PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Xwişk û birayên delal,

Va ye Newroza rengîn, remza berxwedan û tekoşîna ronahî li hember tarîyê, sembola serketîna xebata zahmetkeşan li dijî zordarîyê, mizgînîya azadî û jîyaneka nu dîsa hat.

Gelî xwîşk û bira,

Ev Newroza me geştîr e, îsal dilê me şad e, hêvîya me jî xurttir... Ji ber ku serê Dehaqek ji 4 deheqan, hatîye pelçiqandin, Saddamê Kurdkuj û rejîma wî ya xwînxwar nema. Ne tenê rejîma xwînrija Baas nema, her usa armanca sedhezaran şehîd misoger bû, Kurdistana Başûrê rengîn, ji Zaxo heya Çîyayê Hemrîn kete destê Kurdan. Li ser banê Parlemana Kurdistan, li ser çîyayên me yên asê Alayê Rengîn bilind bûye. Bûka Kurdistan, Kerkukê xweragir êdî reş girênade, ji çavê Baba Gurgur ne xwîn, rondîka şayîyê têne xwarê. Vê Newrozê da befra Çîyayê Qendîl qerqaştir e, Avaşîn kesktir, sosîn û kulîlkên deşta Silêmanî, ku hersal bi xwîna şehîdan şîn dibin, bîhnxweştîr e.

Lê mixabin li Kurdistana Bakûr, li perçeyên din ên welatê me desthilatdarîya reş û tarîyê, hukma zilm û zordarîyê, rejîma Dehaqên hevdem her berdewam e. Cehda dagîrkerên Kurdistanê bona asîmîlekirina gelê Kurd, bona hedimandina çand û kultura me, bona sitendina nasnama me ji destê me, hîn zêdetîr bûye.

Vê Newrozê kulîlk û sosînên deşta Qamişlo stuxwar in û hêvîya avê ne, ku wekî gul û sosina deşta Herîrî bîhnxweş bîn. Çîyayê Mûnzûr û Ararat xemgîn in û bendê ne, ku befra wan jî wekî befra Pîremegrun sipî bin. Feratê bi rik û kerboyî sêwî ye û hêvîya wê rojê ye, ku ava wî jî wekî ava çemê Sîrvan zelal û heşîn be.

Gelî welatparêzan,

Gelî zahmetkeşên Kurdistan,

Werin vê Newrozê bikine Newroza xebat û yekitîyê, daku dilê dostê me şad dilê neyarên me reş bin!

Werîn sonda xwe dubare bikin, ku heya serketîna xebata azadîya Kurdistanê, bi dil û can têbikoşin!

Werîn em bona parastina destkevtîyên me li başûrê Kurdistanê, bona cihgirtirbûna Federasyonê destê xwe bidine hevdu!

Werin em mil bi mil xebat bikin, daku çîyayên me rûgeş, çemên me heşîntir, mêrg û çimanê welatê me kesktir, gul û sosinê me bîhnxweştir bin.

Werin em bona welatekî azad gelekî bextewar bi hevra kar û xebat bikin.

Hevwelatîyên hêja,

Hemû rojên we Newroz, Newroza we pîroz be.

19’ê Adarê sala 2004

Mesud Tek
Sekreterê Giştî

 
 
PSK Bulten © 2004