Li Kerkûkê Tirk tevdidin
Kemal Burkay
Berdevikên dewlet û hukumeta Tirk û medyaya wan, van rojên
dawî cardin germ bûne û şematê dinê derdixin li ser
pirsa Kerkûkê û li ser kar û xebata Kurdan ji bo federalîyê.
Dibêjin: “li Iraqê federalî tucar nabe! Kerkûk bajarê Tirkmenan
e! Dema Kurd van tiştan bixwazin Iraq tevî hev dibe,
şerê navxweyî derdikeve…”
Berpirsîyarên dewleta Tirk nuha, bûyerên Kerkûkê yên dawî
jî wek delîl nîşan didin û dibezin ber derê Amêrîkîyan,
dibêjin, “tiştekî bikin, Kurdan bidine sekinandin!”
Lê bi rastî, ew bûyerên vê dawîyê ku li Hewlêr û Kerkûkê
çêdibin, bi raya me bi temamî berhemên dewleta Tirk in,
bi destê tîmên taybetî û casûsên wan ên nav Tirkmenan pêk
tên. Tirk him bi xwe dikin, him jî xelkê pê gunekar dikin.
Eva ji bo herkesekî ne sir e. Tirk ji hilweşandina
sazûmana Saddam gelek aciz bûn. Berê ne dixwestin ku dijî
vê sazûmana har û hov şer derkeve. Piştî destpêkirina
şer, xwestin hêzên peyman bi ser nekevin. Piştî
şer heya îro jî daxwaza wan ew e ku, ev sazîya teze
cîyê xwe negre, berxwedana Beesîyan û hevalbendên wan berdewam
be, Amêrîka û hêzên peyman bi tevayî bêzar bin û ji Iraqê
birevin.
Sebebê vê helwestê jî eyan e: şovîn û kevneperestên
Tirk ji avabûna sazîyeke demokrat û federal li Iraqê gelek
ditirsin û vê yekê wek mirina xwe dibînin.
Şovîn û kevneperestên Tirk, berî şer û piştî
şer xwestin tevî Amêrîkanîyan leşkerê xwe bikin
Iraqê û Kurdistana Başûr dagir bikin. Di vî warî da
bi ser ne ketin. Lê bi destê tîmên xwe yên taybetî û casûs
û peyayên xwe hewl dan ku bi taybetî Kurdistana başûr
tevdin, aramîya vê derê xirab bikin. Çend caran li ser curm
hatin girtin. Sîlehê ku wan dişand hêla Kerkûkê kete
destê Amêrîkîyan. Carê jî, ku hazirî dikirin êrîş bibin
ser Walîyê Kerkûkê, li Silêmanîyê hatin girtin, rezîl û
ruswa bûn..
Li vê dawîyê, kar û xebata Kurdan ji bo yekitîya hukumetê
û pêşnîyarên wan li ser şiklê federalîyê, acizîya
Tirkan gelek mezin kir. Hema dest bi laf û gefan kirin.
Piştî wê jî teqînên Hewlêrê çêbûn û Tirkmen û Beesîyên
li Kerkûkê teşqele derxistin, xwîn rijandin.
Serda jî, bona vê alozîyê Kurdan gunekar dikin. Tiştê
ku Kurdan kirîye çi ye? Pêşnîyarê xwe kirine ji bo
sazîyeke federal. Gelo ne heqê Kurdan e? Çima Tirk ji bo
150 hezar Tirkê Qibrisê heya bi federalîyê qayîl nabin û
dewleteke cuda dixwazin, ji bo 5 mîlyon Kurdê Başûr
ev ne heq e?
Wezîrê Derva yê Tirkîyê, Avdila Gul dibêje, “ev yek tucar
nabe!” Serokwezîrê wan Erdoğan jî dibêje, “li tu derê
dinyayê federalîya li ser esasê etnîkî tu berhemeke baş
ne daye û ne meşîyaye..”
Gelo, madem usa ye, Kanada çi ye, Belçîka çi ye? Ew Bosna-Hersek
çi ye? Heya ew tiştê ku tu li Qibrisê dixwazî çi ye?..
Xuya ye, yan vana bi xwe ehmeq in, yan jî dinyayê dikin
cîyê ehmeqan.
