PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Mesaja Burkay ji PDK ra:

Sekriterê Giştî yê PSK, Kemal Burkay, ji ber 55. Salîya PDK-Iraq û 40 salîya şoreşa 11 İlonê mesaja jêrê şand

14 İlon 2001

Ji bo Partî Demokratî Kurdistan-Iraq

Hevalên delal,

Em ji bo 55 Salîya damezrandina partîya we û bîranîn û pîrozkirina 40 salîya Şoreşa 11 İlonê, ku bi pêşengîya PDK û serokê wê yê nemir Mistefa Barzanî destpêkiribû, we pîroz dikin û  tevî şahiya we dibin.

Milletê Kurd li Başûrê Kurdistanê di van çil salan da bedêleke mezin da û destanên mezin nivîsandin. Her usa jî ev xebat, êş û bedêla mezin di avê da neçû, dereng be jî berhemên xwe dide.. İro milletê me li vî parçeyî xudan hukemet û raya xwe ye, bîhna azadîyê distîne, welatê xwe ava dike û jîyaneke teze serrast dike.

Em ji bo vê yekê, partîya we û hemû rêxistin û kesên ku keda wan tê da heye pîroz dikin. Em ji we ra serfirazî û serketin, ji Kurdistana Azad ra aşitî û pêşketin dixwazin.

Kemal Burkay
Sekriterê Giştî
Partîya Sosyalîst a Kurdistan

 
PSK Bulten © 2001