Kurtexeber
Tebax
200
Korsîka jî
va ye ji dest diçe, wax wax!..
Dewleta Tirk û
xulamên wê yên ku xwe wek rewşenbîr dihesibînin di van
rojên dawî da gelek aciz in. Ji ber ku Franseya ku wan ji
dewleta unîter ra wek nimûne nîşan dida, ew jî va ye
ji dest diçe.
Rêvebirên dewleta
Tirk û xulamên wan ên “rewşenbîr” yan pirsa Kurd tucar
nasnekirin, yan jî ne zanîn wê çawa çareser bikin. Bi gotineke
din, wan ji veşartina pirsê û bi karnîna ço pêve tiştek
nasnekirin. Ew tucar hîn ne bûn û ne xwestin hîn bin, ka
di welatekî bi pir netew û pir gel da pirsa netewî çawa çareser
dibe..
Lê li dinyayê ewqas
nimûne hene. Berî hertiştî divê meriv ji ray û daxwaza
netewên bindest ra hurmet bike. Ger ew dixwazin cuda bin,
dewleta xwe ya serbixwe avakin, divê ji daxwaza wan ra hurmet
bê kirin. Yan jî ji bo jîyana li gel hev divê çareyek bê dîtin
li ser esasê wekhevîyê. Ev jî gor rewşa wan welat û melletan
yan konfederasyon û federasyon e, yan jî xwemuxtarî (otonomî)
ye. Va ye welatên Ewrûpa, hema bêje temamîya wan yan federal
in, yan ji heremên otonom pêktên.
Lê serok û berpirsîyarên
dewleta Tirk heya nuha tim Franse wek nimûne nîşan dan
ji bo çareserîya pirsa netewî. Franse unîter bû. Heya nuha
ji bo grûbên etnîk yên nav xwe şiklekî federal yan jî
otonom qebûl ne kiribû. Şerê
korsîkîyan kiribû. Li vî welatî zmanê resmî tenê Fransî bû
û hwd…
Lê çi heye ku ew
erda bin lingê Tirkên kolonyalîst û zordest jî va ye ji demekî
vir da dişemite, ev nimûne û mane jî namîne. Franse ku
pêşeng ü hêlanik a demokrasîyê bû li dinyayê, va ye di
warê pirsa netewî da jî diguhure. Herçiqas pirsên wan ên etnîkî
li cem yên Tirkîyê, bi taybetî li cem pirsa Kurd ne tiştek
in jî, Franse di vî warî da jî demokrasîyê ber bi pêş
dibe. Li Korsîkayê partîyên ku rê-olaxên şerê çekdarê
pêk ne dianîn ji xwe berê
jî serbest bûn. Ji xwe zû va di navbera Hukumeta Fransê û
wan da danustendin (dîyalog) hebû. Ji zû va meclîsên wan ê
heremî hebû. Ango serok û berpirsîyarên Tirkîyê heya nuha
jî di derheqa pêvendîyên Fransê û Korsîkayê da rast ne digotin.
Dema wan ji bo sîyaseta xwe ya hişk
û hov Franse wek nimûne nîşan didan, neheqî lê dikirin.
Lê ew Franse nuha bi pêşengîya hukumeta Partîya Sosyalîst,
xwe hazir dike gavên pêşvetir bavêje, çawa hukumeta Tony
Blaîr li Brîtanya Mezin kir. Ew jî li Korsîkayê parlameneke
teze ava dike ku heqê xwe
hebe qanûnan çêke. Li Korsîkayê xwendin li mekteban wê bi
zmanê Korsîkî be. Ango zmanê heremî jî li ba Fransî wê fermî
(resmî) be. Bi vî awayî li Korsîkayê hukmeke otonom ava dibe.
Usa xuya ye ku,
guhartineke han di nêzê da li hin heremên Fransê yê din, wek
Li Alsas-Loren,
Brêton û Bask jî çêbe. Ji ber ku xelkê van mintiqeyan jî xwedî
daxwaz in û nah şunda
daxwaza heq û azadîyên heremî zêdetir bin.
We dît, çi guhartineke
xirab ji bo kolonyalîstên Tirk! Bextê wan ê reş, nah
şunda ewê çi xwelîyê li xwe kin, kê ji xwe ra wek nimûne
nîşandin, wax wax!..
