PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 
Mesaja serê salê

Gelê me yê Kurdistanê li welat û li der welat,

Sala 2002 jî ji bo gel û welatê me bê guhartineke mezin derbaz bû û çû.

Yek ji tiştên baş xurtbûna pêvendîyên baş bû di navbera PDK û YNK li Kurdistana Başûr û cardin çêbûna yekitîya parlamenê û vebûna wê li Hewlêrê bû. Em hêvî dikin ku ev rewşa baş berdewam be, her usa yekitîya hukumetê jî çêbe û di sala teze da bi hilbijartineke giştî û serbest parlamen û hukumet xwe nuh bike.

Li Kurdistana Bakûr di sala çûyî da jî ji bo gelê Kurd guhartineke baş nebû. Ew tiştên ku ji bo endametîya Yekitîya Ewrûpa di derheqa xwendin û weşana bi zmanê Kurdî hatine kirin, hemû tiştên vala û xapînok bûn.

Hilbijartina sala 2002 ya 3’yê Çirîya Paşîn bi alîyekê baş bû, gelek partî û serokên kevn ne hatin hilbijartin û ketin nav zibil û gemarê. Lê pirs tenê bi vê yekê çareser nabin. Ji Tirkîyê ra guhartineke mezin divê. Ev hukumeta teze çiqasî bersîva vê yekê bide, bikaribe pirsan çareser bike, ewê di sala 2003 da eyan be. Ger tiştên baş bike emê piştgirî bikin; lê mixabin em di vî warî da ne zêde xweşbîn in.

Di destpêka sala 2003 da va ye li heremê ewrên şer kom dibin û Kurdistan jî di orta van şer û pevçûnan da ye. Êrişeke li ser İraqê wê bibe sedemê guhartinên mezin li vî welatî; lê tenê bi wê namîne, hemû heremê jî wê bihejîne. Bona vê yekê ye ku sazûmanên kevneperest û zordest li heremê –Tirkîye jî di nav da- va ye di xem û telaşeyeke mezin da ne.

Helbet şer ne tiştekî baş e, ewê bibe sedemê gelek êş û ziraran. Welat wê hilweşin û gelek însan jîyana xwe winda bikin, yan seqet bimînin. Lê digel vê jî, şer dikare li heremê rewşa heyî ya xirab, ango statûkoyê hilweşîne û firsendên teze derxe pêş gelên heremê, da ku ew bikaribin ji sazûmanên heyî yên kevneperest û zordest xilasbin, di warê azadî û demokrasî da gavan bavêjin. Em piştgirîya guhartinên bi vî rengî dikin.  

Bona vê yekê li heremê Tirkîye û sazûmanên kevneperest û zordest yên dinê di tirs û xofeke mezin da ne, hewl didin ku statûkoyê biparêzin, pêşî li guhartinê bigrin.

Bi taybetî dewleta Tirk hazirî dike ku Kurdistana Başûr dagre. Tirkîye bi vê êrîşgerîyê çend hedef dane pêşîya xwe. Yek ji wan ev e ku nehêle Kurdên Başûr statûyeke baştir, wek serxwebûn yan jî federalî bi dest xin. Heya dil dike ku heq û azadîyên heyî jî ji dest wan bigre. Digel vê, herema niftê, Kerkûk û Mûsilê dagire, yan bi temamî bistîne yan jî bibe pardarê niftê. Dîsa, dewleta Tirk herçiqas dibêje şer naxwazim jî, bi DYA ra bazarîyeke xurt dike ku di saya şer da barê xwe dagre, tûrê xwe tijî bike..

Di rewşeke hanê da divê gelê Kurd jî pir hişyar be, dûrbîn û çalak be. Divê hêzên welatparêz yek bin û gotin û daxwazên wan yek be û zelal be.

Da ku em Kurd bikaribin planên Tirkîyê û yên dewletên dagirker yên dinê pûç bikin. Divê em bi yek dengî li dijî êrîşên Tirkîyê û yên dinê derkevin.

Hemû hêz û partîyên Kurd divê li himber êrîşgerîya dewleta Tirk dest bidin hev.

Ji bo serketinê divê em bi yekitîya xwe û bi hêza gelê xwe bawer bin.

Gelê me yê welatparêz, hemû Kurdên bi namûs û şeref,

Ev rojên han ji bo dahatûya me jîyanî ne, giranbuha ne. Ji bo parastina heqên xwe divê em li meydana kar û xebatê bin, milê xwe bidin hev, dengê xwe bilind bikin.

Sala 2003 bila ji bo gelê me û gelên heremê yên dinê azadî, aşitî û demokratîyê bîne.

Sala 2003 bila ji bo avakirina dinêyeke dadmend û delal bi bûyerên baş derbaz be.

Bi van hêvî û daxwazan sala we ya teze pîroz dikim.

Kemal Burkay
Sekriterê Giştî
Partîya Sosyalîst a Kurdistan

31 Çileyê Paşîn, 2002

 
PSK Bulten © 2002