Kongreya Nehan a Partiya Sosyalîst a Kurdistan
Civiya
Heyamek berê niha kongreya Nehan a Partiya sosyalîst a Kurdistan
civiya û giftugo li ser bûyer û peşhatiyên siyasî yên
welat, navçe û navnetewî û rewşa Partiyê kir.
Di kongreyê da li ser peşniyara Komîta Navendî ya guhartina
bername û duzennameya Partiyê niqaş hat kirin û peşniyara
Komîta Navendî hat pêjirandinê.
Kongreya Nehan a PSK ji bona xebata pêşerojê hinek biryarên
siyasî û rêxistinî jî girt, biryara belav kirina belavoka
jêrî da, endamên nû yên Komîta Navendî hilbijart.
Komîta Navendî ya nû, di civîna xwe ya yêkan da Mesud Tekê
carekî dinê wekî Sekreterê Giştî hilbijart.
Ofîsa Ragihandinê ya PSK
**
Belavoka Kongra 9 a Partiya Sosyalîsa
Kurdistan:
Di hel û mercê îro da guncavtirin şiweyê çareser
kirina pirsa Kurd, federasyon e, ku li ser bingeha wekheviyê
dê bê damezrandinê
Pêşiya guhartinê nayê girtinê
Serhildana gel, ku li Tunusê destpê kir û di demeka kin da
gihişte Misir, Lîbya, Suriyê, Yemen û welatên Kendava
Ereb, bûyer û pêşhatiyên gelî yên Yunan û İspanya
û welatên din yên Ewropa, beşek in ji proseya guhartina
navneteweyî.
Proseya guhartinê bi ser seranserî dinyayê da girtiye û armanca
proseya hanê “jiyaneka hin baştir”, “pirtir maf û azadî”,
“demokrasiyek hîn firehtir”, “xwezeya paqij” û “azadî ji bona
hemû cure nasnameyên bindest” û hwd in. Hel û mercê siyasî
û civakiya her welatê, şîweyê proseya guhartinê û daxwazên
gel destnişan dike.
Guhartin xwe li Tunus, Misir, Lîbya, Suriyê, Yemen û Bahreyn
bi daxwaza “ruxandina dîktatoriyê” nişan da, li İspanya
û Yunanistanê jî serhildan li hemberê siyaseta aborî û kêm
kirina mafên sosyalî..
Taybetmendiyek ji taybetmendiyên proseya hanê, aşitixwaziyê
ye. Gel di çalakiyan da tund û tijiyê bi kar ne anî, nayne.
Diktatorî li Tunus û Misirê, di encema tevgera gel da hat
ruxandin. Lê, proseya guhartinê li Lîbyayê şiweyê şerê
navxweyî girt, ku NATO jî beşek e ji şerê hanê.
Li Yemenê jî bû şerê aşîretan. Rejîma BAAS li Suriyê,
bi tundî êrîş li ser gel dike, lê belê heya niha gelê
Suriyê tund û tijiyê organîze kirî bi kar ne aniye.
Diruşmên serekîyû proseya guhartinê, demokrasî û azadî
ye û prose heya niha xwe derketina gel bo kuçe û kolanan nişan
da; dide û bandora xortan û bi kar anina Facebook û Twîtter
di vê proseyê da bi hêz e û hemû çîn û tebaqeyên civakê têda
beşdar in.
Meriv nikare bêje, ku rexistineka rêk û pêk peşengiya
çalakiyan dike. Lê belê eşkere ye, ku partî û gurubên
siyasî, komelên mafê mirov, rêxistinên sivîl û komên xortan
rolekê girîng dilêyzin.
Projeya dehatuya çîn û tebaqayên ku proseya guhartinê da
beşdar in, cuda cuda ne. Nebûnê rexistineka rêk û pek,
ku peşengiye tavegerên hanê bike, dibite sedema nigeranî
ji bona paşeroja proseyê.
Proseya guhartinê li Rojhilata Navîn û Efriqayê Bakur, carekî
dinê durûyiya welatên Rojava nişan da. Halwesta dewletên
Rojava li dijî dîktatorên Misir û Tunus û Lîbya tund û pêgir
bûn. Lê dewletûn hanê, li Yemen û Suriyê helwesta usa nişan
nedan û li Bahreynê jî piştgiriya leşkerê Arabistanê
Suîdî kirin, ku tevgera gelê Bahreynê têkşikand. Ev yûka
hanê carekî dinê nişan dan, ku îro jî berjewendiyên siyasî
û aborî halwesta dewletên rojava destnişan dike, ne azadî,
demokrasî, dilovanî, vîcdan û nirxên wek wan yên civakî...