Bona vê yekê jî,
ew serhişk, şovîn û kevneperestên li medyaya Tirk,
ew parêzgerên dewleta unîter, ew dijminên Kurdan ên sondxwarî
nuha şaş bûne mane. Dibînin ku erda bin lingê wan
dişemite û dara wan xwe spartîye di ser wan da tê, qîre
qîra wan e.. Hin ji wan ji xwedê ra dia dikin ku Franse neguhure,
wek xwe bimîne, hin ji wan aqil bi ber Fransîyan dixin, dibêjin
“şaşîyên usa mekin!..” Heya nuha çawa bûbûn novedarê
sînorên Tirkîyê, Îraq, İran û Sûrîyê, nuha jî dilê wan
bo “yekitîya Fransê” usa dişewite!
Gidîno, ser êzingino!
Fêm bikin êdî, dinya diguhure, divê hûn jî biguhurin, wekî
din çare û derman nîne. Ka gotinek we hebû, bînin bîra xwe:
"Bêlîk
bisene! Qandiralî, tu jî bisene!"
Waxta wê
hatîye ku meriv vê gotinê biguhure û usa bêje:
“Bêlîk
marş! Qandiralî, tu jî marş!”
Rê ev e,
him jî asfalt e, yallah!..
Kurd netew
in, hûrgel in, yan ne tiştek in?!.
Malum e, em Kurd
xwe hûrgel (mînorîtet) qebûl nakin, ji ber ku ji vê gelek
zêdetir in. Em bi dîroka xwe ya kevn ku digihîje hezaran sal,
bi zmanê xwe yê taybetî û dewlemend û –herçiqas di nav çar
dewletan da parçe be jî- bi welatekî fireh qasî Fransê, bi
40 mîlyon nifûs, milletekî mezin in. Lê dewleta Tirk jî me
wek hûrgel qebûl nake. Helbet, meremê wan cuda ye; ew naxwaze
heya heqên hûrgelan bide me, bona vê yekê usa dibêje.
Ji ber vê ye ku,
dema wan bihîst berpirsîyarê Yekitîya Ewrûpê Verheugen, di
hatina xwe ya Enqerê da pêşnîyareke
nivîskî da serokên Tirkan û ji wan xwest ku heqê têlewîzyon
û xwendinê bidine “hurgela kurd”, gelek Tirk dîn bûn!
Gelek balkêş
e, di wan rojan da serokê PKK Avdilla Ocalan jî, ji mapisxana
İmralî beyanek da û got “Kurd ne hûrgel in!"
Gelo merema wî çi bû? Wî jî wek me dixwast bêje Kurd ne hûrgel
in, lê milletek in? De haa!.. Di rojnama Ozgur Polîtîka da
(ya 22 Tîrmehê) di derheqa vê yekê da usa tê gotin:
"Serokê
PKK Avdilla Ocalan jî tevî nîqaşê bû û raya xwe got li
ser mesela pêşnîyarên
Verheugen ku di serlêdana xwe ya Enqerê da gihandibû berpirsîyarên
Tirk." (Hellbet
herkesek raya xwe dibêje ma Ocalan disekine? İmralî jî
va ye ji salekî zêdetir e ku bûye Çankaya’ya dudoyan!.. Notê
Nivîskar) Ocalan, got: ‘Kurd ne hûrgel in û tiştê
ku em ji bo Kurdan bixwazin ne pirsa hûrgelan e, divê Kurd
bikaribin heqên xwe yên çandî bi serbestî bi kar bînin…"
Ocalan
her usa jî di beyana xwe da ev tişt gotin:
"Pirsa
Kurd êdî ji pirsa sînorên sîyasî derketîye."
"Em
daxwaza partîyeke Kurd nakin."
