PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Mesaja Serê salê

Gelê Kurdistanê yê Ezîz!
Xwîşk û birayên delal!

Hemû dinya û tevî wê jî Milletê Kurd saleke din bi şunda hişt û saleke teze dest pê kir.

Sala 2001'ê jî yên wek berî xwe, ji bo xelkên dinyayê bi gelek pirs û probleman derbaz bû. Pirsên aborî û sîyasî, bettalî, birçitî, nexweşî, koç û şer... Pirsên dorber: Xelayî, lehî, şewat û hwd..

Di vê salê da bûyera herî mezin êrîşa ser Newyork û Waşîngtonê bû li Amêrîkê, di 11'ê İlonê da. Piştî wê şerê Afganê destpêkir û şer û pevçûn li gelek cîyê din berdewam e. Xuya ye ev şer û pevçûn li ser rewşa hemû dinyayê û bi taybetî li ser Asya Başûr û Rojhilata Navîn tesîreke mezin wê bike ku welatê me jî di nav da ye.

Em hêvî û daxwaz dikin ku statuko li heremê hilweşe, Sazûmanên kevneperest û zordest biruxin, sînorên neheq biguhurin û ji bo gelên bindest rîya azadî, demokratî û aşitîyê vebe; li van welatan jî guhartinek, ronansans û reformek dest pê bike.

Milletê me Kurd jî helbet sala çûyî ji van pirs û probleman para xwe girt, wek milletekî bindest, welatê xwe parçebûyî, ji heq û azadîyên netewî û çandî, ji mafên mirovî bêpar, di bin zulm zêrandineke mezin da. Berxwedana milletê me ji bo azadî û aşitîyê berdewam kir.

Li Başûrê Kurdistanê, di herema azad da, aşitîya navbera partî û hêzên Kurd berdewam kir û ji bo qewîmkirina aşitîyê û avakirina welat gavên teze hatin avêtin. Em hêvî dikin ev gav berdewam bin, rojkî berê hilbijartin çêbe, yekitîya parlamen û hukumetê pêk bê û di warê demokratîyê da gavên teze û xurt bêne avêtin.

Li Kurdistana Bakûr, mixabin zor û zulma dewleta Tirk li ser milletê Kurd û li ser demokratên Tirk sala çûyî jî berdewam bû. Dewleta Tirk, tevî soz û wadên ku dabû Yekitîya Ewrûpa, dîsa ya xwe dike, di rêça kevn da dimeşe..

Lê ev ênad zirara xwe dide him Kurdan, him jî Tirkan. Millet rûyê aşitî û demokratîyê nabîne. Heyîyên welat diçin şer û silahan. Aborîya Tirkîyê di sala 2001'ê da derbên mezin xwarin, ket krîzeke kûr û ev welat nikare bi vê sîyaseta kevnare û hov derkeve firehîyê.

Yan guhartin, yan jî têkçûneke mezintir li pêş Tirkîyê ye..

Dewleta Tirk îro jî, li cîyê ku heqê Kurdan nasbike, dixwaze bi fen û fûtan, bi destê girtîyê İmralî û sofîyên wî, Kurdan teslîm bigre, tevgera Kurd vemirîne.

Mixabin gelek kes vê lîstikê nabînin û têne xapandin.

Lê dewleta Tirk jî, xulam û dûvîkên wê jî bila baş bizanibin ku ev lîstik û planên teze jî pûç in, bi ser nakevin. Kurd ne di xewê da ne û tevgera milletê me tucar venamire.

Platforma Netewî ya Kurdistana Bakûr (PNK-Bakûr, ku partîya me jî di nav da ye), İnsîyatîfên Kurd li Ewrûpa û komelên demokratîk li Ewrûpa, sala çûyî dest pê kirin, bi hevra kar û xebatên baş kirin.

Li welat jî xebateke baş heye ji bo yekitîya hêzên welatparêz di nav partîyeke demokratîk û legal da. Em piştgirîya vê kar û xebatê dikin û serketina vê dixwazin.

Ev hîn destpêk e. Em hêvî dikin ku di sala pêşîyê da ev muxalefeta Kurd cîyê xwe qewîm bike û kar û xebateke baştir bike.

Tevî hemû pirs û problemên xwe jî, şik tune, dinya ber bi başîyê diçe.

Di zemanê me da meşa dîrokê bi lez e û şik tune ji bo Kurdan jî rojên azadîyê û aşitîyê nêzik dibin.

Bi vê hêvîyê, sersala hemû Kurdên dilsoz û azadîxwaz pîroz dikim, di sala nu da ji bo wan serketin û bextewarîyê dixwazim.

Kemal Burkay,
Sekriterê Giştî
Partîya Sosyalîst a Kurdistan

31. 12. 2001

 
PSK Bulten © 2002