Welatê me Kurdistan beşekê navçeyên hanê ye, ku têda
bayê guhartinê bi hêz e û tevgera dijî dîktatorî ber bi pêş
diçe.
Li navçeyê Rojhilata Navînê, gelê Kurd beşekê bi hêz
û çalakê proseya guhartinê ye. Gelê me li Tirkiyê û İran
û Suriyê û Iraqê, ku welatên giringên navçe ne, bi salan ji
bona azadî û demokrasiyê xebat kir; dike. Ku, ev yêka bandora
xwe li ser “Bihara Erebî” datine û tiştekê siruşti
ye, ku bandora “Bihara Erebî” jî li ser tevgera azadiya Kurdistanê
wê hebe û heye jî..
Bi gor bîr û baweriya me pêşiya guhartinê nayê
girtinê. PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan piştgiriya
“Bihara Erebî” û gelên navçeyê dike, ku ji bona azadî û demokrasiyê
derketine kolanan û banga rêxistinên navnetewî dike, ku dengê
xwe dijî diktatorên navçeyê bilind bikin. PSK her usa banga
dewletên Rojava dike, ku dev jê siyaseta durûyiyê berdin û
bi pêgirî piştgiriya daxwaza demokrasiya gelên navçe
bikin.
Nasyonalîzma Ereb, ku cilê sosyalîzmê li xwe kiriye, wê
birûxe
Serketina serhildana gelê Suriyê li hemberê diktatoriya BAASê,
wê balansa siyasiya navçeyê Rojhilata Navîn bigore. Ji ber
ku serketina hanê bandora xwe li ser Îran û Lubnanê jî wê
nişan bide.
Têkçûna diktatoriya BAASê, ne tenê dibite têkçûna nasyonalizma
Ereb, ku cîlê sosyalîzmê li xwe kiriye, her usa wê balansa
siyasiya navçeyê serûbin bike û wê bibe sedema ava bûna balansê
nû. Bandora bereyê, ku ji Cumhuriyeta Îslamiya İran,
Suriyê, Hizbullaha Lubnan û HAMASê pêkhatiye, li ser bûyer
û peşhatiyên navçeyê Rojhilata Navîn gelek e. Têkçûna
dîktatoriya BAASê her usa dibite têkçûna bereyê hanê û Îran
li navçeyê bi tenê dimine û di rikbereriya peşengiyê
li hember Tirkiyê û Arabistana Suîdî da lawaz dibe. Hizbullaha
Lubnanê jî bê piştgir dimine û rû be rûyê xeterê winda
kirina ciyê xwe di siyaseta Lubnanê da dibe.
Çarenusa rejima İslamiya İran, BAASê Suriyê û Hizbullaha
Lubnanê girêdayiya hevdu ne. Ji ber vê yekê jî derbareyê bi
hêz bûna rola Tirkiyê li navçeyê bê deng nabin. Îran û Hizbullah
bi hemû hêzên xwe ve piştgiriya diktatoriya BAASê dikin,
ku siyaseta qetlîamkirinê li ser gelê xwe bi rêva dibe û gefa
dewlet û partiyên siyasî dixwin, ku piştgiriya serhildana
gelê Suriyê dikin.
Suriyê jî welatekî Erebî ye. Lê belê zirufa siyasî û civakiya
Suriyê ji rewşa Libya û Misirê cuda ye. Gelê Suriyê di
warê nasnameya dînî û netewî da renga renk e û ev yêka hanê
dibite sedema aloz bûna proseya guhartinê di vê welatê da.
Li suriyê, yek ji hêzên rûkxistiyê serekî Kurdan in. Daxwaz
û siyaseta partî û rûxistinên siyasî yên Kurdistana Suriyê
gelek nêzîkê hev e. Di proseya guhartinê da, rêxistinên Kurdên
Suriyê derbareyê serhildana gel halwesta xwe kirin yek, hevxebata
xwe birin qonaxeka bilindtir û welatparêzên beşên din
yên Kurdistanê jî piştgirî li helwesta hanê ya Kurdên
Suriyê dikin.
