Ji bo 60. mîn salvergera Partîya Demokrat
a Kurdistanê
Birêzan,
Endam û alîgirên PDK!
Lêjina deverê, Rêveberên rê û resmê!
Silav û Rêz
Em bi navê hemû endam û alîgirên PSK li derveyî welat 60.
salîya salvegera PDK, li we hemyan û pîroz dikin. Her wusa
rêz û silavên xwe pêşkêşî Serkirdê Netewê Kurd M.
Mustefa Barzanî û hemû şehîdên Kurd û Kurdistanê dikin.
Xebata partî ya we, dilsozî û helwêsta partîya we, di parastina
destkevtên baþûrê de,di pêkînana yêkitîya nava mala kurd de
cihê serfirazîyê ye. Di evê xebata nîvqirnî de gelek xwîn
û ked daye û evê her kesdizane ku PDK di parstina destkevtên
netewî li baþur de roleke berçav û giring leyîstîye.
Rêvingên rêbaza Barzanî !
Mêhvanên beşdarê vê bîrewerîya Pîroz!
Îro Saddamê dîktator li ber dadihga gelên Iraqê bi tawana
kurdên Enfalkirî,tê mehkeme kirin. Nenasîna ala Hizba baas
li Kurdistanê û hildana ala Netewî li Kurdistana azad de,
serberzîye bo hemû kurdekê.
Helwesta Serokê hêrêma Kurdistanê li ser destkevtên netewî
cihê şanaziyê ye.
Qahîm kirina tifaqa dinavbera hêzên Kurdistanê, bi xasima
tev YNK û PDK de rola Berêz Mesud Barzanî serokê herêma Kurdistanê
bo herkesê dîyare û cihê qedirdanê ye.
İro di qonaxa nihe de kar û tekoşîna PDK girantir
û berfirehtir buye.
Em heval û hogirên partiya Sosyalita Kurdistan-PSK, careke
dinê we pîroz dikin û di kar û xebata desteber kirina kurdistana
azad û federal de serkevtîbin.
Pîrozba 60. min salvegera PDK
Bijî Kurd û Kurdistan.
Bijî Yêkitîya Hêzên Kurdistan
Partîya Sosyalîst a Kurdistanê
PSK - Komîteya Derveyê Welat
|