PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Mesaja serê salê

Sekriterê Partîya Sosyalîst a Kurdistan, Kemal Burkay, ji bo sala nu mesaja jêrê weşand:

Ji bo xelkê Kurdistanê

Ji bo hemû nas û dostan, heval û hogiran:

Xwîşk û birayên delal,

Mixabin, nikarim bêjim ku sala çûyî (ya 2000’î) ji gelê me ra tiştên baş anî ku hêjayî qalkirinê ne. Hêvîya me ya sedsalan azadî û aşitî ye. Wek millet bextewarîya me jî bi destxistina azadîyê û avakarina aşitî û demokratîyê di welat da dibe.

Lê mixabin, sala çûyî jî rewşa milletê me ne guharî. Şer û pevçûn, zulm û zordestî, kedxwarî di jîyana me da berdewam e.

Dinya di warê îlm û teknîkê da, di warê pêvendîyên gel û mirovan da bi lez diguhure, ber bi pêş diçe. Lê ew zordestên ku welatê me parçekirine li himber guhartin û pêşveçûnê, li himber azadî û demokratîyê ber xwe didin, dixwazin hertişt wek berê bimîne.

Hukumeta Tirk dixwaze bibe endamê Yekitîya Ewrûpa, lê him di nav hukumetê, him jî li der hukumetê hêzên şovîn û kevneperest dixwazin bê guhartin vî tiştî bikin. Tevî hemû qirêjî, zulm û zordestîya xwe bibin endam. Ev zordest û kevneperest ne hazir in ku azadî bidine Kurdan, heya bidine rewşenbîr û xebatkarên Tirk… Bona vê yekê jî gelên Kurd û Tirk di meşa azadî û pêşveçûnê da dereng dimînin, diêşin.

Lê ew berxwedana van zordest û zaliman li pêş guhartinê, meşa me ya ji bo azadî û aşitîyê dereng bixe jî nikare bide seknandin. Hertişt nîşan dide ku pêla guhartinê sal bi sal fireh dibe û welatên teze digre nav xwe. Ew pêl îro li derîyê Tirkîyê dixe, sibe li derîyê İranê û yê dinê jî bixe.. Ev sazûmanên hov êdî emrê xwe temam kirine û bibê nebê ber bi mirinê diçin. Tirs û telaşa van zordestan, ewqas şer û pevçûn û kaos ji wê ye.

Lê ev kaos, ev gure gura ewran, ev brûsk û baran û lehî wê biçe, roj wê derkeve, azadî û aşitî wê bê welatê me jî..

Divê em bi hêvî bin û xwe hazirî guhartinê bikin.

Xwîşk û birayên delal,

Heval û hogirno!

Di jîyana kesan û milletan da hêvî û berxwedan tiştê herî esasî ye. Mirov jî millet jî di saya van hesletan da li ser pîyan dimînin. Rojên ku em jê derbaz dibin, çiqas bi zor û zehmet, bi êş û jan be jî, divê em hêvîya xwe tucar winda nekin. Li hundur û der welat dest bidin hev, kar bikin, xebat bikin.

Azadî û guhartin wê berhemê vê xebatê be.

Ez, bi navê Partîya Sosyalîst a Kurdistan û bi navê xwe sersala we ya teze pîroz dikim.

Hêvî û daxwaz dikim ku sala 2001 azadî û aşitîyê bîne welatê me.

Di sala teze da bextewarî û serfirazîya we dixwazim.

Kemal Burkay

Sekriterê Giştî

Partîya Sosyalîst a Kurdistan

 
PSK Bulten © 2001