"Meriv
dikare ‘Krîterên Kopenhagê’ û hukmên Peymana Lozanê bi hevra
bide ber çavan, li hev bîne, bikelîne…"
"Em
ji bo herkesî çiqas demokrasî dixwazin, ji bo Kurdan jî divê
ewqasî bixwazin…"
"Divê
di çarçuveya heqên demokratîk da heqên xwendinê (perwerdegarî),
çandî û çapemenî bi serbestî bi kar bên… Ewê jî bi
pêşveçûna demokratîyê gav bi gav bibin…”
De kerem kin
lê binêrin: Heqê xwendinê jê derînin, çi ferqê van gotinan
û yên ku dewleta Tirk bi salan e dibêje heye? Ocalan jî wekî
berpirsîyarên Dewleta Tirk û berdevikên wê yên di çapemenîya
da bi lez û bez bersîva Verheugen dide. Dibêje "Kurd
ne hûrgel in." Qala Lozanê dike û pirsa Kurd dadixe dereca
heqên çandî. Destxistina wan jî dihêle gav bi gav demokratbûna
Tirkîyê, ango heya rojên ne xuyayî..
Belê, Ocalan Krîterên
Kopenhagê jî wek berdevikên dewleta Tirk
şirove dike, di vî warî da hîn ji YA’yê jî şunda
dimîne…
Lê evtişt
ne ecêb e. Ocalan li ser gotina xwe ye ku roja pêşin
kete destê tirkan ji wan ra gotibû. Ango ew xizmeta dewleta
Tirk dike.
PKK jî bê lam
û cim bi dû wî diçe. Çapemenîya PKK jî van bîr û rayên "giranbuha"
digihîne Kurdan û hemû dinyayê…
Evana jî Rewşenbîr
in..
Civîna salane
yê rewşenbîrên Tirk li kevîya Gola Abantê bû wek adet.
Abant cîyekî xweş e. Li quntarê çîyayê Bolu, bi daristaneke
gur û geş hatîye pêçan. Rewşenbîr li vir salê çend
rojan dicivin, derd û pirsgirêkên Tirkîyê qise dikin, serê
xwe pê diêşînin, ka Tirkîye wê çawa bibe demokrat û pêşnîyarên
xwe bi rêz dikin. Li ser tiştên ku wan li hevkir, wek
daxuyanî belav dikin.
Vêcar jî usa kirin.
Yek ji babetên civînê, helbet pirsa
Kurd bû. Lê wan ev pirs heya bi nav jî ne kirin. Ji bo 20
mîlyon Kurd, heya qasî sed hezar Tirkê Qibrêsê jî heq û azadî
minasiw ne dîtin.. (Ne dîtin, ji ber ku, ew rewşenbîrê
ku ewqasî bibîne û bifikire li vî welatî gelek kêm e, yê ku
bifikire jî nikare bêje,
mêrxasê usa hîn kêmtir in…) Lê hûn konfederasyon û federasyonê,
heya xwemuxtarîyeke piçûk li wir bihêlin, gotina "nasnama
çandî" jî ne karî bikeve vê daxuyanîyê, ew ji Kurdan
ra pir hate dîtin. Li cîyê wê, gotina "xusûsîyetên
çandî" danîn…
Herhal êdî MGK
jî ji ewqasî ra dengê xwe nake!..
Lê dema rewşenbîran
qala van tiştan dikirin, Ocalan li cîyê xwe disekine?
Wî jî di îmralîyê da heqê axaftinê girt, yan jî berwarkî (paralel)
hate girêdan û çareserîya pirsa Kurd wek “azadîya
çandî yê demokratîk"
bi nav kir (formûle kir) û got: "Di
rewşa Tirkîyê da çareserîya
herî rast ku dikare bibe ev e!”
(Binêrin: Rojnama Ozgur Polîtîka, 28’ê Tebaxê). Ango gor Ocalan,
ji bo çareserîya pirsa Kurd li Tirkîyê, ne hewce ye ku di
warê sîyasî û îdarî (revebirina karê welat) da tiştek
bê kirin; ango ne federasyon,
ne xwemuxtarî, heya ne jî nasnama çandî… "Azadîyên çandî"
têr dike û ji serê Kurdan jî zêde ye!
"Azadîyên
çandî" û "xusûsîyetên çandî"… Gelo di navbera
van da tu ferq heye?
Bi raya min,
MGK jî êdî ji vê gotinê ra tiştekî nabêje!..
Nuha Apocî dinivîsînin
û dibêjin ku, ew rayên Apo yên teze li bal berpirsîyar û hukumetên
welatên dinê (Îraq, İran û Sûrîye) gelek baş têne
dîtin..
