Gengeşî Baş e, Lê...
Mesud Tek
Meriv dikare bêje, gengeşîyê li ser cudabûna Osman Ocalan
û hevalên wî ji KONGRA GEL, duxuyanîyên wan, xebata wan bona
damezrandina rexistinekî, rojeva sîyasîya Kurdistana Bakûrê
dagirtiye. Niqaşeka mezin heye li ser kesayetî, kar û
kiryarên wan yên berê.
Derbareyê babetên jorî, di hinek malperên Kurdî da gelek
maqale û nivîsên cur be cur derket, îro jî derdikevin. Lê
belê, bername û pêşnîyarên wan yên sîyasî, gelek kêm
tên niqaş kirin, nivîsên, ku di vê warî da hatine nivîsin,
ne zêde ne.
Bê guman kesayetî, kar û kiryarên wan yên berê jî giring
in, lê divê nekeve li ber bîr û bawerî û pêşnîyarên wan.
Başi û xirabî, rastî û çewtî heta hetayî nîne, wekî
hemû tişt ewan jî digorin. Yên ku îro baş in dibe
ku sibê bibine xirab. Beravejîya vî jî mumkun e.
Bona vê yekê eger gengeşî pêwîst be, divê giranî li
ser bîr û bawerîyên wan, bername û peşnîyarên wan bona
çareser kirina pirsgirêkên civata Kurd bê çekirin, ne tenê
li ser kesayetî û jiyana wan yên şexsî...
Bi bawerîya min giftugo û niqaş pêwîst e, lê belê ne
tenê li ser bîr û bawerîyên Osman Ocalan û hevalên wî, her
usa jî li ser pirsgirêkên xabata netewî û demokratîk li Kurdistana
Bakûrê.
Li Tirkiyê, pêvajoya endametîya Yekitîya Ewropa (YE) gihîştiye
qonaxeka nazîk. Di niverastê meha Cotmehê da, Komîsyona Ewropa
rapora xwe ya derbareyê Tirkîyê eşkere bike, Dîvana Bilind
a YE jî, di meha Çileya Pêşîn da biryara xwe li ser endametîya
Tirkîyê bide.
Tesîra biryara Dîvana Bilind a YE -çi musbet, çi menfî-,
li ser xebata azadîya gelê me jî gelek e.
Eger bîryar erênî be, karbidestên Tirkiyê êdî nikarin wekî
berê tund bin, mecbur in reforman çêkin. Ev yeka jî bivê-nevê
rêka xebata legalî û demokratîyê xweştir dike. Derfeta
çareser kirina pirsa Kurdî û pirsên din yên civakî bi rêka
demokratîkî û aşitîyê, pirtir tê holê.
Eger biryara Dîvana Bilind a YE menfî be, hingê li Tirkiyê
derfet pirtir dibe, ku nijadperest, mîlîtarîst û kevneperestan
bi hêztir bin, dengê xwe bilindtir bikin diji guhartinan,
ku bona endametîya YE hatibûn çêkirin.
Di herdu awa da nakokî, şer û pevçûn navbera hêzên pêşkevtînxwaz
û kevneperest da wê her hebe. Yên, ku tên guhartin daxwaz
û armanc in, şiweyê kar û xebat in, şiklê rêkxistina
rêfên civat e.
Halwesta rêxistinên Kurd derbareyê YE cur be cur in. Hinek
ji wan dixwazin Tirkîyê bibe endamê YE, yên ku dijî YE ne
jî hene, hinek jî dibêjin heya ku prensibên Kopenhagê cî be
cî neke, bila YE tarîxa giftugo nede Tirkîyê.
Bi bawerîya min ev yeka tiştekê asayî (normal) e, ne
şert e, ku di hemu warên xebatê da, raya rêxistinên Kurd
wek yek be.
Lê cîyê rexne û gazin ev e, ku rêxistinên Kurd, qasê pêwîst
giringî nadin pêvajoya endametîya YE.
Meriv neheqîyê neke. Bilî partîya me, HAK-PAR û Enstitûya
Kurd li Brukselê, tu rêxistinên Kurd di vê warê da çalak nîne.
