PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 
Berhemên Mehmet Bayrak Yên Teze

Ferhad CAN

Federasyona KOMKAR li Elmanya par dest bi adeteke teze kir, plaketek da nivîskar û lêkolîner Mehmet Emîn Bozarslan, ji ber kar û xebatên wî yên hêja di warê zman, çand û edebîyata Kurdî da. Bozarslan ev dîyarî ji zû va heq kiribû, ji ber kar û xebata xwe ya dirêj û  bê westan û berhemên hêja. 

KOMKAR’ê îsal jî plaket da çar nivîskar û hunermendên Kurdan. Du kes ji wan (Mehmet Bayrak û Malmisanij) nivîskar û lêkolîner in, du kes hunermend in (Şivan Perwer û wênevan Haşîm Saydan). Her yek ji van çar kesan jî ew plaket heq kiribûn. Şivan Perwer, wekî eyan e, di warê muzîkê da ji çanda Kurd ra xizmeteke baş kirîye. Bi deng û kilamên xwe di geşkirina bîr û bawerîyên welatparêzî di nav gel da karekî baş kirîye û hîn jî dike. Haşîm Saydan jî vî tiştî bi rîya wêneyan, bi xet û rengan dike. Mehmet Bayrak û Malmisanij jî wek nivîskar û lêkolîner di warê zman, çand û dîroka Kurdî da xwedî kar û xebateke delal in, heya îro gelek berhem dane û çanda Kurdî dewlemend kirine.

Min ger firsend bidîta, dixwast di derheqa kar, xebat û berhemên van nivîskar û hunermendan da bi kurtî be jî binivîsim û raya xwe bêjim. Lê mixabin ji ber karên din waxt tune. Ev kar, berî herkesî jî dikeve ser milê nivîskar û lêkolînerên Kurd.

Dîsa jî çend roj berê, dema sê kitêbên (bi rastî pênc kitêb, ji ber ku yek sê cild e) Mehmet Bayrak, ku hemû jî di nêz da li welat çap bûne, gihîştin destê min, min got qe nebe behsa van berhemên delal bikim.

Hevalê hêja Mehmet Bayrak ji Kurdên Qeyserîyê-Sarizê ye. Wî di Unîwersîta Enqerê da, di Fakulteya Zman, Dîrok û Cografîya da xwendîye, beşa Turkolojîyê xilas kirîye. Dema di salên 1970’yî da me hevdu nas kir, ew bi lêkolînên ser edebîyata Tirkî mijûl bû. Kitêba wî ya pêşîn lêkolînek e li ser şairê Tirk, Tevfîk Fîkret. Hingê jî li ser şair û nivîskarên “Enstîtûyên Gundan” xebat dikir. Ew xebata wî ya berfireh jî pir ne borî di nav weşanên TOB-DER’ê da çap bû.

Berhemên Mehmet Bayrak di warê edebîyata Tirkî da pişt ra jî dom kir. Lê her usa jî, çand û edebîyata Kurdî jî bala Bayrak kişand, ji ber ku wan salan tevgera Kurdî her diçû xurt dibû. Di salên 1988-89 da, ku hîn tesîra derba eskerî li ser welat kêm ne bûbû, Bayrak li welat bi navê Ozgur Gelecek (Dahatûya Azad) kovareke mehane derxist. Naveroka nivîsan pi piranî pirsa Kurd û çand û edeba Kurd bû. Bona vê yekê, pir ne borî, serê Bayrak kete belayê. Hat girtin, eza û teda dît, ceza girt û wek koçber derkete der welat. Her usa jî di vê navberê da bi navê “Oz-Ge” weşanxaneyek saz kir û bi rîya wê gelek kitêbên li ser zman, çand û dîroka kurdî, li ser pirsa Elewîyan çapkir. Mehmet jîrek û berhemder bû, kitêb bi dû hev derketin. Evana bi piranî kitêbên mezin bûn, kar û xebateke giran dixwastin. Gelek ji wan raste rast bi destê Mehmet Bayrak hatibûn nivîsandin û hazirkirin.