Çima baş
neyêne dîtin, bavo, çima baş neyêne dîtin! Tu ji bo kurdan
tiştekî naxwazî, tu heqê xwe li hemûyan helal dikî, ma
dîn bûne ku baş nebînin?!.
Dibê madelyekî
zêrîn jî di stûyê we da dardakin!..
Dema Apo vî tiştî
dibêje û PKK jî xwedî derdikeve û belav dike, hingê em çima
rewşenbîrên Tirk gunekar bikin? Dema ew heqê Kurdan diparêzin,
wek me di derheqa wan da jî dawe vedibin, ew jî karê xwe winda
dikin, di zindanan da dirizin, heya carina tên kuştin.
Dema Kurd ji doza xwe ra xwedî dernekevin, xelk çima derkeve,
rewşenbîrên Tirk çima xwe biêşînin?.
YOK’a Evren
û Rektorên MGK’ê...
Sazîya Xwendina
Bilind jî, ku Tirk bi kurtî
jê ra dibêjin YOK, dîyarîyeke Pînoşeyê Tirk Evren e,
berhemê faşîzma 12 İlonê ye.
Hukma piştî
12 İlona sala 1980, bi aqlê xwe yê eskerî, xwest hertiştî
bike bin bandûra xwe, welat bi sazîyên faşîst tijî kir
ku yek jî di navbera wan da Sazîya Xwendina Bilind (YOK) e.
Endamên vê sazîyê berê bi destê Ewren hatin nîşandan
û bi vî şiklî berdewam kir. Rektor û dekanên zanîngeh
û fakulteyan piştî hilbijartineke gelek tevlihev bi destê
YOK’ê tên hilbijartin. Şagirtên zanîngehan ji xwe di
vî karî da pardar nabin,
rayê ku profesorên wan didin
jî pirî caran qîmeta xwe tune. Bi vî awayî, piştî hukma
eskerî ya 12 İlona sala 1980 zanîngehên Tirkîyê jî ketin
bin hukmeke hîyerarşîk û dîktatorî. Di zanêngehê da pêvendîyên
demokratîk ne man. Azadîya ilmî ku ji xwe bi destê
kemalîzma nijadperest û şovîn
bûbû sosretek, tu bêje qet ne ma.
Bona vê yekê,
YOK bi salan e bûye pirseke mezin. Kes guh nade gilî gazin
û protestoyên xwendekar û mamosteyan. Ew krîza dawî ku tîrmeha
çûyî li ser hilbijartina rektoran di navbera YOK’ê û Serokkomar
Sezer da derket, ew jî berhemeke vê sîstema nedemokratîk bû.
Gor vê sîstemê
berê mamosteyên zanîngehê ji bo rektor dengê xwe didin. Lê
YOK ji nav wan şeş kesê zêde raygirtî, gor kêfa
xwe sê kesan hildibêjere û pêşnîyarî serokkomar dike.
Ew sê kes dibe ku pir ray girtibin, dibe ku nebin.. Serokkomar
jî ji nav van sê kasan rektor hildibijere û ew jî bi kêfa
xwe ye.. Li dawîyê gelek caran ew kesê ku pir ray girtîye,
ango bawerîya mamosteyan pê heye nayê hilbijartin, li şuna
wî (yan jî wê) yekî din, ku
qasî nîvê wî, heya çaryekê wî deng ne girtîye, ew tê hilbijartin.
Vê carê jî hema hema usa bû. Li İzmîrê, tiştê ku
di Zanîngeha 9 İlonê da bû wek qeşmerî bû. Profesorê
ku ji 400’î zêdetir deng stendibû di lîsteya YOK’ê da cî ne
girtibû, lê kesê ku tenê yek
deng (yek ray) stendibû, ew di lîstê da bû!
Baş e ku
vêcar di miqamê serokkomarîyê da ne Evrenê Pînoşe, ne
jî Siloyê Gerdenga hebû. Birêz Sezer ev lîste şunda vegerand.
YOK’ê herçiqas dîsa berxwe da jî, li dawîyê du kesê ku kêm
ray stendibûn fedîkirin xwe vekişandin û YOK’ê bêçare
ew kesê zêde dengirtî nîşanda û Sezer ew hilbijart.
