Mam
Celal pêşwazî li Mesûd Tek kir
Li Hewlêrê Serokomarê Iraqê Celal Talabanî pêşwaziya
Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK
Mesûd Tek kir.
Dengê Azad/Hewlêr
Duhî li Hewlêrê Serokomarê Iraqê Celal Talabanî û Sekreterê
Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK Mesûd Tek
hevdîtinek pêkanîn.
Di hevdîtinê de Mesûd Tek ji ber dubare destnîşankirina
wî ya Serokomariya Iraqê û dubare hilbijartina wî wek Sekreterê
Giştî yê YNKê pîrozbahiya xwe pêşkêşî Celal
Talabanî kir.
Celal Talabanî jî xweşhaliya xwe bo vê hevdîtinê diyar
kir û girîngiya diyalogê di navbera hêz û partiyên siyasî
ên Kurdistanê de anî ziman.
Herweha di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Kurdistanê bi
giştî, Tirkiyê, navçeyê û dinyayê hate nirxandin.
|