PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Divê Leþkerê Tirk Neçe Iraqê û
Ji Kurdistana Baþûr dûr bisekine

Þeþ-heft meh berê, ango berî þer, Tirkan xwestin tevî Amêrîkê eskerê xwe biþînin Iraqê û Kurdistana Baþûr dagrin. Ev xeyal ji ber gelek sebeban bi ser neket. Sebebeke esasî jî berxwedana Kurdan bû. Gelê Kurd him bi sazîyên xwe, him jî bi þiklekî gelêrî, bi meþ û civîn, bi karê dîplomatîk dengê xwe bilind kir, dijî dagirkerîya Tirkan derket. Vî dengê xurt tesîra xwe li ser Amêrîkê jî, li dinyayê jî nîþan da.

Îro jî, ji ber ku eskerê Amêrîkê li Iraqê ketîye tengasîye, Tirk careke din pê ra bazarî dikin ku leþkerê xwe biþînin wir.

Ev bazarî jî dîsan xetereke mezin e ji bo milletê Kurd.

Ji ber ku esker þandina Tirkan ne ji bo hevaltîya Amêrîkê ye. Tirk ji dil û can dixwazin ku Amêrîka biþkê û rojkî berê ji Iraqê derkeve biçe.

Esker þandina Tirkan ne ji bo aþitîya Iraqê, ne ji bo alîkarî û mirovhizî ye jî. Ji ber ku ev tiþxtên delal di deftara wan da tucar tune. Çiqas fîstana dapîrê yan jî postê berxê bikiþînin xwe jî em wan guhên dirêj ên gur baþ nas dikin..

Vê dawîyê jî gelek baþ eþkere bû ku Tirk bi destê „tîmên taybetî“ û kesên kirêkirî prowokasyonan pêk tînin li Kurdistana Baþûr û Iraqê.

Tirk ji bo du tiþtên esasî dixwazin eskerê xwe biþînin Baþûr: Yek ev e ku bi vê firsendê Kerkûk û Mûsilê dagrin, ango „milkê Osmanî“ þunda vegerînin; qe nebe, parekî ji niftê bistînin. Ya duwem jî pêþî li Kurdên Baþûr bigrin. Rê nedin wan ku bibin dewlet, çi bi þiklê serbixwe, çi bi þiklê federalî... Heya ev xwemuxtarîya ku bi peymana sala 1970 bi dest ketibû, wê jî nehêlin.

Parlamen û hukumeta heremî hilweþînin..

Dibistan û zanîngehên Kurdan bigrin.

Rojname û kovarên Kurdî bigrin, têlewîzyonan reþ bikin...

Belê, Armanca Tirkan ev e. Armanceke qirêj e, hovî ye.

Bona vê yekê ye ku Tirk ji Amêrîkîyan ra dibêjin, „belê em eskerê xwe biþînin, lê ji bo bakûrê Bexdayê.. Heya Kerkûk û Mûsil divê cî-warê eskerê me be..“

Her usa jî Tirk dixwazin eskerê xwe ji ser Kurdistana Baþûr biþînin û rêyan bigrin bin qontrola xwe, bi maneya karên lojîstîk û tiþtên dinê, li vir gelek qereqol û padîganan çêkin...

Ango mala ku nekarîn ji derî bikevinê, nuha dixwazin ji qulikê bikevinê..

Her usa jî Tirk þertan datînin li pêþ Amêrîkê, da ku dahatûya Iraqê gor dilê wan be. Ango Kurd nebin xwedî tiþtekî.

Belê, nîyeta Tirkan xirab e.

Ew dixwazin bi vê firsendê Tirkmenan jî zêdetir bi çek bikin, perwerde bikin û berdine Kurdan...

Ango li Kurdistana Baþûr ji bo destkevtîyên Kurdan xeter berdewam e. Bona vê yekê divê Kurd gelek hiþyar bin.

Partî û sazîyên Kurd li himber vê plana qirêj divê careke din dengê xwe bilindkin.

Eskerê Tirk bila nekeve Kurdistana Baþûr û Iraqê!

Çûna eskerê Tirk tucar xizmeta aþitî û aramîyê nake, lê tevlihevî û nakokîyan zêdetir dike.

Sazûmana Tirk a zordest ji bo maf û armancên xwe yên qirêj, dixwaze xortên Tirk û Kurd bavêje nav agirê þer. Lê eva lîstikeke pir xeter e.

Bila leþkerê Tirk ji Kurdistana Baþûr dûr bisekine!

Kemal Burkay
Sekriterê Giþtî
Partîya Sosyalîst a Kurdistan

15 Îlon 2003

 
PSK Bulten © 2003