PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Kontrgerîlla li kar e..

Kontrgerîlla rêxistineke dizî ya dema şerê sar bû ku bi destê Amêrîka li hemû welatên NATO hatibû çêkirin. Hayê hukumetan jê hebû. Li İtalya navê xwe Gladyo bû, li Tirkîyê bi navê kontrgerîlla hatibû naskirin. Kadrên xwe ji eskeran, polêzan û sîvîlan pêk anîbû. Rêvebirên vê rêxistina dizî bi destê Amêrîkîyan dihate perwerdekirin.

Armanca rêxistinê, gor gotina wan, di dema şer da parastina piştî cephe bû. Kîngê welatên komûnîst welatên NATO’yê dagir bikin, kontrgerîlla xelkê piştî cephe organîze bike û dijî dagirkeran ber xwe bide…

Lê ev rêxistin li gelek welatên Awrûpê û li Tirkîyê di dema aşitîyê da jî bi kar hat, dijî hêzên çep û demokrat.. Li İtalyê vê rêxistinê (Gladyo) gelek tiştên xirab kirin. Serokwezîrê kevn, Aldo Moro revand, kuşt û avête ser “Brîgadên Sor”. Li îstasyona bajarê Bolognê bombe teqand, gelek kes kuşt û avête ser komûnîstan…

Lê xirabîya herî mezin bi destê Kontrgerîllaya Tirk hate kirin. Ev rêxistin di salên 1960’î da dest pê kir û heya îro dijî hêzên çep û dijî Kurdan bi kar hat. Ne bi dehan, lê bi sedan provokasyon çêkir. Li vir û wê xwîn rijand, hezaran meriv kuşt. Tirkeş û A. Çatlî jî merivê kontrgerîlla bûn ku bi destê Amêrîkîyan li "Mekteba Panama" hatibûn perwerdekirin..

Ev sazî li Tirkîyê di sala 1952’yan da ava bû bi navê “Sazîya Lêgerîna Seferberîyê”. Lê piştra bi navê Kontrgerîlla hate naskirin. Piştra bû “Daîreya Şerê Taybetî”. Li vê dawîyê jî jê ra dibêjin “Fermandarîya Hêzên Taybetî". Navekî xwe yê dinê jî "Hêzên Sipî" ye.

Piştî ku Yekitîya Sovyêt belav bû û sazûmana sosyalîst têkçû, tirsa xerbîyan ji komûnîzmê nema, ango dema şerê sar derbaz bû, ev rêxistin li welatên NATO hat belavkirin, lê tenê li Tirkîyê ma û karê xwe ajot. Ev rêxistin îro jî aktîf e û di jîyana sîyasî û civakî ya Tirkîyê da roleke mezin dilîze. Dîsa provokasyonan çê dike, xwîn dirijîne û jîyana gel û welat terorîze dike.

Mehmet Eymur, ku waxtekî li MİT’a Tirk merivê duduyan û serokê sazîya “kontirterorê” bû, lê nuha ji MÎT’ê hatîye dûrxistin, xeyîdîye û li Amêrîkê dimîne, bi rîya înternetê gelek tiştên dizî eşkere dike. Eymur dibêje ku, kontrgerîlla nuha hazirîya piştî Ecevît dike. Ecevît nexweş e û belkî 5-6 mehê xwe mane. Kontrgerîlla ji nuha va hazirî dike ku piştî Ecevît dezge û hukumeteke çawa ava bike!..

Xuya ye ew provokasyonên ku li vê dawîyê dibin, dîsa teror bilind dibe û hin kes dîsa berê xwe didin generalan, bê sebep nîne..

Kîngê Tirkîye berê xwe piçek bide demokratîyê ew hêzên tarî wek cin û pêrîyan rola xwe dilîzin, tevlihevîyê derdixin, çavê xelkê ditirsînin û pêşî li guhartinê digrin.

İro jî derd û tirsa wan ew e ku, Tirkîye nêzî Yekitîya Ewrûpê bibe, çarçuva demokratîyê fireh be, kar û bar zelal be. Lê ev hêzên tarî û xwînxar ji vê yekê gelek ditirsin. Ronahî mirina wan e. Çiqas ji dest wan tê, ber xwe didin ku pêşî li vê guhartinê bigrin.

 
PSK Bulten © 2001