Li Parlamena
Tirk çima şer derdikeve?.
Çend roj berê di parlamena Tirkîyê
da dîsa şer derket û mebûsek bi navê Şihanlioxlî,
xelkê Ruhayê, piştî kulm û pîhnên ku lêketin dilê wî
sekinî û mir.
Şihanlioxlî ji partîya DYP
û serokê eşîreke Kurd bû û yê ku lêdan jî mebûsên Partîya
MHP’ê bûn. Xuya ye xû û ehlaqê MHP’yîyan ne guharîye. Ew ji
cisnê gur hatine û gur jî bi hêsanî kedî nabe..
Tiştê ku Serokwezîr Ecevît
di derheqa vê şer û pevçûnê da got jî gelek balkêş
bû. Eco dibêje: “Salona teze ji bo şer gelek misaîd e!”
Ango gor wî gunekarî ne yê mebûsan e, lê yê salonê ye..
Lê belê, dema mebûs şer bikin
rebenê salonê çi bike! Herkes jî zane ku li herderê vî welatî
şer û pevçûn e. Li kûçe û kolanan, li zanîngehan, li
meydanên sporê, li dadgexanan, heya li mizgeftan… Ev millet
ji xwe ta ji berê da ji şer û berberîyê gelek hez dike.
Xûyê dewleta Tirk e, dil dike hemû pirsên xwe bi darê zorê
çareser bike û di van 30-40 salên dawî da çoyê zorê ewqas
bi kar anî ku şerrûdî li welat gelek
xurt bû, bû kar û jîyana rojane. Di welatekî han da “wekîlên
millet” jî bê şer nasekinin. Çi ferqê wan ji vê civata
şerxwaz heye?
Lê ji gotinên Eco jî balkêştir,
gotinên hin mebûsan e. Gor wan, sedemê şer kursîyên sor
in ku ew li ser rûdinin, ev kursî wan sergerm dikin, dibin
sedemê êrîşê!..
We dît?.. Me digot ev mirov
ji cisnê gur hatine, lê xuya ye hinek ji wan ji
cisnê boxe ne!..
Serokwezîr Eco her usa jî
dibêje: "Salên berê adet bû,
mebûs bi sîlehên xwe dihatin salonê.
Midetekî vir da me digot herhal
êdî nayên. Lê xuya ye ev adet ne guharîye. Hevalên min jî,
bo ku tiştek neyê serê min, ketibûne derdê parastina
min…”
De keremkin! Ecoyê ku êdî nikare
li ser pîyan bisekine, ketîye derdê canê xwe.. Hevalên wî
jî.. Gelo can li Eco maye ku, xelk êrîşî wî
bike?..
Belê, xwendevanên delal, li parlamena
Tirkîyê (ger meriv bikare bêje parlamen!) rewş usa ye.
Hinek ji sebebê şer û pevçûnên wan ev in… Li vê “meclîsa
mezin” û him jî “bilind” kar bi vî awayî dimeşin… Raya
we çi ye? Sedemê şerên Parlamena Tirkîyê ji genên wan
ên guritîyê ye, yan rengê sor yê kursîyên ji postê ceylanê
ye, yan jî qisûrên salonê yên avadanîyê ye?.. Raya xwe ji
me ra binivîsin. Dibe ku hûn sebebên hîn makultir, yan jî
ecêbtir nîşandin…
Rengên ku boxeyên
me dîn dikin..
Rengê ku boxeyên
li "meclîsa mezin û bilind" dîn
dike ne tenê sor e, divê meriv heqê kesk
û zer jî nexwe. Lê dema ev hersê reng
bi hevra bin, hingê tu bibîn çi qiyamet
radibe!.
Ji ber ku ev hersê reng (kesk
û sor û zer) rengên ala Kurdî ne.
Ev al hîn li tu derê dinyayê bi
şiklekî resmî naheje. Lê bila be! Dîsa jî ew dikare şovîn
û kevneperestên Tirk dîn bike. Ji ber ku ev reng di nav Kurdan
da jîndar in, xelk wan bi kar tîne, ew êdî bûne nîşana
berxwedanê û azadîyê.
Di salên borî da jî
ev reng bûn sedemê gelek pirs û serêşîyan.
Bi taybetî di dema Newrozê da polêz û cendirmeyên Tirk bi
dû van rengan diket, tiştên ecêb dikir, da ku welat û
millet ji şerê wan biparêze. Çend sal berê ecêb anîne
serê Leyla Zana, ku bendek ji van rengan li porê xwe girêdabû.