Bi giştî rêxistinên Kurd, dema axaftin û nivîsandinê
da, gelek behsa rola xebata dîplomasîyê di serdema nu da dikin.
Lê belê di warê kar û amelê da, qasê axaftin û nivîsadinê
zîrek nînin.
Dijî YE bin an na, tesîra YE li ser xebata rizgarîya gelê
me pir e û divê sîyeseteka hevbeş û dîyarkirî ya Kurdan
di vê warî da hebe. Dijî YE bin an na, divê hemu rêxistinên
Kurd, daxwazên xwe yên hevbeş dubare peşkeşê
bîrûrayê YE bikin, bona çareser kirina pirsa Kurdî bi rêka
aşitîyê alîkariya wan bixwazin.
Çalakîya HAK-PAR’ê derfetekê baş e bona dîyar kirina
daxwazên Kurdan. Herwekî tê zanîn, HAK-PAR paş çend konferansan,
bona YE raporek amade kiriye û biryar daye, ku hinek endam
û rêvabirên xwe bişêyne Brukselê û vê raporê pêşkeşê
sazîyên YE bike, li ber xanîya YE xwepêşandan çêke, ligel
rêvabirên YE, li ser endametîya Tirkiyê bide û bistine.
Bi bawerîya min, hemû rêxistin, sazî, yekitî, koordînasyonên
Kurdan, ku li derwayê welat kar û xebat dikin, divê alîkarî
û piştgirîya vê çalakîyê bikin, daku dengê kurdan bi
hêztir derkeve.
Rast e, derd û kulê me li Kurdistana Bakûrê, ne tenê pêvajoya
YE ye. Konsepta İmralîyê, bîr û bawerî û fermanên Ocalan,
ku bi rêka parêzvanên wî, di rêfên gel da belav dibin, wekî
bizûz ketîye canê welatparêzîyê, hestî Kurdînîyî dikuje.
Û rêxistinên din, ku dijî vê konseptê ne, heya niha nikarine
bedîleke (alternatîv) hevbeş ava bikin, daku pêşîya
zirarê bizûzê İmralîyê bigrin.
Avakirina bedîlek, sazîyeke hevbeş, ne tenê bona pêşî
lê girtina bizuzê İmralîyê, her usa bona serketina xebata
azadîya gelê kurd jî pêwîst e.
Mixabin gengeşî û giftugo li ser avakirina bedîleke
hevdem û çalak gelek û gelek kêm e. Ku, gelo ava kirina sazîyeka
usa ji cûdabûna Osman Ocalan û hevalên wî ji KONGRA GEL ne
girîngtir e?
Û sed mixabin xebatê, ku bi destê PNK-Bakur bona damezrandina
sazîyeke hevbeş tê kirin, ji ber hinek sedemên piçûk
û ne reva, wekî kûsî dimeşe. Gelo gengeşî li ser
lezandina vê xebatê û ava kirina sazîyek hevbeş û lezok,
qasê yên Osman Ocalan û hevalên wî girîng nîne?
Wekî xuya ye, di rojên dawîyê da, li Tirkîyê bazara Kurdistana
Başûr û Kerkuk germtir bûye. Li Iraqê, wexta hilbijartina
giştîyê nêzik dibe, Kurdan xwe bona hilbijartinê amade
dikin, kar û xebata nahezên Kurdan li Tirkiyê, destdirêjîya
wan bo kar û barê Iraqê û Kurdistana Başûrê pirtir dibe.
Gelo pêşî lê girtina destdirêjîya Tirkîyê bo kar û barên
Kurdistana Başurê û niqaş kirin li ser vê babetê
ne giring e?
Belê, bona derxistina rastîyê gengeşî û giftugoyê bi
ber pewîst e û beşekê xebata azadîya Kurdistanê ye.
Lê gengeşî ne tenê li ser babatek, divê li ser babatên
din yên girîng jî hebîn.
Ev yeka jî ne bes e.
Divê ligel gengeşî, kar û emel jî hebe...
|