Dîsa jî li her
derê bi vî awayî ne bû û yên ku zêde deng stendibûn ne hatin
hilbijartin. Yên ku Sezer ji bo zanîngeha 19 Gulanê a Samsûnê
û Zanîngeha Dîclê ya Dîyarbekrê hilbijartin gelek kêm deng
stendibûn.
Baş e, çima
usa dibe? Çima YOK kesê ku ji çarsedî zêdetir deng stendîye
di lîstî da nîşan nade, lê merivên tenê dengek stendî
nîşan dide û xwe rezîl dike? Çima ewqas bêperwa ye ku
heya guh nade daxwaza serokkomar? Çima Sezer li Zanîngeha
İzmirê kesê ku pir deng stendibû hilbijart, lê li hin
cîyê dinê na? Xuya ye sebeb hene û sebebê herî mezin jî daxwaz
û fermanên MGK’ê ne..
Belê, di bin
vî karî da jî dîsa tilîya MGK’ê (Sazîya Ewleyî ya Mîllî) derket.
Tu nabêjî, MGK emir û ferman daye û xwestîye ku Rektor divê
cudaxwaz (ango Kurdperwer) û kevneperest (ango olperwer) nebin!
Em nizanin ew kesê ku ji çarsedî zêdetir deng stendibû lê
di lîsta Yok’ê da cî ne girtibû çi kes bû? Gelo eslê xwe Kurd
bû, yan yekî ku zêde guh ne dida dogmayên kemalîzmê, lê qîmet
dida azadîya ilmî?.. Lê ew Kesên ku zêde deng stendibûn, lê
Sezer ew ne hilbijartin?
Ev MGK pozê xwe
dirêjî her derî, heya dirêjî bin nivîna xelkê dike! Tê bîra
we ku çend sal berê bi navê MGK raporek hatibû hazirkirin
û tê da dihate gotin ku li
pêş Tirkîyê xeterek mezin heye, Kurd gelek bi lez zêde
dibin û di sala 2025 da nifûsa Kurdan wê ji ya Tirkan zêdetir
be. Usa gotin û çenteyên xwe tijî prezerwatîf kirin û bezîn
Kurdistanê, da ku wan li mêrên Kurd belav bikin!..
Ji Karker
û Memûran ra Tune, Ji Tank û Topan ra Pire
Digel ewqas qal
qirê ku dikare gelek hukumetan belav bike û digel zikêşên
Ecevît, hukumeta 57’an dîsa wek bi benîşta A-4 bi hevra
kelandine, dajo û diçe. Ji ber ku sermîyandarên mezin li der
û hundur welat dixwazin ew bimîne. Ji bo bi rêvebirina bernameya
aborî ku wê daye pêşîya xwe, ji bo bi cîanîna reçeteyên
ÎMF hebûna wê şert e. Bo daxistina enflasyonê divê kember
zidetir bişidin, bo serketina bernama aborî, divê hukumet
ji sîyasetên popîlîst dûr bisekine.
Divê zêde mesref neyê kirin ji bo avahîyên teze û ji bo kar
û barên civakî; divê nanê karker, memûr û emegdaran (kesên
teqayîtbûyî) piçûktir be, piştgirî ji cotkaran ra qut
be. Dibên usa nebe enflasyon danakeve, welat dernakeve rastê…
Dibêjin ev dermanên
tahl û tirş divê demeke din bêne vexwarin…
Bi salan e ji me
ra vê kilamê dibêjin. Gel êdî jê bêzar bû. Karker, memûr,
emegdar û cotkar êdî bi cinan ketine, lê tiştekî jî nikarin
bikin. Dijayetîya wan heryek bi serê xwe dimîne, bi hevra
û li seranserî welat xwe nîşan nade. Ji ber ku ew bê
rêxistin in. Ji ber ku rojname, radyo û têlewîzyon, ango medyaya
ku raya giştî hazir dike di dest sermîyana mezin û dewleta
wan da ye. Ji ber ku polêz û leşker hazir û nazir in
ku berxwedanên wan ên herî piçûk û bê sûc û
gune jî belawela bikin…
Belê, ev welat
di bin êrîş û zulma polêz û leşkerê xwe da ye.