Heya acizîya wan ji van rengan
giha wê derecê ku li Dîyarbekrê rengên
lampên trafîkê guhartin!
Bi rastî jî gelo,
ev rengên trafîkê –kesk û sor û
zer- kîngê û kê danîye? Nebe
ku ew dijminekî Tirkan be?.. Divê meriv bipirse,
lê bikole…
Tê bîra we, carekê
jî li dema seredana wezîrê derva yê
welatekî Efrîka,
ger şaş nebim yê Etopya, skandaleke han çêbûbû.
Polêzê Enqerê ala ser otoya wezîr daxistibû, ji ber ku kesk
û sor û zer bû! Gotibûn ev ala PKK’ê ye! Xuya ye rengê ala
wan jî wek ya Kurdan bûye.. Ma polêzê Tirk ji ku bizane?.
Di rûbarî van rengan
da li Tirkîyê gelek kes bi cinan ketine. Çend
roj berê bûyereke teze qewimî, ev reng dîsa
bûn sedemê skandalekî mezin.
Di destpêka meha Sibatê da heyeteke
ji Parlamena Elman hatibû Tirkîyê. Heyet kîngê li parlamena
Tirkîyê bi heyeta Tirk ra rûnişt, gulîyê jineke Elman
ku bi kesk û sor û zer hatibû hunandin, serokê heyeta Tirk,
Hasan Gulay aciz kir. (Herhal hinekan di vî warî da bala wî
kişandibûn..) Gulay endamekî partîya Ecevît, ango ji
DSP’ê bû. Wî jî wek serokê xwe qeremanî kir û got: “Ev bendê
ku we bi porê
xwe va girêdaye, rengên PKK’ê ne û me di şerê dijî terora
PKK da 30 hezar qurban daye. Em van rengan di bin banê Parlamena
Tirk da qebûl nakin, divê hûn wê derînin!.”
Navê jinika parlamenter
Angelîka Beer bû. Angelîkê got: "Tu
eleqê min bi PKK û terorê tune.
Lê ev bend yadîgarê naseke min e ku li Kurdistana Başûr
jîyana xwe winda kirîye. Ez wê heft sal e ku li porê xwe girê
didim, ev karê min e û kesekî din eleqeder nake…”
Lê Hasan Gulay bi van gotinan
nerm nebû. Angelîkê jî bend dernexist.
Hingê Gulay got: "Ev civîn çênabe!"
Bi vî awayî heyeta Elman rabû. Wê
êvarê herdu alîyan divîya bû
bi hevra xwarinekê bxwin, lê ew jî ma…
We dît, ev rengên hanê şovîn
û zordestên Tirk dikin çi halî, çawa wan rezîl û kepaze dikin.
Di rûbarî qira Ermenîyan da bi Fransê ra, di rûbarî pirsa
Kurd da bi Elmanyê ra pêvendîyên xwe xirab dikin. Roj tune
ku Tirk şerê yekî nekin. Tim di tirsê da, di şikê
da ne.
Gelo, ew çima ji van rengan
ra dibêjin "ala PKK"?. Sebebê vê
bo hinekan ji kerî, bo hinekan ji rovîtî
ye. Ala PKK’ê sor e
û piçek jî –li dor stêrê- zer e. Di ala PKK’ê da kesk tune.
Ev hersê reng -kesk û sor û zer- yên ala Kurdî ne. Heya hevalbendên
PKK’ê bi xwe, ji ber ku ji xwe pêve tiştekî nas nakin,
û dîrokê bi xwe didin destpêkirin, heya middetekî berê wan
jî bo vê alê digotin
"ala KOMKAR"…
Ji bo berpirsîyarên
dewleta Tirk ji xwe pirsa Kurd tune, pirsa PKK heye, ala Kurd
tune, ala PKK heye… Wan bi van derewan bi salan xwe xapandin
û xwestin xelkê jî bixapînin. Bila
usa be, dibe ku ew xêra van derewan bibînin..
Lê tiştekî
din heye, xetereke gelek mezin, ji bo wan.. Me got bi xêra
xwe bînin bîra wan.. Gelo ew Galatasaray, taxima wan ê bi
nav û deng ku rengê xwe sor û zer e, dema derdikeve meydana
çîmanî çi dibe? Kesk û sor û zer!..
Gelo hayê wan ji vî tiştî
tune? Gelo polêz û cendirmên vî welatî, ev Hesen Gulay, ev
şêr û şabanên xilaskar di xewê da ne?!.
|