PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Mesaja Newrozê

Azadî û aşitî ji bo welatê me!

Heval Burkay ji bo Newroza sala 2001, ji komele û komîteyên Kurd ra mesaja jêr şand:

Adar 2001

Ji bo Komîta Newrozê

Xwîşk û brayên delal,

 Roja Newrozê dîsa hat û Kurd li welat û li der welat bi şahî cejna xwe pîroz dikin.

İsal li gelek ciyên Ewrûpa, Partî û komeleyên Kurd ji çar parçeyan Newrozê bi hevra pîroz dikin. Ev bûyereke teze ye û em ji vê yekê dilşad in.

Em hêvî dikin ku ev pêvendîyên baş û kar û xebata miştêrek tenê bi newrozê nemîne.  Kurdên li Ewrûpa û li welatên dereke yên dinê di hemû waran da jî bi hevra kar û xebat bikin. Da ku dengê Kurdan li dinyayê bi xurtî bidin bihîstin û bikaribin piştgirîyeke xurt bikin ji bo tevgera welatparêz li temamîya Kurdistanê.

Kurdên li Ewrûpa dikarin gelek tiştan bi hevra bikin û divê bikin. Yek ji wan sazîyên ji bo parastin û pêşvebirina zman û çanda Kurd e. Berî hemûyan jî rojname û têlevîzyoneke bi zmanê Kurdî.

Dema çend hezar Kurd dest bide hev, dikare van sazîyan ava bike.

Divê Kurdên li Ewrûpa ji bo vê erkê dîrokî rabin, hêzên xwe yên aborî û sîyasî, rewşenbîrî û hunermendî yek bikin. Ewê bibe gaveke dîrokî û xizmeteke mezin ji bo welat û millet.

Newroza we pîroz be!

Silav ji bo hemû beşdaran!

Azadî û aşitî ji bo welatê me!

Kemal Burkay

Sekriterê Giştî

Partîya Sosyalîst a Kurdistan

 
PSK Bulten © 2001