Ev sê kitêbên ku li vî dawîyê derketin jî, him bi naverok, him jî bi şiklê xwe bi rastî jî gelek balkêş in û meriv pê heyran dibe. Dixwazim bi kurtî be jî behsa wan bikim:

Kitêba Pêşîn, navê xwe “Bi Grawûran Kurd” e. Sala 2002 li Enqerê Çap bûye. Wek Atlasekî firah, 352 rûpel, bi cild e. Kaxiza xwe gelek baş e. Beşek ji resman (grawûran) rengîn in, piranî reş û sipî ne.

Piranîya van grawûran di sedsala 16 û piştî wê hatine çêkirin, bi destê gerokên (seyyah) Ewrûpî yan jî bi destê hunermendên li cem wan georakan. Piranîya van grawûran di sedsala 19 da hatine çêkirin.

Pêşgotina kitêbê bi pênc zmanan e (Kurdî, Tirkî, Îngilizî, Fransî û Elmanî). Di binê resiman da jî bi kurdî û Tirkî agahdarî heye di derheqa cî û warên wan da û di derheqa kesan da. Li dawîya kitêbê jî di bin serenavê “Bîblîyografyaya Gernameyên Rojava li Ser Kurdan” bîblîyografyayek cî digre ku 30 rûpel e û herhal di vî warî da ya herî fireh e. 

Meriv dema ewqas grawûrê li ser Kurdan bi hevra dibîne, gelek kêfxweş dibe. Meriv dikare di saya wan da di derheqa jîyan, cil û erf-adetên Kurdên kevn gelek tiştan hînbe. 

Kitêba duwemîn li ser jinên Kurdan e bi navê “Ji Dema Berê heya İro Jina Kurd”. Ew jî di sala 2002 da li Enqerê çap bûye, bi ebad mezin e û 392 rûpel e.

Di ve kitêbê da di derheqa jinên Kurd da agahdarîyeke dîrokî heye. Zemanê berê rewşa jinan, çawa bû, zewac û malbat, jinên bi nav û deng û hwd… Di kitêbê da gelek bendên (miqaleyên) îlmî jî cî digrin ku bi Kurdî û Tirkî, her usa jî bi zmanên dinê hatine nivîsandin. Kitêb bi resim û grawûran hatîye xemilandin. Her usa jî li dawîya kitêbê bîblîyografîyayek cî digre.

Kitêba 3. bi navê “Mûzîk, Dans û Şarqîyên Kurdî, Lêkolîn-Lêgerîn e. Ev jî sala 2002 li Enqerê çap bûye. Ji sê cildên mezin pêk tê ku temamîya wê 1842 rûpel e.

Cildê Pêşîn lêgerîn û lêkolînek e li ser kilam, stran, reqs û govendên Kurdî. Ji neh beşan pêk tê:

   1- Di dema îroyîn da mûzîka Kurdî, kilam û stran.

   2- Mûzîka Kurdî ya gelêrî.

   3- Mûzîka Kurdî ya mîstîk.

   4- Govend û reqsên Kurdî.

   5- Stranên Kurdî.

   6- Folklora Kurdî.

   7- Stranên Kurdî yên gelêrî û hozanên gelêrî.

   8- Destanên Kurdî yên manzûm.

   9- Bîlblîyografya (100 rûpel).

Nivîsên gelek Kurdan û bîyanîyan jî di vê kitêbê da cî digrin ku di vî warî da pispor in, yan jî bi vê babetê mijûl in.

Cildên 2 û 3 wek berevok in (antolojî). Di hazirkirina van herdu cildên dawî da para Dr. Nûra Cewarî û Zozan Osmanîan jî heye. Ev kilam û stranên ku di van herdu cildan da cî digrin hemû bi nota ne.

Li dawîya cildê 3. resmên aletên (enstrûmanên) mûzîkê ku bi alîyê Kurdan va bi kar tên û resimên hin mûzîsyenan jî cî digrin.

Bi kurtahî, ev her sê kitêb jî (ku bi temamî 5 cild in) berhemê kar û xebateke mezin in. Ev kitêb kitêbxana Kurdî dewlemendtir dikin. Bona vê yekê ez Mehmet bayrak pîroz dikim, destê wî sax be. Her usa jî hêvî û daxwaz dikim ku emrê wî dirêj be û hîn gelek berhemên din bide.

 
PSK Bulten © 2002