PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

"Li Rojhilat nêçîra cudaxwazan.."

Ev sernivîs (li rojhilat nêçîra cudaxwazan) jî me dîsa ji rojnameyeke Tirk girt. Gor xebera rojnamê, Sazîya Ewlekarîya Mîllî (MGK) ferman daye hukumetê ku li Kurdistanê memûrên "cudaxwaz" bên paqişkirin.. Hukumetê jî, ji ber ku him stûyê xwe li ber MGK, ango li ber esker xar e, him jî di dijminahîya Kurdan da di navbera esker û sîvîlan da tu ferq tune, gotîye "ser seran, ser çavan" û dest bi kar kirîye.

Bi destê îstîhbarata Tirk di 26 vîlayetan da (Semsur, Grîdax, Ertixan, Artvîn, Batman, Bayburt, Çevlîk, Bitlîs, Amed, Xarpit, Erzingan, Erzurum, Enteb, Gumuşxane, Çolemêrg, İdûr, Kilîs, Qers, Mêrdîn, Meletye, Mûş, Dêrsim, Sêrt, Ruha, Şirnax ,Van) derheqa memûran da (miellîm, toxtor, midûr, mihendîz û hwd…) rapor hatine hazirkirin.

Rojname dibêje, bona vê yekê, çend roj berê di bin serokatîya Sazîya Plançêkir a Dewletê (DPT) civîneke dizî çêbûye û memûrên bilind ji 8 wezaretan û pênc sazîyan tevli civînê bûne ku gor raporên kevn ü teze memûrên cudaxwaz, şoreşger û şerîetperest tespît bikin û ji kar bavêjin.. Wezaret û sazîyên ku tevli civînê bûne ev in:

Wezareta Hundur

Wezareta Malî

Wezareta Perwerdegarîyê

Wezareta Avadanîyê

Wezareta Xweşîyê

Wezareta Kişt û Kal (Çandinî) û Gunditîyê

Wezareta Xebatê û Xizmetên Civakî

Wezareta Senayî û Bazirganîyê

Midûrîyeta Giştî ya Xizmeta Gunditîyê

Midûrîyeta Giştî ya Rêyên Bejî

Midûrîyeta Giştî ya Dewletê ji bo Karên Avê

Midûrîyeta Giştî ya Banka Wîlayetan

Serokatîya Kadrên Dewletê

Dawîya vê civînê hîn ne xuyayî ye. Lê êhtimal e di rojên pêşîyê da dest bi paqijkirina memûran bikin, gelekan ji kar bavêjin. Ji xwe hukumetê ji bo vê yekê destûrek jî hazir kiribû. Lê destûr ewqas bê qanûnî bû ku Serokkomar Sezer mor ne kir. Ger qira memûran piçek dereng maye, herhal ji wê ye.

PKK şerê dijî Tirkîyê bi yek alî sekinand, lê xuya ye, şerê dewleta Tirk ne sekinîye. Ev şer bi gelek alîyan dajo û tê. Dewleta Tirk ne ku tenê operasyonên xwe hîn jî li çol û çîyan û li bajaran bi rêva dibe, heya razî nabe ku Kurd û mirovên çep memûrîyê û kerkerîyê jî bikin. Wan mehkûmî birçitîyê jî dike.

Gelo ev dewlet bi rastî ne faşîst e? Ma çiyê wê jî dewletên faşîst kêmtir e?..

 
PSK Bulten © 2001