PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Daxuyanî

PSK Komcivîna 6. Çêkir

Partîya Sosyalîst a Kurdistan, di dawîya meha îlonê da Komcivîna xwe ya 6. Çêkir. Ev komcivîn bi hejmarê nûnerên beşdarbûyî ji hemû komcivînên berê firehtir bû. Ji çend kesan pêve, ku ji ber sebebên ne di dest da, ne karîn di civînê da beşdar bin, yên dinê hemû, ku gor destûrê hatibûn hilbijartin tevli komcivînê bûn. Mixabin hejmara nunerên jin dîsa gelek kêm bû. Herçiqas di Komcivîna 5. da ji bo vê yekê biryarek jî hatibû girtin, lê Partîyê di cîanîna vê biryarê da bi ser ne ket.

Ji Komcivîna 5. vir da, ku di Hezirana sala 1998 da çê bûbû, ji du salan zêdetir waxt derbaz bûbû. Di vê navberê da him di warê pirsa Kurd da him jî dı warê pirsên dinê da li welat û heremê guhartinên mezin pêk hatibûn. Yek ji wan jî namzetîya Tirkîyê bû ji bo Yekitîya Ewrûpa. Ji bo van babetên ku di rojewê da bûn, berî Komcivînê raya hemû endamên partîyê hate pirsîn û ev ray bi nivîskî gihane Komîta Merkezî. Komcivînê jî qasî hefteyekê, li ser rojeva xwe sekinî, beşdaran ray û dîtinên xwe bi serbestî gotin. Komcivînê sîyaseta ku rêberîya partîyê di navbera herdu komcivînên da, ango di van du salên dawî da bi rêva biribû, rast dît, bo dahatû biryarên teze girtin, komîta kerkezî ya nu hilbijart û daxuyanîya dawî derxist û bi rîya wê li ser guhartinên van salên dawî raya xwe eşkere kir.

Di vê kongrê da her usa jî careke din li ser pirsa legalîtê hat sekinandin: Gelo rewş misaîd e yan ne misaîd e ku PSK di welat da eşkere, ango bi serbestî kar bike? Lê komcivîn bi piranîyeke mezin giha wê netîcê ku, herçiqas îllegalîte ne bi dilê me ye, em di vî warî da mecbûr mane xwe veşêrin, her usa jî Partîya me tim jî daxwaz kirîye ku rê vebe û bikaribe bi tevayî derkeve eşkeretîyê, lê mixabin rewşa Tirkîyê rê nade vê yekê. Partîya me nikare îro bi navê xwe û bi bernama heyî di welat da bi serbestî kar bike. Dewleta Tirk vê firsendê nade Partîyên Kurd. Komcivînê careke din giha wê netîcê ku, ji bo destxistina heqê legalîtê, divê kar û xebat bê meşandin û destxistina vî heqî her usa jî bi firehbûna demokratîyê li Tirkîyê û bı avêtina gavên misbet ji bo çareserîya pirsa Kurd va girêdayî ye.

Di komcivînê da komîta merkezî hat tezekirin û kadrên ciwan tê da cî girtin. Her usa jî di destûrê da guhartinek çêbû û sekriterê giştî rasterast bi destê komcivînê hat hilbijartin. Herçiqas heval Kemal Burkay bi xwe gelek xwest ku sekriterê giştî bê guhartin û hevalekî teze vî karî bigre ser milê xwe jî, dîsa Komcivînê bi tevayiya dengan ew hilbijart wek sekriterê giştî.

Beşek ji biryarên Komcivîna 6. Li jêrê ne. Her usa jî em di rûpelên xwe da cî didine daxuyanîya Komcıvînê.

Çend biryarên Komcivîna 6.

1. Komcivîna me piştgirîya hêzên welatparêz dike ji bo kar û xebatên wan ku di partîyeke legal da û li ser daxwazên netewî yên Kurdan bên ba hev. Dîsa qîmeteke mezin dide hevkarîya rêxistinên demokrat li der welat û piştgirîya kar û xebatên han dike.

Komcivîna me, her usa jî piştgirîya kar û xebata ji bo derxistina rojnamayeke rojane dike û di wê bawerîyê da ye ku derxistine rojnameyeke han bi hevra, wê xizmeta çareserkirina pirsa Kurd bike gor heqîyê û bi rê olaxên aştîxwazane.

2. Komcivîna me ji Tirkîyê dixwaze ku şert û daxwazên hemû peymanên navnetewî ku mor kirîye bi cî bîne, berî hemûyan jî şertên Kopenhagê; her usa jî ji Yekitîya Ewrûpa dixwaze ku di vî warî da rê nede Tirkîyê ku vê pemanê paymal bike.

Komcivîna me ji Tirkîyê dixwaze ku êdî gavan bavêje ji bo bi karanîna heq û azadîyên mirovî bi şiklekî fireh, ji bo serbest hiştina kar û xebatên partîyên Kurd, ji bo cîdana nasnameya Kurdan li Qanûna Esasî û ji bo derxistina efeke giştî wek şertê aşitîya civakî.

3. Komcivîna me dixwaze ku destkewtîyên Kurdistana Başûr bêne parastin û xurtkirin, hêzên welatparêz ên vî parçeyî pirsên navbera xwe bi rê-olaxên aşitîxwaz çareser bikin, ji peymanên ku mor kirine sadiq bin û hêza xwe ji poşvebirina kar û barê welat û xweşkirina rewşa gel bi kar bînin..

 
PSK Bulten © 2001