Bo Serokê PDK Mesud Barzanî
Serokê hêja,
Bi îmzekirina Qanuna Esasîya Katî a Iraqê ve, gaveke din
a dirokî û girîng ber bi Iraqeka federal, demokrat û parlamenter
hate avêtin. Bê guman ked û renca cenabê te di vê gavê dîrokî
da pir in.
Herweha bi vê îmzekirina Destura Kati, beşek daxwaz
û armanca gelê Kurdistana Başûr, qurbanên Enfalan û Halebceyê
Şehid û şehidên bê hejmar desteber dibin. Em piştrast
in, ku yekitîya hukumetên heremî, hevkarîya hêzên Kurdistana
Başûr û Parlamena Kurdistan qelayeka polayin e bona parastina
deskevtiyên me yên netewî û demokratik.
Em bona vê karê piroz û diroki, pirozbayîya xwe pêşkeşê
we û bi rêka we pêşkeşê gelên Iraqê dikin. Careke
din dîyar dikin, ku di xebat bona “Iraqeka Dmokrat, Kurdistaneka
Federal” da, em giştgir û alikarê hêzên Kurdistanê ne.
08.03.04
Mesud Tek
Sekreterê Giştî ya PSK
|
|
Bo Sekreterê Giştî a YNK
Mam Celal Telabanî,
Hêja Mam Celal,