Dewletên rojava ji helwesta hanê ya rêxistinên Kurdên Suriyê
xweşhal in, lê belê dewletên navçe û Tirkiyê jê nigeran
in û ditirsin. Li Tirkiyê û welatên Ereb behsa hendê tû kirin,
ku eger rejima BAAS biruxe Suriyê wê bibe “Îraqa Dudo.” Tirsa
Dewletên hanê ev e, ku piştî ruxana BAAS Kurdan li Suriyê
azad û xweyiyê statuyek bin. Ew baş dizanin, ku azad
bûna herdu beşên Kurdistanê (Başur û Başurê
Rojava) tevgera azadiya Kurdistanê wê bi hêztir bike.
PSK pişta tevgera gelê Suriyê ji bona azadî û
demokrasiyê digre, piştgiriya xwe li yekhelwestê û hevxebata
partiyên Kurdên Suriyê nişan dide û ji wan dixwaze, ku
yêkitiya xwe bi hûztir bikin.
Zengilê xeterê ji bona rejîma Cumhuriyeta Îslamiya Îranê
jî lêdide
Ji mêj ve rewşa aboriya İranê ji ber dorlêgirtina
navnetewî xirab e. Hikumeta Cumhuriyeta Îslamiya Îranê, ji
ber xirab bûna rewşa aboriyê, dawî bi alîkariya diravî
anî, ku ji bona kirîna kel û pelên xwarinê didan bo gel. Bi
vî awayî rewşa aboriya xalkê xiraptir, dengê îtîraza
gel jî bilindtir bû. Ligel vê rastiyê, nakokî di nava desthilatdarên
Cumhuriyeta Îslamiya İranê, bi taybetî cudayî di navbera
Rebêrê Olî Xameneyî û Serokkomar Ahmedênejad kûrtir dibe.
Rejîma İslamiya Îranê, şuna ku bona çareser kirina
pirsgirêkan hewl bide, wekî hemû diktatoran zilma xwe li ser
xelkê zêdetir dike. Dijberên xwe digre, bi darve dike. Êrîş
dike ser çalakvananên mafê mirov û teda li medya û ronakbîran
dike. Bi kurtî tund û tijiya dewleta İran roj bi roj
zêdetir dibe.
Rejîma Îslamiya Îranê baş dizane, ku piştî ruxandina
rejîma BAAS dora wê tê û bona vê yêkê jî bi hemû kartên xwe
ve dilêyze. Bi hemû hêzên xwe piştgiriya rejîma BAASa
Suriyê dike. Bi destê Şîîyên Iraqê, ku siyaseta vê welatê
destnişan dikin, zext li opozîsyona xwe û muxalefa Suriyê
dike, ku Iraqê ne. Êrîşa serbazî li ser kampên Mucahidinê
Xelk ji ber vê çendê ye.
Li Îranê hêzên rêkûpek û rêkxistî Kurd in. Cumhuriyeta Îslamiya
Îranê bona pêşî lê girtina çalakiyên partiyên Kurdistana
Rojhilat li Herêma Kurdistanê, alîkî va raste rast, alîkî
va jî bi destê hikumeta Baxda fişar li ser hikumeta Herêma
Kurdistane dike. Bi henceta hebûna bingehên PEJAK, êrîşa
Herêma Kurdistanê dike.
Em li Îranê, bi darve kirina şoreşger û azadixwazan
û tedayê rejîma İslamiya İranê li ser dijberê xwe
û êrîşa wû bo ser Kurdistana Başurê protesto dikin.
PSK li hember êrişa rejîma Îslamî, piştgiriya xwe
li Herêma Kurdistan û hêzên welatparêzên Kurdistana Rojhilat
dubare dike û ji Dewleta Amerîkayê Yekbûyî û hikumeta Baxda
û komel û saziyên navnetewî daxwaz dike, ku dengê xwe li hemberê
êrîşa İranê bilind bikin.
Bayê guhartinê bi ser Herêma Kurdistanê da jî girtiye
Şovenên Ereb dewletên cîran gelek asteng derdixin pêşiya
Herêma Kurdistanê. Lê belê pêşveçûna Herêm di warê cîvakî,
siyasî, aborî û dîplomasiyê da, her berdewam e. Statuya Herêm
wekî federasyon di Destura Iraqê da ci girtiye. Li Herêma
Kurdistanê sazî û dezgeyên nû têne damezrandin, nusazî di
dezgeyên heyî jî dikevine ber nûsaziyû.
