Adar û Newroz
Mesud Tek
Meha Adarê ji bo me Kurdan meheke pir girîng e. Di dîrokê
me da bûyerên xweşî û nexweşiyê, ku di mêha Adarê
da qewimî ne, gelek û gelek in.
Di sala 1936’a da, di destpêka meha Adarê da, Berxwedana
Dêrsîmê dest pêkir, dîsa yekê meha Adarê da Serokê Nemir Mela
Mistefa Barzanî xatir ji gelê xwe xwast û çû dilovaniya xwe.
Pir mixabin meha Adarê, ku bi bûyerên xembar ve destpêdike,
dîsa bi rûdavên bi vî rengî kuta dibe. Serokê Komara Kurdistan
li Mehabadê Pêşavayê Nemir Qazi Mehemed û hevalên wî,
di 31’ê Meha Adarê, da ji aliyê rejîma kevneperestê İranê
va hatine îdam kirin.
Bûyerên xembar, ku di meha Adarê da qewimî ne, ne tenê ew
in, ku min li jorê behsa wan kir. Rejîma nijadparest û şovinê
BAAS, “Karesata Halebce” ye, di 16’ê Adarê da xuliqand. Ku
di encama vê karê jenosîdê da bêtirî 5 hezar Kurd hatin kuştin,
ku piraniya wan jin, zarok û pîr bûn.
Di meha Adarê da bûyerên xweşî û şadiyê jî hene.
Yek ji wan “Beyana 11 Adar” e. Peymana Otonomiyê, ku yekemîn
peymana fermî ye, ku têda mafên netewî û demokratîk yên Kurdan
ci digrin, di 11’ê Adarê da ji aliyê Partiya Demokrata Kurdistan-PDK
û Hikumeta Iraqê hatiye îmza kirin.
“Raperîn”, ku bi navê “Bihara Kurdan” tê nasîn, di 5’ê meha
Adarê, li bajarokê Ranyeyê da destpêkir. Encema Raperînê,
ku heya dawiya meha Adarê berdewam bû, hemû bajar û bajarokên
Kurdistana Başurê ji zilm û zordariya rejîma BAASê hatin
rizgar kirin.
Bûyerên Qamişloyê, ku wekî “Hadîsên Qamişloyê”
, “Berxwedana Qamişloyê” tê nasîn, di 12’ê meha Adarê
da qewimî. Ku, berxwedana gelê me bû dijî siyaseta rejîma
Suriyê.
Bê guman ligel wan bûyerên jorî, dî dîrok û xebata rêxistinên
Kurdan da gelek rûdavên xweşî û nexweşiyê hene.
Lê belê çarçeweyê bûyerên jorî, gelek fireh in û bûne malê
hemû Kurdan, ku çi li welat û çi li derwayê welat dijin.
Lê belê rojeka meha Adarê heye, ku bo me Kurdan rojeke pir
girîng e, mane û naveroka vê rojê gelek pîroz e.
21’ê meha Adarê, ango Newroz, çi Êzîdî, çi Alewî, çi Misilman
bin, bîr û baweriya wan çi dibin bila bin, sermayedar-dewlemend
bin an zahmetkeş, gundî bin an serokeşîr û axa,
bo hemu Kurdan rojeka qedirbilind e.
Newroz ji aliyê gelên Rojhilata Navîn jî tê pîroz kirin.
Gelên dinê yên heremê wekî cejna sersalê, wekî destpêka biharê
piroz dikin. Lê belê mana û naveroka Newrozê bo me Kurdan
her usa, berxwedan e, xebat e, yekitî û xîret e, serketina
bindestan e, di tekoşîna dijî zilm û zordariyê da.
Newroz mizgîniya serketina Kawayê Hesinker e, di şerê
diji Dehaqê mêjîxwar da.
Agirê Newrozê, ku sedansal bêre, di 21’ê Adarê da, bona mujde
û mizgîniya azadî û serketînê li çiyayên Kurdistanê hatiye
vêxistin, îro jî nîşana armancên gelê Kurd e.
Newroz sembola yekitî, xebat û serketina zahmetkeş û
gelê bindest e. Newroz nişan da, ku bindest û hêjaran
eger bi yekgirtiyî û fidakariyê xebat bikin, sedî da sed dê
serkevin, welateka azad û jiyaneka bextewar dê ava bikin.
Baştirin rêka bîranîna Berxwedana Dêrsimê, Mela Mistefayê
Nemirê, Pêşava Qazî Mehemedê û Şehîdên Halepceyê,
pîrozkirina Newrozê bi mana û naveroka xwe ya li jorî ye.
Bona ava kirina welateka azad û geleke bextewar, divê em
peyama Newrozê baş fehm bikin, di xebata azadiyê da pêgir
û fidekar bin, bona serketinê destê bidin hevudu, di refa
gelê xwe da yekitiyeka xurt çêkin.
Bi baweriya min baştirin rêya bîranîna bûyerên xweşî
û nexweşiyê, ku di meha adarê da qewimî ne, têgihiştina
rast û dirust ji naveroka Newrozê ye, ku yekitî, xebat û serketin
e.
|