PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Li Kopenhagê Konferansa li Ser Pirsa Kurd

Li payîtextê Danîmarka bajarê Kopenhagê roja 14´yê Çirîya Pêþîn (14-10-2002) konferansek çêbû bi navê “Pirsa Kurd, Yekitîya Ewrûpa û Tirkîye.” Qisedarên Konferansê bi piranî Kurd û Danîmarkî bûn. Sekriterê Partîya me Kemal Burkay jî tevî vê konferansê bû û di derheqê çareserîya pirsa Kurd da qisekir.

Qasî 100 kesî wek xwendî (dawetkirî) di konferansê da beþdar bûn. Evana piranî Danîmarkîyên ku wek sîyasetmedar, rewþenbîr û rojnamevan bi pirsa Kurd eleqeder dibûn û Kurdên lî Danîmarka bûn. Hin welatên din yên Ewrûpî jî ji sefaretxane û konsolosîya xwe nûner þandibûn.

Ji Tirkan jî wek sîyasetmedar, parlamenter û sefaretxaneya Kopenhagê, ji hundur û der welat gelek kes û sazî hatibûn dawetkirin. Lê Tirkan wek gelek konferansên berê, vêcar jî dîsa ne hatin. Heya carina bi navê mamosteyên zanîngehê û rojnamevan kes diþandin ku rayê dewleta Tirk bîne zman, wê biparêze. Lê vêcar rê ne dabûne kesên han jî. Xuya ye, dewleta Tirk ku vê dawîyê bi navê firehkirina demokratîyê û hemahengî bi Yekitîya Ewrûpa ra, dixwaze raya giþtî li der û hundur bixapîne, lê bawerîya xwe bi xwe qet tune, tirsî ku li vê civînê rûreþ bibe û rê neda ku kes bê.

Konferans bi destê sazîyên jêrê hatibû amadekirin:

FN-Förbundet

AIF (Foruma Navnetewî ya Karkeran)

KOMKAR-Danimark

IMK (International Association for Human Rights of Kurds).

Konferansê roja 14 saet 10.00´an da dest pê kir û heya saet 18.00 dom kir û bi sê beþan pêk hat.

Beþa yekem bi navê “Para Kurdan di demokratîkbûna Tirkîyê da” bû. Di vê beþê da Hamiyet ¢zol (Awûqat ji Dîyarbekrê), rojnamevan Birgitte Vestermark û nûnerê Rêxistina Efê Astrid Sochting qise kirin.

Babetê beþa duwem “Pirsa Kurd li Himber Huqûqa Navnetewî” bû. Di vê beþê da Serokê IMK (Komela Mafên Mirovî ya Navnetewî ji bo Mafên Kurdan) Sertaç Bucak û Dr. Fîlolog Tove Skutnabb Kangas, ku li Zanîngeha Roskilde mamoste ye, qisekirin. Xanim Kangas axaftineke dirêj û îlmî kir û di vê axaftinê da li ser pirsa Kurd dûr û dirêj sekinî, kirinên Tirkîyê û hûqûqa navnetewî raxiste ber çavan, nîþan da ku, ew tiþtên Tirkîye bi dijî çanda Kurd bi kar tîne, jenosîda çandî ye gor biryarên Yekitîya Milletan.

Babeta beþa sêwem ev bû: “Çareserîyeke çawa ji bo pirsa Kurd?” Di vê beþê da Sekriterê PSK Kemal Burkay, ji qiyada HAK-PAR´ê Nejdet Gundem û bi navê Platforma Kurd li Ewrûpa, Serokê Federasyona kurd li Swêde Keya ¢zol qisekirin. Civîn bi alîyê Bent Christensen (Serokê Pêvendîyên Navnetewî ya Yekitîya Sendîkayan) û Huseyîn Kizilocak (ji KOMKAR Danimarkê) hat îdarekirin.

Di konferansê da axaftin bi zmanên Kurdî, Tirkî, Danîmarkî, Swêdî û ¢ngîlîzî bûn û di dema xwe da hatine wergerandin û guhdarîkirin.

Piþtî axaftinan dor hate pirsên guhdaran. Bi taybetî di beþa dawî da gelek pirs hatin kirin û nîqaþ çêbûn.

Axaftina Burkay ku bi Kurdî kiribû di malpera me da, di teniþtê da, tevî Tirkîya xwe cî digre.

Ji bo agahdarîya zêde ji bo vê konferansê, binêr: www.kurds.dk

 
PSK Bulten © 2002