Cigir bûna aramî û asayiş li Herêma Kurdistanê û pêşketinên
cîvakî û aboriyê, bûne sedema hendê, ku qedrê Herêm li navçe
û di warê navnetewî da bilind be. Damezrandina pêyvendiyên
diplomatîkî ligel gelek dewletan û vekirina gelek konsolxane
li Hewlerê nişana vê rastiyê ne.
Serokatiya Siyasiya Herêma Kurdistanê, daxwaza çalakvanên
pejirand, ku ji bona pêşkeş kirina daxwazên xwe
derketibûne kuçe û kolanan. Serokatiya Herêma Kurdistanê ne
tenê reva bûna daxwazan û çalakiyên aşitiyane pêjirand,
her usa ji bona çareser kirina pirsgirêkan ligel çalakvanan
û partiyên opozisyonê hevdîtin çêkir, bernameyên çaksaziyê
amade kir. Ku ev yêka alîkî va qedrê Herêm li qada navnetewî
da bilindtir kir û alîka va jî nişan da, ku Herêma Kurdistanê
nimuneya demokrasiyê ye li navçeya rojhilata Navînê.
Serokatiya Siyasiya Herêma Kurdistanê hebûna pirsgirêkên
civakî û aboriyê înkar nekir. Bi tundî neçûye ser xelk, ku
ji bona daxwazên xwe derketibûne kuçe û kolanan. Rriya diyalogê
ji bona çareser kirina pirsan girte ber. Ku, helwestên hanê
li Başuê Kurdistanê ezmuna demokrasiyê bi hêztir kir
û dike.
PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan, piştgiriya
helwesta hanê ya Serokatiya Siyasiya Herêma Kurdistanê dike
û daxwaz dike, ku bernameyên çaksaziyê bi pêgirî were ci be
ci kirinê. PSK ji muhalefeta Kurdistan Başurê daxwaz
dike,ku talebûn xwe bi şiweyê aşitixwazî pêşkeş
bikin.
Çareseriya bingehî li ser wekhevî dibe
Bûyer û pêşhatiyên, ku piştî hilbijartina 12’ê
Xeziranê li Tirkiyê û Kurdistana Bakur qewîmine, carekî dinê
nişan didin, ku heya pirsa Kurd neyê çareser kirinê,
aramî û asayiş di wan welatan da cigir nabe.
Pirsa Kurd, PKK û “terora” wê berhema siyaseta dewleta Tirk
in. Rast e, bi taybetî di dema hikumeta AK Partî da guhartinên
girîng pêkhatin, ku guhartinên hanê her usa berhema xebata
hêzên welatparêzên Kurd, demokrat û çepên Tirk û proseya Yêkitiya
Ewropa ye. Lê belê, siyaseta dewleta Tirk yên, ku li ser bingeha
“yûk dewlet, yûk welat, yûk ala, yûk ol ” hatiye damezrandinû,
her berdewam e.
Pirsa Kurd pirseka netewî ye û naveroka wê jî dagir kirina
mafên diyarî kirina carenusê gelek e, ku kevtirin gelê navçeyê
ye. Çareseriya pirsa Kurd, wekî çareseriya pirsên netewiyên
dinê, bi nasandina mafê diyar kirina çarenus ve dibe.
Bi gor bîr û baweriya me, di zirufa îro ya welat, navçe û
navnetewî, guncavtirin şîweyê diyarî kirina mafê çarenus,
damezrandina federasyon e li ser bingeha wekheviyê.
Pirsa Kurd, ku bandora xwe li ser pirsên dinê yên Tirkiyê
datine, duhî bi siyaseta dewleta Tirk ya fermî ve nehatiye
çareser kirinê, îro jî nayê... Bona çareser kirina pirsa Kurd,
divê rê û olaxên nu bêne bi kar anin, ku heya îro nehatiye
bi kar anin. Ev yêka jî dan û standin û diyalog e.
Ji bona, ku xebata çakdarî nemine, divê mecala xebata demokratîk
bê fireh kirinê, ji bona ku gerilla ji çiya dakeve deştê
û beşdarê jiyana sîvîl û xebata siyasî bibe, gavên micîd
bêne avêtin. Divê derbareyê pêla nijadperestî, halwesta pêgir
bê girtinê, girtiyên Koma Civakên Kurdistan-KCK bêne azad
kirin û lûborineka siyasî ya bê qeyd û şert bê ragihandinê.
