PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Li Silopîyê qanûna guran

Li Kurdistanê dîsa curmê windakirina kesan dest pê kir. Li Silopîyê serokê HADEP’ê yê vî bajarî Serdar Taniş û hevalê wî Ebûbekîr Denîz di 25’ê Çileyê Paşîn da (meha berê) bi daxwaza fermandarê eskerî yê mintiqê çûn qereqola cendirmê û cardin venegerîn. Şofêre ku ew birin xuya ye, şadên din jî hene; lê ji wê rojê vir da va ye 20 roj derbaz bûn, tu xeber ji van du kesan tune.

Merivên wan, hevalên wan, kesên demokrat aqibeta van herdu kesan dipirsin lê ji cendirmê deng û beng tune. Hukumet jî wekî ker û lal e…

Bi taybetî ji sala 1990 vir da bi hezaran kes winda bûn, bi destê hêz û çeteyên dewletê hatin kuştin û veşartin. Ew curmên hanê van du salê dawî wekî sekinîbûn. Lê xuya ye cardin dest pê kir. Him jî li ber çavê dinya alemê. Curmkar bêperwa ne. Heya rê nadin ku meriv û hevalên windayan li wan bigerin, wan bipirsin!

Curmkar bi navê xwe, rutba xwe û navnîşana xwe li meydanê ne. Mîralayê mintiqê middetekî berê ji bavê Serdar, Şuayîp Taniş ra têlefon kiribû û gotibû: “Bila Serdar neyê Silopîyê. Ger bê ezê wî bikujim. Cîyê min, rutba min û navnîşana min xuyayî ye, diçin kîderê biçin!..”

Mîralay bi rastî jî gotina xwe kir. Li ber çavê herkesekî ev herdu însan da girtin û xuya ye da kuştin. Dibêjin Mîralay ne dixwast HADEP li mintiqê kar bike. Ji Serdar ra gotibû divê tu ji HADEP’ê îstîfa bikî. Dema ku gotina wî bi cî ne hat, vêcar jî dest bi curmkarî kir, ku salên berê jî bûyerên hanê gelek çêbûn.

Ango fermandarê Tirk wek gurê çîroka La Fountaîne him dozgerî, him dadgerî him jî celladî kir…

Berî vê hadîsê jî li bajarê Şirnaxê serokê HADEP’ê û hevalên xwe bi hîle û dafik hatibûn girtin, gotibûn di otoya wan da sîleh hatine dîtin…

Plan û lîstika van zordestan eşkere ye. HADEP ne partîyeke nehînî ye. Ew gor qanûnê sazbûye û karê xwe dike. Lê hinek ji vî tiştî ra ne razîne. Çend partîyên berî wê, wek HEP, DEP, DDP û KDP bi biryara Mehkema Qanûna Esasî hatin girtin. Di derheqa HADEP’ê da jî dewa vebûye ku 18 meh e berdewam e. Lê hin berpirsîyarên vê dewletê li benda biryara mehkemê jî nasekinin, hebûna van partîyan qebûl nakin. Xelkê ditirsînin, zulmê dikin, ku bi wê jî nebû, rasterast xelkê dikujin, winda dikin.

Yên ku van karan dikin berpirsîyarên esker û sîvîl yên dewleta Tirk in. Zordestî û curmkarîya wan li ber çavan e. Lê kes ji wan tiştekî napirse. Di vî warî da tu tirsa wan tune û bona vê yekê jî wek haydût û êşqîyayan dikin.

Çend roj e merivên windayan dipirsin, hevalên wan dipirsin, rojname û têlevîzyon vê xeberê belav dikin, nivîskar dipirsin, lê hukumet bê deng e, parlamena sosret bêdeng e, dozger bêdeng in, Serokfermandar Kivrikoxlî, ku her roj zirt û pirt beyanan dide, ew jî bêdeng e!..

Gelo kî pêşî li xirabîyên van êşqîyayan bigre, kî ji Mîralayê Silopî hisêbê kirina wî pipirse?..

Ew zordest bi van kirinan dixwazin çi bikin? Ne ku gel bêzar bikin û cardin şer derxin?..

Belê, wampîr (xwînmij) xwîn dixwazin!

 
PSK Bulten © 2001