PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 


Heyeta PSK Li Ser Qebrê Barzanîyê Nemir!

Seredana heyeta PSK li Kurdistana Başûr berdewam e. Di 15.01.04’an da heyeta PSK seredanê li Wezereta Roşenbîrî kir. Di destpêka hevdîtinê da Wezîrê Roşenbirî ya Heremê Kurdistan, Mehemed Mahmud, xêrhatina mêvanan kir û paşê li ser kar û barên wezarêtê agahdarîyek dur û dirêj da.

Mehemed Mahmud axaftina xwe da behsa kar û xebatên ku rejîma xwînrij a Saddam bona ji holê rakirina çanda Kurdî û asîmîlekirina Kurdan kir û got, ku rejîma Saddam ji bo vê armancên xwe yên kîrêt, dîn, cîl û berg û hwd. bi kar anî; şûnevarên dîrokî, wek kela, mizgeft, şikeft û hwd. xirab kir. Mahmud axaftina xwe usa berdewam kir:

“İro li Kurdistana azad da sansur tunne. Her kovar, her rojname bi serbestî tên derxistin. Her usa di her babetî da pirtûk bê sansur tên çapkirin. Hinek ji wan bi alîkarîya wezaretê tên çapkirin. Carna jî em bo çapê alîkarî didin nîvaskaran, hinek nîvîskar jî bi îmkanetên xwe pirtûk çap û belav dikin. İro li sê bajarên Kurdistanê, Hewlêr, Dihok û Silêymanîyê çapxanên me hene; pirtûk li wan deran bê pere çap dibin. Tenê mesrefên wan tên standin.”

Di alîyê weşana radyo û televîzyonê jî usa got: “İro li bajêr Kurdistanê ya mezin da, bi dehan radyo û televîzyonê wezareta me henin. Heftê 5 rojan, rojê 3 saetan ji bo şagirtên dibistanan di wan têlevîzyonan da weşana dersî heye. Hemû kutupxanê bi wezaretê girêdayî ne. Nivîskar bê îzîn dikarin pirtûkên xwe biweşînin. Em alîkarîya bi sedan nivîskar, hunermendan dikin, ku hewcedarîyê alîkarîyê maddî ne, “

Wezîrê Roşenbîrîyê behsa çalakîyên hunerê wek muzik, şano, û hwd. jî kir û usa got: “Di beşa muzîk da bi dehan grubên me henin, ku yek jî wan yên jinan in. Senfonîya Kurdistan ku ji 60 hunermendên pispor pêk tê, girêdayî wezareta me ye. Di bername me de heye, ku bi beşdarîya hunermendan ji hemû perçên Kurdistanê, festîvala huner amada bikin.”

Paş axaftina Wezîr, birêz Kemal Burkay axaft û got ku em wek PSK ev 30 sal in, ku bona parastin û pêşvabirina çanda Kurdî kar û xebat dikin. Me bi dehan pirtûk, broşur û tiştên dinê çap kir. Me li Tirkîyê, bi zmanê Kurdî rojnameyek çapkir, ku ev çara yekem e, ku bi zimanê kurdi rojnama çap dibû. Em dilşa ne, ku di Kurdistana Başûr da girîngîyeke mezin didin çanda Kurdî. Ev yeka jî bo me serbilindîyeke mezin e.”

Heyeta PSK, di roja 16.1.2004’an da jî Qebra M. Mustefe Barzanî zîyaret kir. Li ser gora Barzanîyê nemir, Sekreterê PSK Mesud Tek axaftineka kurt kir û usa got:

“Em hatine careke din mizginî bidine we, ku armanç û daxwaza we di saya serê tekoşerê canfida û cangorîyan, cîhgir bûye; azadî li Kurdistana Başûr cîhgirtir bûye. Em hatine mizgînî bidine we, ku mijê şikestin li Kurdistana Bakûr hêdî hêdî belav dibe û gelê me torê teslîmîyetê diçirîne. Em pişt rast in ku emê dîsa werine li ser gora te û vê carê mizgînîya rizgarîya Kurdistana Bakûr bidine te. “

Paş axaftina Tek, delegasyon baxek gul danî ser gora nemir Barzanî.

Paş seredane gora nemir, ev car jî delegasyon çû ser gora Fransuva Herîrî, ku bi destê terorîstên İslamî hatibû kuştin. Delegasyon baxek gul danî li ser gora Herîrî jî.

 
PSK Bulten © 2004