Yên ku dixwazin pirsa Kurd yên aloztir bûyî çareser bike,
divê bi curet bin, xwe ji halwêstên tund dûr bigrin, rêz li
beramberê xwe bigrin, zimanê nerm û diyalogê bi kar bînin.
Rewşa Ocalanê, ku têda ye, divê bê baştir kirinê,
daku bikare bona çareser kirina pirsa Kurd rola xwe bilêyze.
Divê PKK bizane, ku pêgir bûn li ser tund û tijiyê, ne xizmeta
gelê Kurd da ye.
Bi gor bîr û baweriya me êdî tu senger û deskevt yên, ku
bibin berhema xebata çekdarî nemane. Ji bona rê xweş
kirina çareseriya aşitiyane, PSK banga hikumeta AK Partî
dike, ku pêşiya operasyonên erteşê Tirk bigre; banga
PKK dike, ku dev jê çalakiyên çekdarî berde û vegere ser biryarê
xwe ya agirbesê.
Pir mixabin “proseya rê li ber vekirinê”, ku 2 sal berê destpêkiribû,
ji ber dudilî û pêgir nebûna AK Partî li hember êrîşên
hêzên nijadperest û mîlîtarîst, bi serneket.
Partiya Sosyalîst a Kurdistan banga AK Partiyê dike,
ku di hilbijartina dawî da nivî dengan standiye, ji nû ve
vegere ser “proseya rê li ber vekirinê” û li hember êrîşên
nijadperest û mîlîtarist berxwe bide, proseya hanê ligel Partiya
Aşitî û Demokrasî (BDP), ku li Meclîsê ye û hêzûn din
yên welatparêz û demokrat bi rêva bibe. PSK banga hêzên welatparêzên
Kurdistan, dike ku piştgiriya proseya hanê bikin. PSK
radigihine, ku wê piştgiriya her gavên wê bike, ku di
vî warê da bavêje.
Bizava netewî û demokratîk a gelê Kurd hezekî
serekî ye di proseya demokrasî û guhartinê da. Li Tirkiyê
xebata demokrasiyê bi hêztir kiriye, dike. Cigîr bûna demokrasî
jî dibite zaminê deskevtên Kurd.
Ji bona serketina xebata azadî û demokrasiyê, divê pêyvendiya
hêzên welatparêzên Kurdistana Bakur û aşitîxwaz, demokrat
û şoregerên Tirk bê bi hêztir kirinê.
Li pêşiya me proseyeka gelek giring û hestyar heye,
ku bi dafik û kemînan ve tijê ye. Ji bona nirxandina proseya
hanê û yûkxistina halwestên rêxistinên Kurdan li ser destura
nû, civandina konferanseka netewî wekî erkekî serekî li ber
me ye.
PSK- Partiya Sosyalîst a Kurdistan, ji bona cigir bûna
demokrasiyê, ji bona çareser kirina pirsa Kurd bi şiweyê
dadperwerî û aşitiyane, banga hûzên welatparêzên Kurdistan
û aşitxwaz û demokrat û çepên Tirk dike, ku hevkarî û
hevxabata hertimî pêkbînin, ji bona amede kirina destureka
nû, ku pirrengî û pirdengiya Tirkiyê nişan bide û maf
û azadiyên pêkhatiyên dînî û netewî biparezê û bibe alîkar
daku pirsa Kurd bi rêka aşitî û diyalogê were çareser
kirinû, destê xwe bidine hevdu.
Divê berê me ligel berê bayê guhartinê be
Bayê proseya guhartinê, ku li seranserê dinyayê xwe bi şiklên
cure cure nişan dide, li navçeya Rojhilata Navîn, ji
ber zirufa taybetî yên vê navçeyê bûye bobelîsk.
Tevgera azadixwaziya gelê Kurd yê sadsaliyê, hezekî serekiyê
navçe ye û proseya guhartinê bi hêztir kiriye, dike. Tiştekê
siruştî ye, bandora bobelîska guhartinê li ser tevgera
Kurd hebe.
