PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Mehkema Cezayê ya Navnetewî Herkesî Naskir, Tirkîye Ma…

Yekitîya Milletan di sala 1998 da bi Konferansa Romê mehkemeyeke teze avakir bi navê “Mehkema Cezayê ya Navnetewî”. Ev mehkeme wê li curmên dijî mirovetîyê binêre û ceza bike. Ev mehkeme wê li curmê jenosîdê û li curmên ku di şer da pêk tên li wan jî binêre.

Heya îro hemû welatên Ewrûpa hukma vê mehkemê qebûl kirin. Li dinyayê 139 welatan peyman mor kirin. İran û İsraîl jî di nav da. Lê Tirk hîn mane!

Xuya ye tirsa berpirsîyarên dewleta Tirk li himber edaletê mezin e. Ew curmê xwe baş dizanin. Curmê wan ê dijî mirovetîyê ne yek û dudo ye. Qira filleyan yek ji wan e. Lê dijî Kurdan jî curmê wan bê hed û hesab e. Ew xirabkirina 4 hezar gundê Kurdistanê, koçberkirina bi mîlyonan Kurd û kuştina 15 hezar kesî bê mehkeme û bê pirs di van 15-20 salên dawî da, hin ji wan curman in…

Gelo, kê dîye ku çil heramî bi lingê xwe biçin mehkemê!..

 
PSK Bulten © 2001