PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Ji bo doz û daxwazên Kurdan
Li Kolnê bi hevra!

Xwîşk û brayên ezîz!
Xelkê kurdistanê yê li dervayî welat!
Welatparêzno!

Em ji roj û demên gelek muhîm derbaz dibin. Yekitîya Ewrûpa van rojên pêş me wê biryar bide di derheqê endametîya Tirkîyê da. Her usa jî Amêrîka xwe hazir dike êrîşekê bibe ser Iraqê, sazûmana Saddam biruxîne. Ev herdu bûyer jî bo rewş û dahatûya milletê Kurd gelek mihîm in.

Divê di demeke han da em bê helwest nebin û ray û daxwazên milletê Kurd nîşandin ji bo hemû dinyayê, dengê xwe bidin bihîstin.

Bona vê yekê li Elmanya Federal 18 partîyên Kurd ji çar parçên Kurdistanê bi navê HEVKARÎ biryar dan ku di 12´yê Çirîya Pêşîn da li Kolnê bi hevra bicivin û bimeşin.

Xwîşk û brano, hûn jî tev li vê meş û civînê bin, hûn jî dengê xwe tevlê bikin!

Dewleta Tirk bi salan e rê nade ji bo çareserîya pirsa Kurd bi rê olaxên aşitîxwaz û li ser esasê wekhevîyê. Ew hebûn û heqê Kurdan bi temamî înkar dike, bi zor û zulm, bi fen û fût dixwaze milletê me winda bike. Heya dijî heq û huqûqên Kurdên parçê dinê jî derdikeve, êrîşgerîya xwe dibe wî alî sînoran..

Lê îro Tirkîye dixwaze bibe endamê Yekitîya Ewrûpa. Bona vê yekê jî divê Þertên Kopenhagê bi cî bîne, heq û azadîyên fireh bide himwelatîyan, demokrasîyê bi cî bîne û ji bo çareserîya pirsa Kurd gavan bavêje.

Yek ji wan pêwistîyan parastin û pêşvebirina çanda xelkên ne Tirk in, ku ji wan grûba herî mezin Kurd in. Di vê çarçuvê da yek heqê perwerdebûnê ye, yek jî heqê weşanê ye bi zmanê dayîk.

Yeke din, heqê avakirina komele û partîyan e bi serbestî.

Yeke din jî xweşkirina rewşa Kurdistanê ye di warê aborî û civakî da.

Lê dewleta Tirk, herçiqas di vî warî da soz dabû Yekitîya Ewrûpa jî, ev sê sal in ling dide erdê û van pêvistîyan bi cî nayne. Tirkîyê par di Zagona Esasî da hin guhartin çêkirin. Îsal jî, mehkî berê, bi navê “Paketa Hemahengî bi YE ra” di zagonên xwe da hin guhartinên dinê kirin. Lê evana hemû jî ne tiştên esasî bûn, guhartinên bê qîmet bûn. Ango di rastîyê da tiştek ne guharî. Lê Tirkîye wan gelek mezin nîşan dide û dixwaze bi vî awayî Kurdan û Ewrûpîyan bixapîne.

Tirkîyê heqê perwerdegarî neda Kurdan û gelên dinê. Nuha şunda jî ji dibistana pêşîn bigir heya zanîngehê tu mektebên Kurd venabin.

Tenê rîya vekirina qursên zmanê Kurdî vebûn. Ew jî qursên şexsî ne û wê bi îzn û teftîşa dewleta Tirk bin. Li dawî çi be, çi nebe, ew jî ne xuyayî ye.

Tirkîyê serbestîya weşana radyo û têlevîzyonê neda Kurdan. Tenê hazirîya 15-20 deqqe weşanê dikin di têlevîzyona dewletê da. Ew jî çawa be, ne xuyayî ye.

Evana wek henek in ji bo milletekî 20 mîlyon!

Zmanê Kurdî dîsa ne zmanê resmî ye. Partî û komeleyên bi nasnama Kurd dîsa qedexe ne. Xwestina heq û azadîyan ji bo gelê Kurd dîsa wek curm e.