Tevgera Kurd nabe li ber bobelîskê keve. Ji bona vê jî divê
proseya guhartinê baş bixwîne, xebata xwe, şiweyê
xebatê û daxwaza xwe bi gor prose û nirxên prose rêkbixe.
Girîngî dan bo warê siyasî û legal a xebatê, bi hêztir kirina
rêxistinên sîvîl û xebat kirin azadiya hemû nasnameyên, ku
bindest in û desteber kirina mafên wan, erkên serekî ne, ku
proseya guhartîne li ber me daniye.
Bûyer û pêşhatiyên navçeyê, li ser rêxistinên welatparêzên
seranserî Kurdistanê ferz dike, ku di heqê proseya guhartinê
da halwesta xwe bikine yek, hevkarî û hevhebata xwe bi hêztir
bikin.
Partiya Sosyalîsta Kurdistan, banga hemû rêxistinên
Kurd û Kurdistanî dike, ku pêyvendiya navbera xwe bi hêztir
bikin, bona damezrandina dezgeyêkê netewî û hevbeş xebat
bikin, wekî gava yeka ji bona bi destxistina armanca hanê,
bi qeyd û şert piştigiriya Serokatiya Herêma Kurdistanê
bikin, ku bona “Konferansa Partiyên Kurdistan” hewl dide.
Tebax 2011
PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan
**
Biryarên
Kongreya Nehan a Partiya sosyalîst a Kurdistan
Biryar 1
Kongra me piştgiriya xebata guhartin, dij-diktatorî,
azadî û demokrasiyê, ku bi ser Afrîqayê Başur navçeyê
Ereb da girtiye, dike.
Biryar 2
Kongra me, piştgiriya xebata azadiya gelê Kurd li Îran
û Suriyê dike. Piştgiriya xwe hevxebat û peymana rêxistinên
Kurdîstana Suriyê nişan dide, ku li ser armancên hevbeş
hatiye ava kirinê.
Biryar 3
Kongra me ji peşketinên aborî, siyasî û civakiya Kurdistana
Başur û damezrandina dezgeyên netewî kêfxeş e. Kongra
me di vê baweriya da ye, ku ci be ci kirina bermameyên reformê,
wê demokrasiyê bi hêztir bike û piştgiriya hemû gavan
dike, ku di vî warê da bêne avêtin.
Biryar 4
Kongra me, xwe li Kurdistana Bakurê xudanê hemû deskevtên
netewî, ku bi xebatên cure cure hatine bi dest xistinê, dizane.
Kongra me carekî dinê jî radigihine, ku di hel û mercên îro
da divê xebata azadiyê bi şiweyê aşitiyane were
kirinê.
Biryar 5
Kongra me carekî dinê balê li ser pêkanina yêkitiyek li ser
berjewendiya netewî di nava hêzên welatparêzen Kurdistana
Bakurê da dikşine û girîng dibine, ku gotin û halwesta
hêzên welatparêz bi gor armancê hanê bibe û ji wan dixwaze,
ku ji bona pêkanina “Konferansa Netewiya Kurdistanê” hewl
bidin.
Biryar 6
Kongra me radigihine, ku divê xebata xortan û jinan were
xurttir kirinê, ji bona, ku jinan pirtir beşdarê bi rêva
birinê bibin, divê prensiba ciyawaziya pozîtîf were ci be
ci kirinê.
Biryar 7
Kongra me piştiriya hewlên guhartin û demokrasiyê li
Tirkiyê dike, balê dikşine ser vê yêkê, ku çareser kirina
pirsa Kurd bi şîkle aşitî û dadperwerî, girêdayiya
destnişan kirina statuya Kurdistana Bakur e. Kongra me
di vê bawerî da ye, ku eger dixwazin pekve bijin, divê sîsteme
federal bêne ava kirin û Kurd karê xwe bi xwe bi rêva bibe.
Kongra ma di vê bawerî da ye, ku di proseya amade kirina destureka
nu da, divê hêzên welatparêzên Kurd li ser bi dest xistina
mafêen netewî siyaseta hevbeş dest nişan bikin.
Biryar 8
Kongra me bo endamên Partiyê pêşniyar dike, ku di jiyan
û xebatê da girîngî bidine bi kar anina zimanê Kurdî.
