PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 
Ji bo Komîta Newrozê

Xûşk û birayên delal

Em Newrozeke teze pîroz dikin. Newroz rojeke delal e, roja şa û hêvîyê, yekitî û berxwedanê ye. Îro Kurd li welat û der welat bi ken û kêf in, bi coş in.

Van salên dawî li der welat Kurdên çar parçeyan cejna Newrozê êdî bi hevra pîroz dikin. Bi vê yekê em gelek dilşa ne.

Lê cejn li welatê azad, bi mirovên têr û bextewar xweş in. Mixabin piranîya welatê me hîn ne azad e, derd û êşên gelê me pir in, zulm û koçberî eyan e.

Li Başûr, li ser Kurdistana Azad jî hîn ewrên reş belav ne bûne.

Îsal bi taybetî di van rojana da li Rojhilata Navîn bûyerên mezin diqewimin. Careke din şer li derî ye. Amêrîka dixwaze sazûmana Saddam hilweşîne. Xelkê İraqê, çi Kurd çi Ereb û yên dinê, ew jî dixwazin ev sazûmana zordest biçe, li cî sazîyeke demokrat û federal ava be.

Lê Mixabin zordest û kevneperestên heremê ji vê yekê ditirsin. Dibêjin dor wê were me jî..  Tirkîye jî dixwaze bi vê maneyê bikeve Kurdistana Başûr, wir dagir bike, destkevtîyên Kurdan ji wan bistîne..

Divê em rê nedin vê sazûmana zalim ku wek berfeke sibat û adarê bihara me bişewitîne.

Ji ber vê ye ku di van rojana da Kurd li welat û li der welat li ser pîyan in. Li Hewlêrê, Akrê bi sedhezaran li kûçe û kolan in; bi jin û mêr, bi kal û ciwan wek lehîyekê dimeşin.

Li Brukselê, Stokholmê, Berlîn û Londonê, li Kopenhag û Denhaagê, li Wîyanayê, Bernê, Osloyê, li Ottawa  û Waşingtonê û Kurdên çar parçeyên Kurdistanê bi hezaran, mil bi mil, di bin ala rengîn da dicivin, dimeşin..

Bi yek dengî dibên, emê Kurdistana Azad biparêzin. Bi yek dengî ji bo temamîya milletê Kurd azadî dixwazin.

Me ji dost û dijminan ra nîşan da ku meydan ne vala ye û em xwedîyê welatê xwe ne.

Eva çi dîdemeke xweş e! Me êdî çît û çeperên borîyê çirandin, em milletek in, yek in û bi yek dengî azadî û aşitî dixwazin.

Divê ev hişyarî, yekitî û berxwedan her hebe, heya ku ewrên reş belav bin, heya ku azadî û aşitî li temamîya welatê me cîyê xwe bigre.

Bijî yekitî û berxwedana milletê Kurd!

Cejna we pîroz be!

Kemal Burkay
Sekriterê Giştî
Partîya Sosyalîst a Kurdistan

Adar 2003

 
PSK Bulten © 2003