PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 

Ez jî Çûme Hecê

Mesud Tek

Ji ber ku arşîv ne li ber destê min e, ez nikarim bêjim maqale ya helbestvanê hêja Eskerê Boyîk ya li jêr navê “Ez çûme hecê” di kijan rojnama da û kengê derketiye.

Hêja Esker di nivîsa xwe ya hanê da, behsa serdana xwe ya qabrê Ehmedê Xanê dike.

Helbestvanê dilşewat, hestên xwe wekî şaireka dildarê azadiya gel û welat nivîsandi bû, ku hingê nivîsa hanê bandoreka bi hêz danibû li ser min.

 Duhînê, ango di 6’ê meha Cotmeha sala 2009’ê da, ez jî çûme hecê.

Lê hecê min ne wek ya Eskerê Boyîk e.

Hêşta nesibê min nebûye, min serdana qebra Ehmedê Xanî nekiriye.

Ez çûme Laleşa Nuranî.

Belê, cara yêka nine, ku ez diçime Laleşê.

Berê jî, min çend caran serdana perestgeha birayên xwe Êzidî kiribû.

Lê belê serdana min a dawî ji yên berê cudatir e.

Ji ber ku 6’ê meha Cotmehê, destpêka “Cejna Cema” ye.

Cejna Cema” heta 13’ê meha Cotmehê berdewam dibe.

“Cejna Cema” jî yek ji cejna serekiyên  Êzidî ne.

Ku, bingeha wê digije serdema Mitraniyê.

“Cema”, ango cem bûn, li hev kom bûn.

Di heyama “Cejna Cema” da, Êzîdî jî hemu deveran têne Laleşê û kom dibin.

Bi roj li ser qebrê Şêx Adî û mêrmezinên dînê Ezidî ne, şeve jî jî agir dadidin, mum vedixin û semah digerinin, bi gor bîr û baweriyên xwe îbadeta xwe dikin, ango dibine hecî.

Ez ne pisporê dîrok im ne jî lêkolînerê dîn û ayin im.

Babeta vê nivîsinê jî, ne naverok û dîroka “Cejna Cema” ye.

Û ez baş dizanim, ku ez bi tenê serdanê ve nabime hecî.

Armanca min ji vê serdanê, ne ev e bû ku ez bibime hecî.

Min dixwest di rojeka usa pîroz da ligel birayên xwe Êzidî bim.

Beşdarê cejneka dînî ya  Êzidî bim, ku yek ji kevntirin dînê Kurdan e.

Û bi vî awayî spasî û vefadariya xwe li birayên xwe Êzidî nişan bidim, ku dînê me yê  kevnar, dîrok û ziman û çanda Kurd û dab û nerîteyên me li hember hemu cure zilm û zordariyê, li hember fermanan parastine û heya îro anîne.

Bi çûyina min a hecê, ji bo min carekî dinê derket, ku dînê Êzidî yek ji gulên geş a gulistana me ye.

Û divê neçilmise, divê nehêlin biçilmise.

Ne tenê Êzdayetî, bîr û baweriyên Alevî, Kakayî, Şebek, Yarsanî û hwd jî rengên me ne,

gulistana me geş û rengîn dikin.

Çilmisandina her yek ji wana, dest pêka çilmisandina gulistana me ye.

Zamina geş bûna gulistanê, Kurdistaneka azad û demokrat e; Kurdistaneka pir rengî û pir dengî ye.

Werin em bi gor fermana Zerdeştê Kal tevbigerin.

Derheqa hevdu da baş bifikirin.

Di heqê hev da baş qise bikin.

Ji bona gel û welatê xwe karên baş bikin.

Daku welatê me azad, gelê me bextewar û gulistana me geş be.

  

 

 
PSK Bulten © 2009