**
Bi boneya Kongireya 9’mîn a Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK
Birêz Kek Mesûd Tek, Sekreterê Giştî ê Partiya Sosyalîst
a Kurdistanê (bakûr)
Birêzan endamên rêberiyê û beşdarên kongireya 9’mîn
a PSK
Silavek germ û birayane
Em bi dil û can lidarxistin û pêkhatina kongireya 9’mîn a
partiya we pîroz dikin û hêvî dikin ku we kongireyek pir destkevt
û serkevtî hebe û herweha bi destevtên mezin û hêja ve bi
dawî bînin.
Girîngî û pûteya wê kongireyê serbarê taybetmendiyên her
kongireyek we, zêdetir li vê yekê de xwe nîşan dide ku
ev kongireye li demek hestiyar û hesastir ji berê tê pêkanîn
û hûn bi hûrbînî û bi başî ji rewş û kawdana cîhanî,
deverî û Kurdistanî haydarin; Herweha rastbînî û dûrbînî a
we jî rêxweşker e ji bo nirxandina hemû aliyên vê zirûfa
nû û mifahstandin ji hemû derfet û delîveyên jêhat bi qazanca
rewşa Kurd bi giştî û Kurdistana Bakûr bi taybetî.
Em heval û birayên we ji Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
bi rêz û hurmet baştir a kongireyê û encamên baştir
ên wê dikin û hevîxwaz in ku encamên kongireya we, geşe
û pêşveçûna zêdetir a partiya dost û birayên me, partiya
Sosyalîst a Kurdistanê bi dûre be û biryarên bicî û kiryarên
bibandor û bitesîrtir li pey xwe re bîne.
Li vê derfetê de serbarê bûna xwe ji riya vê peyamê û beşdariya
heyeta nûneratiya me li kong2ireya we de, dîsan em tekezê
li ser dostaniya kevnar û pêwendiya bihêz û berdewam ên PDK
Îranê û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê dikin. Pêwendiyên ku
derbasbûyî nîşan daye çiqas paqij û saxlem bi manaya
rastîn a peyvê û bi qasekê birayane û dostane bûne ku li pêvajoya
xebatê de gelek caran xebatkarên w eli rex xebatkarên me li
yek çeperê de cî girtine û li demên hesas de jî xwedî helwestên
hêja û jêhatî bûne.
Carek din serkevtinê ji bo kongireya we û berdewamiyê li
pêwendiyên dualî de dixwazin.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Deftera Siyasî
**
Berêz kak Mesûd Tek, Sekretêrê Giştî yê Partiya Bira (PSK)
Berêzan Endamên Kongirê 9an
Silav û rêz
Bi bona li darxistina Kongirê Partiya we ya bira (PSK),
ez bi navê xwe û bi navê Komîta Navendî û bi navê hemî heval
û dostên Partiya me (PDPKS), bi dilgermî we pîroz dikim û
hêviya serkeftinê ji karê kongirê we re dixwazim û bawer im
ko ev kongir wê bi encam û biriyar û pêşniyarên giring
derkeve. Çimkî ev qûnaxa ko miletê kurd bi tevayî û li Kurdistana
Turkiyê bi taybet têre derbas dibe zor hestiyar û giring e,
yê me jî d bînin ko Partiya we, ev Partiya xebatker û zengîn
bi kadirên xwedî ezmûnek dirêj ji xebat û fedakariyê, dikare
roleke mezin bilîze ji bo bi destxistina hemî mafên netewî
bo miletê kurd, di bin siya sîstemek demoqratî û federalî
de li Turkiya..
Yê me her û her serbilind bûn bi hevpeymaniya li gel
we û her û her em xurt û bi hêzbûn bi pêwendî û têkiliyên
biratiyê li gel we û em bawer in her wisa jî dimînin..
Em dizanin ko rewşeke siyasî taze li Turkiya
bi rêve diçe, derfeteke mezin û buha li ber xebata miletê
kurd û tevgera wî ya siyasî hatiye vekirin, lewma em hêvî
dikin ko ev kongir bibe deriyek bo xurtkirina xebata we li
hundirê welêt. Êdî dema xebata siyasî û demoqratî û aştîxwaz
dest pêkiriye, û em dizanin ko yê we bi siyaseta xwe ya rast
û durist dikarin bibin baştirin elternatîv di nav miletê
xwe de..
Her bijin, serkeftin bo kongirê we yê 9an.
Ebdul Hemîd Derwîş
Sekretêrê Partiya Demoqrata Pêşverû Kurdî li Sûriya
|