Zema ji bo ucretên
karker, memûr û emekdaran gor dereca enflasyonê gelek li jêr
ma. Dîsa jî bo wan pere tune. Malê cotkaran di zevîyên wan
da, di destê wan da ma; ji bo
wan jî tu alîkarî tune. Lê ji bo silahan, ji bo tank û topan,
ji bo teyare û keştîyên şer pere heye, him jî pirr
heye!...
Ca binêrin, Tirkîyê
di bin dênan da xeniqîye; para mezin ji botçê -tu bêje hema
nîvê wê- diçe faîzên dênên der û hundur; lê dîsa jî pereyen
gelek mezin diçine silahan ku ne gor aqilan e. 5
mîlyar dolar diçe ji bo 140 helîkopterên şer!
4 mîlyar
dolar diçe ji bo hezar tank!
Mîlyarek
dolar diçe ji bo 8 teyareyên AWAKS!
Dîsa
gelek pere wê biçe ji bo keştîyên şer û ji bo seyareyên
casûsî li ezmanan…
Gelek
pere wê biçe ji bo pardarîya teyareyeke şer “ya duwerojê”…
Û
gelek tiştên dinê!..
Belê ji bo van
tiştan heye. General çi bêjin tê kirin. Kar û qezenca
welat diçe ji bo silahan. Ji bo welatekî feqîr eva gor aqilan
e, yan îşê dînan e?.
Ceremeyê
vê yekê jî tenê feqîr fuqare dikişînin, ew di bin vî
barî da dinalin. Lê dewlemendên welat tucar xwe aciz nakin.
Ew kembera xwe tucar naşidînin. Kêfa wan tim li cî ye.
Jîyana wan ê lukis du car, sê car mezin dibe û dajo.
Belê, feqîr û fuqare,
ango piranîya gel di bin
vî barî da dinale. Lê ew jî tenê bi nale-nala xwe dimînin.
Ranabin ser pîyan û bi mîlyonan nameşin, nabêjin “êdî
bes e!” Heya ku ew bi vî şiklî dernekevin kûçe û kolanan
û dengê xwe bilind nekin,
halê wan jî tim ev be…
Mebûsê FP Oya
Akgonenç:
Heqê Kurdan,
Ereb û Çerkezan Ne Hatîye Naskirin
Mebûsek ji Partîya
Fazîletê, Xanim Oya Akgonenç, çend roj berê li Cenewrê, di
Komîsyana Milletên Yekbûyî ya Heqên Mirovî da qise kir û got:
"Li Tirkîyê tu heqê Kurdan, Ereb û Çerkezan ne hatîye
naskirin û di vî warî da rexnekirina sîyaseta dewletê jî wek
curmekê tê hesibandin." Her usa jî got, Erbakan û
gelek kesên dinê, ji bona rexneyên han bi rîya bendê 312 hatin
cezakirin û heqên wan ên sîyasî ji dest wan hatin girtin.
Xanim Akgonenç got, divê Rêxistina Milletên Yekbûyî li ser
vê meselê bisekine û çareyekî bibîne.
Belê, meriv ji
gotina rast ra çi bêje!
Lê ji ber van
gotinên rast, nuha hemû şovînên Tirkan, berî hemûyan
jî rojname û têlevîzyonên di xizmeta vê sazûmana zordest da
êrîşî ser Xanim Akgonenç dikin ku, çawa di civîneke navnetewî
da dijî Tirkîyê tiştekî usa gotîye. Dozgerê Mehkema Dewletê
ya Ewlekarîyê (DGM) ya Enqerê jî bi lez û bez di derheqa wê
da dawe vekir. Ango seferber bûn ku vê jinikê jî wek ên dinê
biêşînin. Dixwazn parastina wê ya wekîltîyê (ya parlamenterî)
rakin. Nişkêva kivşkirin ku ew jî himwelatîyê Amêrîka
ye!
Ev kiryarên
han ji bo van hovan tiştekî adî ye.
Lê belê, rastî
çi ye? Li vî welatî tu heq ji Ereb û Laz û Çerkez û Gurcan
ra hatîye naskirin? Lê ji 20 mîlyon Kurd ra? Gelo di vî welatî
da di warê sîyasî, îdarî û çandî da tu heqekî Kurdan hatîye
naskirin?