Bûyerên dawî yên li Kurdistana Başûr çêdibin, nîşan
didin ku Tirk û peyayên xwe êdî eşkere tevhevîyê derdixin,
da ku xwîn birije, rewş aloz be. Berekî va Tirkmenan
kiş dikin, berekî va Ereban… Heya bi Erebên Iraqê namînin,
dibezin Sûrîyê, Misrê û welatên dinê.
Serokê Yekitîya Ereban Amr Musa jî, dengê xwe bilind dike,
dibêje: “Li Iraqê tucar federalî nabe!” Belê, Amr Musayê
ku, goya mafê Filistînîyan diparêze û serbestîya wan dixwaze,
dema dor tê Kurdan, li ba dagirkeran cîyê xwe digre, dagirkerîyê
ji xwe ra heq dibîne!
Mirov li himber durutîyeke han şaş û metel dimîne.
Xuya ye di vana da qet vîcdan tune.
Lê bila tune be, ne xem e! Heya nuha jî tune bû… Dema Kurd
yek bin û ji heq û daxwazên xwe ra xwedî derkevin, kes nikare
pêşî li wan bigre. Ev e şertê serketinê. İro
em bi dilekî şa dibînin ku Kurd di vî warî da hişyar
in û yek in. Partîyên Kurd bi hevra û Parlamena Kurdistanê
bi yek dengî daxwaz û biryara federalî bilind kir, esasên
qanûna esasî danî pêşîyê.
Dema Kurd di vê xetê da bimeşin û rê nedin dubendîyê,
yekitîya xwe wek çavê xwe biparêzin, hingê ne heddê kesî
ye ku rê li ber wan bigrin.
İro em Kurd federalîyê dixwazin li ser esasê wekhevîyê.
Em dixwazin li ser erda xwe hukumran bin, karê welatê xwe
bi destê xwe bi rêva bibin. Ev tişt wek şîrê dîya
me li me helal e. Ev daxwaz ne dijî Ereban e, ne jî dijî
Tirkmenan e. Heya cara pêşîn e ku em heqê hûrgelên
wek Tirkmen û Aşûrîyan jî diparêzin û dixwazin di qanûna
esasî da cî bigre.
Gelo ji vê xweştir û baştir çi heye? Ereb divê
cejnê bikin ku Kurd yekitîya Iraqê dixwazin. Tirkmen divê
cejnê bikin ku di saya federalîyê da cara pêşîn e dibin
xwedî heq.
Lê ew Tirkmenên ku dijî federalîyê derdikevin û vê tevhevîyê
derdixinin kî ne? Evana bi rastî Tirkmenan temsîl dikin?
Na û sed carî na. Evana di nav Tirkmenan da komeke piçûk
in. Evana berdestik û maşikê dewleta Tirk in. Ajanên
dewleta Tirk wan bi kar tînin, kiş dikin, da ku pêşî
li vê guhartina pîroz bigrin. Da ku Kurd û Ereb û Tirkmen
bi hev kevin, xwîn birije, Tirkîye û İran û hinên dinê
jî tilîya xwe bikin Iraqê û li vir sazîyeke federal û demokrat
çênebe; sîstema kevn a zordest her bimîne û berdewam be.
Federalîyeke demokrat li ser esasê wekhevîyê, pîrsa Kurd
wê yekcar çareser bike û aşitîyê bîne Kurdistana Başûr
û Iraqê. Kurd, Ereb û xelkên dinê bîhna azadîyê wê bistînin,
welat pêşva biçe, Iraq bibe nimûneyeke delal ji bo
hemû heremê.
Divê hemû Kurd, Ereb û Tirkmenên xwedî aqil û îzan di vî
warî da hişyar bin. Rê nedin xiraban. Firsendeke dîrokî
ketîye destê wan, vê firsendê heram nekin.
Lê dema Ereb û hinên dinê ji wekhevîyê û federalîyê ra
razî ne bin, hingê heqê Kurdan e ku cuda bin û dewleta xwe
ya serbixwe ava bikin. Ev tişt jî wek şîrê dîya
me helal e.
Em Kurd ne sêwîyê dinyayê ne. Me ji bo azadîyê bedêleke
gelek mezin daye û êdî kes nikare li Kurdistana Başûr
-ku sêzde sal e ev parçe azad e- bendê bindestîyê cardin
bike stûyê me…
Li dawîya dawî, emê vî bendî li hemû parçeyên Kurdistanê
bişkînin!