Eşkere ye ku dewleta Tirk Þertên Kopenhagê bi cî ne anî û dixwaze bi van kirinên sosret Kurdan jî Ewrûpîyan jî bixapîne. Dixwaze wek berê Kurdan ji heq û azadîyan bêpar bihêle, zman û çanda me, ango milletê me winda bike.

Tirkîye bi vê jî namîne, laf û gefan li Kurdên Başûr dixwe, dijî heq û azadîyên wan jî derdikeve, dixwaze êrîş bibe ser başûr û dagre.

Xwîşk û brayên welatparêz!
Kurdên li Ewrûpa!

Divê em li himber van lîstik û neheqîyan bêdeng nemînin. Divê em bi hevra meş û mîtîngan çêbikin û dengê xwe bidin bihîstin.

Ev meşa 12´yê Çirîya Pêşîn li Elmanya, li bajarê Kolnê, bona vê yekê ye.

Tu jî tevlê be û daxwazên milletê Kurd bide bihîstin.

Di roja hanê da tu jî li meydana çalakîyê be. Welat û milletê me yê bindest, dahatûya me hewcedarî qîreta te ye jî.

Kurd ne hindikahî ne. Kurd milletekî mezin in ku koka xwe digihîje hezaran sal berê. Kurd milletekî 40 mîlyon in û li ser axa xwe, li welatê xwe Kurdistanê dijîn.

Wek hemû milletan, heqê Kurdan e ku dewleta wan jî hebe. Ger em bi Tirk, yan jî Ereb û Eceman ra bijîn, divê ew li ser esasê wekhevîyê be, federalî be.

Dewleta Tirk ji bo sed hezar Tirkê Qibrisê federalîyê jî kêm dibîne, konfederalî dixwaze; lê ji bo 20 mîlyon Kurdê Bakûr heqê xendinê bîle nas nake. Eva zulm û neheqîyeke mezin e. Em vê yekê tucar qebûl nakin.

Em dixwazin pirsa Kurd li Bakûr li ser esasê federalîya du gelan, ya Kurd û Tirkan ava be.
Em dixwazin Þertên Kopenhagê bi temamî bi cî bên.

·        Bila Qanûna Esasî ya heyî, ku berhemê Cunta Faşî ye û wek kirasê dînan e, bê guhartin, yeke demokratîk avabe. Hebûna Kurdan tê da bê naskirin, zmanê Kurdî bibe zmanê resmî.

·        Ji dibistana pêşîn heya zanîngehê bila mektebên Kurdî vebin.

·        Weşana radyo û têlevîzyonê bi zmanê Kurdî serbest be. Bila kanalên dewletê seranserî rojê bi zmanê Kurdî weşanê bikin û kanalên şexsî jî serbest bin.

·        Bila azadîya ramanî, bîr û bawerî bi awayekî rastî bê naskirin, zulm û teda nemîne.

·        Bila partî û komeleyên bi nasnama Kurdî serbest bin.

·        Bila Rewşa taybetî bi temamî rabe.

·        Bi mîlyonan Kurdên koçber û nefîkirî bikaribin bi serbestî vegeren gundên xwe û zirara wên bê dayîn. Bila ji bo xweşkirina rewşa Kurdistanê di warê aborî û civakî da gav bêne avêtin û ji bo alîkarîya derva rê bê vekirin.

·        Bila Tirkîye têkilî karê parçên dinê nebe, laf û gefan li Kurdistana Başûr nexwe û dev ji êrîşgerîyê berde.

Xwîşk û brayên delal,

Di 12´yê Çirîya Pêşîn da em bi hevra li Kolnê bin, van daxwazan bi hevra bilind kin, hêza milletê Kurd nîşanî dinyayê bidin û dengê xwe bidin bihîstin.

Werin em dest bidin hev, mil bi mil bimeşin!

12 Îlon, 2002

Partîya Sosyalîst a Kurdistan

Cî û waxt:

Despêka meþê: Saet 12.00, Koln-Ebertplatz
Civîn (mîtîng): Saet 14.00, Roncalliplatz

 
PSK Bulten © 2002