Kurd li ser pîyan in
Ferhad CAN
Bi rojan e Kurd li Kurdistanê û li der welat li ser pîyan
in. Beyanan didin, dicivin, dimeşin, nameyan dişînin.
Sebep gefên Tirkîyê ne. Bi rojan û mehan e berpirsîyarên
dewleta Tirk, sîyasîyên wan, çapemenîya wan dijî Kurdan, bi
taybetî dijî Kurdistana Bakûr kampanyayekê bi rê va dibin.
Xwe hazir dikin û li maneyan digerin ku Kurdistana Başûr
dagir bikin. Destkevtîyên Kurdan ji dest wan bigrin, parlamenê,
hukumetê, heya mektebên Kurdî bigrin.. Başûr jî wek Bakûr
kawil bikin..
Heya van nîyet û daxwazên xwe yên qirêj venaşêrin, eşkere
û bêperwa dibêjin. Bi salan e acizîya xwe ji parlamen û hukumeta
heremî, ji dibistan û têlewîzyonên Kurdî eşkere dibêjin.
Çend roj berê generalekî wan di bernameyeke têlewîzyonê da
heqeretên dinê li Kurdan dibarand û digot “Kurd ne meriv in,
bê şexsîyet in, guruh in!..” Generalekî dinê jî digot:
“Li başûr wek dewlet çêkirine: Hukumet, parlamen, esker,
ûnîversîte... Divê em herin van tiştan ji ortê rakin!..”
Wezîrê wan ê derva, Yaşar Yakiş digot: “Emê eskerê
xwe bişînine başûr, ji bo ku çavê Kurdan bitirsînin!”
Va ye mehek du meh e, Tirk li ser vê yekê bi Amêrîkê ra bazarîyeke
qirêj dikin. Ji bo ku cî û rê bidine eskerê Amêrîkê ji bo
cepha bakûr, jê dixwazin ku ew jî destê eskerê Tirk li Kurdistanê
serbest bihêle. Leşkerê Tirk bikeve Kurdistanê dagir
bike. Nehêle Kerkûk û Mûsil bikeve destê Kurdan, heya destûr
nedin ku Kurdên koçber vegerin ser axa xwe. Sîlehên Kurdan
ji wan bêne stendin. Piştî Saddam sazûmaneke federalî
çênebe. İraq jî wek Tirkîyê bibe dewleteke ûnîter.. Ango
ev hukumet û parlamena heremî jî nemîne. Heya Tirkan xwe hazir
kirine ku li cîyê mektebên Kurdî yên Tirkî vekin.
Gelo li ser vê bazarîya qirêj bi kîsî Kurdan Tirk û Amêrîkîyan
çiqas li hev kirine? Gor Tirkan li hev kirine. Amêrîka jî
bo ku jê ra rê vebe, dualî dilîze, him dilê Kurdan xweş
dike, him jî Tirkan ra dibêje erê. Amêrîkî dikarin vî tiştî
bikin. Ne cara pêşîn e ku wan Kurd xapandine. Di dewletan
da vîcdan tune; di yên mezin da qet tune!
Eva xetereke gelek mezin e ji bo Kurdan. Him ji bo Kurdên
başûr, him jî bo temamîya Kurdan. Bona vê yekê Kurd li
himber laf û gefên Tirkîyê û li himber vê bazarîya qirêj rabûn
ser pîyan.
Parlamena Kurd li Hewlêrê biryar girt û êlan kir ku naxwaze
leşkerê Tirk bikeve Başûrê Kurdistanê. Partîyên
sîyasî yên Başûr bi hevra beyan derxistin û gotin em
leşkerê Tirk naxwazin. Xortên Kurdan li zanîngehan meşîyan.
Mixalefeta İraqê li Hewlêrê civîya û bi yek dengî dijî
êrîşgerîya dewleta Tirk derket.
Li Hewlêrê nîv mîlyon Kurd, ango xelk meşîya. Bi kal
û ciwan, bi jin û mêr, bi zaro...
Piştî Hewlêrê li bajarê Akrê, li Berdereş bi dehhezaran
Kurd meşîn.
Rewşenbîrên Kurd beyan derxistin. Dayikên Kurd rojî
girtin.