Ew jî, dinya
alem jî zanin ku, li vî welatî heqên Kurdan û yên gelên dinê
hatine paymalkirin. Zulm û neheqî li wan hatîye kirin. Eva
curmeke mezin e û her usa jî paymalkirina prensîbên Yekitîya
Milletan e.
Lê ev zordestên
han, li curmên xwe nanihêrin, yên ku dijî van curman derdikevin
wan gunekar dikin.
Bîlesewe ne gotine:
Dizê jêhatî xwedîyê malê gunekar dike.. Vana jî him curmkar
in, him serkar in..
Peymanên Teze
ku TC’yê İmza Kirin
Tiştekî gelek
balkêş e, di van rojana da Dewleta Tirk (TC) du peymanên
Milletên Yekbûyî mor kir
ku di sala 1976 da hatibûn çêkirin. Ev peyman heya nuha bi
alîyê 140 dewletan hatine morkirin, Tirkîye yê dawî ye. Çima
Tirkîyê 24 sal lingê xwe da erdê û ew mor ne kirin? Eyan e,
dema ku Tirkîye peymaneke navnetewî mor neke, xuya ye ew li
ser heqên mirovan e, bi taybetî jî feyda Kurdan tê da heye..
Ev herdu peyman jî bi vî rengî ne. Yek li ser heqên medenî
û sîyasî ye, ya dinê jî li ser heqên aborî, civakî û çandî
ye.
Serda jî, di
van peymanan da behsa heqê hûrgelan (mînorîtet) û behsa heqê
self determînasyonê tê kirin. Ango tê gotin ku, heqê hemû
gelan e di derheqa duweroja xwe da bi serbestî biryar bidin.
Baş e, çawa
bû Tirkîye nuha wan îmza dike? Gelo Tirk hatine rehmê, ewê
îro şunda heqên hurgelan bidinê, yan heqê Çarenûsî ji
Kurdan ra nasbikin?.
Zanim nuha hûnê
bikenin. Helbet, ne ew, ne jî ew.. Tiştekî usa ji dilê
Tirkan derbaz nabe. Lê Yekitîya Ewrûpa ji wan dixwaze, bo
endametîyê wek şert datîne ku van peymanan jî îmza bikin..
Hûn dibînin ku sebep hene..
Lê piştî morkirinê
çi be? Tiştek jî nabe! Ewê dîsa ya xwe bikin. Wan heya
nuha gelek peymanên navnetewî mor kirin, lê gor kîjanê kirin?.
Mora wan di binê Peymana
Helsînkîyê da jî heye û di vê peymanê da jî li ser heqê hûrgelan
û li ser heqê çarenûsîya gelan hatîye nivîsandin; lê va ye
ji ser vê morê 25 sal derbaz bûn, ka çi jê derket û Tirkîyê
heya nuha çi gav avêtin?
Adet û usûlên berpirsîyarên
dewleta Tirk ev e: Kîngê mecbûr bin mor dikin, lê piştî
wê jî dîsa ya xwe dikin. Ew di vî warî da gelek xwedî tecrûbe
û bê fedî ne.
Ew
çawa dixwazin Şertên Kopenhagê bi cî neynin, bona vê
yekê, heya wek hûrgelekê jî hebûna Kurdan qebûl nakin, dibêjin
Kurdî ne zman e, piştî morkirina van herdu peymanan jî,
nuha dibêjin: "Ew
heqê hûrgelan û yê çarenûsî me eleqeder nake, ji ber ku evtişt
ji bo kolonîyan hatine nivîsandin,
ne Tirkîye kolonyalîst e, ne jî Kurdistan kolonî ye.."
Belê belê, waxtekî
Cezayîr jî ne kolonî bû, “beşek ji Fransê” bû.. Gîne
û Angola jî welatê Portekîzîyan
bûn!
Serok û serkarên
Tirk difikirin ku ewê heta hetayê karê xwe
bi vî rengî, bi rîya zor û derewan bimeşînin. Lê hukma
zor û derewan heya cîyekî ye û heya waxtekî ye. Ew jî bibê
nebê, rojekî vê rastîyê hînbin..
|