PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 
Kongra Partîya Sosyalîst a Gel ya Danîmarka (SF):

Divê Danîmarka û Yekitîya Ewrûpa
Heqê Kurdan derxin pêşîyê

Kongra Partîya Sosyalîst a Gel ya Danîmarka di rojên 11-13 Gulanê da çêbû û çar partîyên Kurd jî wek mêvan tê da beşdar bûn. Di Kongrê da sîyaseta Danîmarkê û ya Yekîtîya Ewrûpa di derheqa Kurdan da hat rexnekirin. Him di rapora Komîta Rêvebir a Giştî da him jî di biryarên Kongrê da pirsa Kurd cî girt.

Di Rapora Komîta Rêvebir da hat gotin ku, Tirkîye dixwaze bibe endamê yekitîya Ewrûpa, lê heqê kurdan nasnake û dijî Kurdan sîyaseta zulm û tedayê dimeşîne. Di raporê da usa tê gotin: ”Dema endametîya Tirkîyê tê rojevê, divê Yekitîya Ewrûpa û Danîmarka giranîyê bidin heqê Kurdan û wek şertekî li pêş Tirkîyê daynin.”

Di navbera biryarên Kongrê yên di derheqa rewşa navnetewî da jî pirsa Kurd bi dengê hemû nûneran cî girt. Di vê biryarê da hat gotin ku, naskirina heqê Kurdan bila bibeşertekî bingehîn li pêş endametîya Tirkîyê.

Kongrê sê roj ajot û çar partîyên Kurd (PSK, PDK-İran, PDK-Iraq û Yekitî) jî wek mêvan Hatibûn dawetkirin û tê da beşdar bûn û bi navê van her çar partîyên di kongrê da axaftineke miştêrek çêbû, her usa jî nûnerên partîyên Kurd bi mebûsên SF û heyetên mêvan ra li ser rewşa Kurdan qisekirin, agahdarî dane wan.

Huseyîn Kizilocak
Kopenhag

 
PSK Bulten © 2001