Li der welat jî Kurd li ser pîyan in. Meşa pêşîn
li Stokholmê dest pê kir, li meydana Sergelstorg du hezar
Kurd civîyan û Tirkîye protesto kirin. Piştî wê li Hollandê,
bajarê Denhaagê, li Kopenhagê, li Kolnê, Berlînê û Wîyanayê
Kurdan mîtîng û meş çêkirin. Li Londonê Kurdan name li
hukumetê û parlamenteran barandin û di 7´ê Adarê da jî meş
û mîtîngek çêkirin.
8´ê Adarê li Brukselê li pêşîya sazîyên Yekitîya Ewrûpa
nêzî deh hezar Kurd civîyan, meydan bi alên xwe yên kesk û
sor û zer xemilandin û bi dengê xwe hejandin. Eynî rojê li
Stokholmê bi hezaran Kurd meşîn, çûn pêş sefarata
Tirkîyê. Dîsa di eynî rojê da li Oslo (Norwec) û Bernê (Swîsre),
roja dinê jî dîsa li Swêdê, bajarê Goteborgê meş û civînek
sazkirin.
Bi kurtî Kurd li hemû welat û bajarên Ewrûpa li ser pîyan
in, dengê xwe bilind dikin.
Kurd dixwazin dîktatorîya Saddam hilweşe û li cîyê wê
sazîyeke demokrat û federal avabe û İraq ji çekên komkuj
bê paqijkirin.
Kurd dixwazin tu dewletê heremê têkilî karê İraqê nebe,
leşkerê Tirkîyê nekeve Kurdistanê. Kurd hazir in welatê
xwe û azadîya vî parçeyî bi dil û can biparêzin.
Kurd azadî dixwazin, demokrasî û aşitî dixwazin.
Ev berxwedaneke gelêrî ye û hêz û yekitîya milletê me nîşan
dide. Kurdên çar parçeyî bi hevra ne, ji partîyên cure cure,
ji komelên cure cure ne û di bin ala rengîn da dimeşin.
Ev yek nîşan dide ku Kurd ne di xewê da na, Kurd gihîştine
û hazir in, heq û destkevtîyên xwe biparêzin. Meydan ji bo
xiraban ne vala ye.
Êrîşgerên dewleta Tirk û çapemenîya wan ê şovîn
herhal ne li benda tiştekî han bûn. Ew li himber çalakî
û coşa Kurdan aciz bûn, hewes û kêfa wan revî, zmanê
xwe guhartin, laf û gefên xwe ji bîra kirin û cardin Kurd
gunekar kirin. Gotin: “Gelo Kurd çima dijî Tirkîyê derdikevin.
Em ji bo alîkarîyê diçin, nîyeteke me yê xirab tune, me got
biçin û bên, bêyî ku tu guleyekî bavêjin! Me ewqas rindî bi
wan ra kiri bû, Kurd çima wan ji bîra dikin?.. ” Û hezar derewên
din...
De kerem kin, zordest usa nin. Xelkê alemê dikine cîyê ehmeqan.
Gur dît ku derî li ser tê girtin, îcar şalê dapîra me
li xwe dike ku em jê ra derî vekin..
Ev rabûna Kurdan li der welat, li ser raya giştî ya
dinyayê jî tesîreke baş nîşan da. Heya bû babetê
medyaya Amêrîka. Gelek kesan nivîsandin û gotin ku divê Amêrîka
cardin li Kurdan bêbextîyê neke, wan nexapîne. Heya Serok
Bush di beyana xwe ya çend roj berê da got ku ew piştgirîya
sazîyeke federal dike piştî Saddam û dixwaze ku heq û
azadîyên Kurdan jî bêne parastin.
Ev pêlekî delal bû ku xelkê me bi hêza xwe hesîya, derket
meydanê û daxwazên xwe bi rê olaxên aşitîxwaz bi xurtî
nîşan da.
Dîsa ev yek jî nîşan dide ku dema Kurd hişyar bin,
bi hevra bin û dengê xwe bilind bikin dost jî dijmin jî wê
guh bidine me û hisêbê me bikin.
Helbet mesele xilas ne bû. Hazirîya şerê kendavê berdewam
e. Tirk jî hazirîya xwe dikin. Divê Kurd li welat û li der
welat kar û xebata xwe sar nekin, yekitîya xwe xurt bikin,
bi her awayî hazir bin ku heqên xwe û welatê xwe biparêzin,
sînorên van heq û azadîyan fireh bikin û rê nedin xiraban
ku destdirêjahîya Başûr bikin.
|