Mesaja Kemal Burkay
Mêvanên hêja,
Hevalên delal!
Ev şeveke şahîyê ye, naxwazim bi gotinên dirêj
we aciz bikim.
Tevî hin hevalan û tevî zarokên xwe ji swêdê hatim ku di
şeveke han ê delal da,di 30 salîya Partîyê da tevî we bim.
Tiştê ku bi kurtî bêjim ev e:
Ez ji dîtina 30 salîya Partîya Sosyalîst a Kurdîstan û ji
beşdarbûna şeva hanê gelek
dilşa me.
Piştî 30 salê kar û xebateke bêwestan em bextewar in
û dilê me rehet e.
Ji ber ku me ji bo azadî û wekhevîyê, dijî dagirkeran, zaliman,
neheqan, derewînan ber xwe da.
Me ji bo gel û welat ji bo dinyayê karên baş û delal
kirin.
Eger em hîn ne gihîştibin hedefa xwe jî, karê ku me
kir serê me pê bilind e.
Em di vê rê da 30 sal hatin, wek 30 kîlometreyê maratonê...
Hêvî û daxwaz dikim kuyên piştî me di salên pêşî da vê bezê temam bikin,
bi serkevin, bigihîjin hedefê.
Bijî berxwedana milletê Kurd ji bo serbestî û azadîyê!
Bijî Partîya Sosyalîst a Kurdistan!
20 Çirîya Paşîn 2004
Kemal Burkay
|