him jî rewşa
dinyayê rê ne da me.
“Divê vêcar qe nebe em Kurd ji guhartinê ra hazir bin,
helwesteke baş bigrin û ji maf û daxwazên xwe ra xwedî
derkevin.”
Burkay berdewam kir û got: “Li Afganîstanê şer
çêbû û hukim guharî, Amêrîkî hevalbendên xwe anîn ser hukim.
Xuya ye, dor hatîye Iraqê. Bi raya min Amêrîka biryara xwe
daye sazûmana Iraqê biguhure. Lê ji bo operasyona bejîyê jê
ra hêzên heremî hewce ye. Ew jî yan leşkerê Tirk e, yan
jî Kurd in.
“Tirk nawazin dijî Iraqê bikevin şer. Ji parçebûna
Iraqê gelek ditirsin. Lê hin planên wan jî heye ku, dema şer
çêbe bikevin Kurdistana Başûr û Musûl û Kerkûkê dagrin.
Helbet ew bi rizaya Amêrîkê dibe.
“Dagirtina Tirkan xetereke mezin e ji bo Kurdan. Dikarin
kartê Tirkmenan jî bilîzin û wek Qibrisê li heremê dewleteke
totik avabikin, ji Kurdan ra gelek serêşîyan derînin.
Ji dest wan bê, dixwazin sazîya heyî li Kurdistana Başûr
jî hilweşînin..
“Bona vê yekê, divê Kurd razî nebin ku Tirk li heremê
operasyonê bikin, yan eskerê Tirkan di vê operasyonê da bi
kar bê.
“Kurd bi xwe divê çi bikin? Ew jî girêdayî plana Amêrîkê
ye. Gelo dawîya şer çi be? Ger piştî Saddam li Iraqê
sazûmaneke demokrat û federal avabe û Kurdistana Başûr
jî di vê sazîyê da wek beşeke federal cîyê xwe bigre,
ew ji bo Kurdan baş e. Lê divê ev yek ji nuha va zelal
be. Muxalefeta Iraqê ya ku piştî Saddam hukim bistîne
ew jî vê yekê qebûl bike. Amêrîka garantî bide.
“Ango divê Kurd pêşîya xwe bibînin, bawer bin.
Hingê ew dikarin di vê guhartinê da rola xwe bilîzin. Usa
nebe divê Kurd herema xwe nekin cîyê ar û şewatê.
“Tiştê ku ez dibînin, Kurdên me yên başûr
û serokên wan di vî warî da realîst in. Ew jî daxwaza federalîyê
dikin û dibêjin, pirs ne tenê guhartina Saddam e, piştî
wî çi be, ew mihîm e..”
Burkay, her usa jî got: “Ku şer dest pê bike, meriv
ji nuha va nikare bêje tesîrên xwe çi bin. Dikare Tirkîye
û İranê jî bikişîne nav û agirê şer gelek fireh
be. Hingê tesîra xwe li ser parçê dinê yê Kurdistanê jî bike.
Divê Kurd ji nuha va sîyaseteke zelal û rast bidin pêşîya
xwe.
“Berî hertiştî, divê Kurd bi hev bişêwirin
û yekitîya wan hebe, raya wan yek be. Ango ew bi hev nekevin,
lê bi hevra hereket bikin. Ya duwem jî, divê Kurd ji bo parastina
herema xwe û mafê xwe dudil ne bin, ango xwedî biryar û helwesteke
zelal bin. Da ku destkevtîyên heyî li Kurdistana Başûr
ji dest wan neçe û bikaribin gavên ber bi pêş bavêjin.
“Di vî warî da bar û berpirsîyarîya giran dikeve ser
milê Kurdên Başûr. Divê ew yekitîya xwe xurt bikin û
bi Kurdên parçên dinê ra jî bişêwirin. Ji ber ku di vê
demê da hêzeke herî piçûk jî bo Kurdan giranbuha ye. Em di
vî warî da, gor îmkanên xwe li gel wan in.”
Burkay, di axaftina xwe da, her usa jî li ser rewşa
Kurdistana Bakûr sekinî. Bi kurtî, behsa guhartinên du-sê
salên dawî kir, ku piştî girtina Ocalan çêbû. çawa sîyaseta
Ocalan û PKK guharî û di rewşeke hanê da ew çi dixwazin,
ji bo çi dixebitin û divê Kurdên Bakûr çi bikin...
Konferans bi du beşan pêk hat. Piştî axaftina
Bûrkay nîv saet navber hate dan. Piştî wê jî gelek ji
beşdaran rabûn li ser vê babetê bi kurtî raya xwe gotin
û pirsên xwe kirin. Burkay bersîva van pirsan jî da û civîn
bi serfirazî giha dawî.
|