PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 
Sekreterê Gîştî a Partiya Sosyalîst a Kurdistan Mesud Tek:
“Li cem me partî ne armanc e, vesîleyek e bona gihîştina armancê”

Sekreterê Gîştî a Partiya Sosyalîsta Kurdistan Mesud Tek, peyamek bo şahîya pîroz kirina 30. salîya partiyê şand. Peyama Mesud Tek bi vî awayî ye:

Mêvanên hêja,
Xwişk û birayên delal,

Hûn bi xer hatin. Ez bi navê Komîta Navendî, silavên xwe peşkeşê we dikim, hêvîdar im, ku şeveke xweş biborînin.

Em 30 saliya partiya xwe pîroz dikin. 30 sal di jiyana însanek da heyameke ne kurt e. Lê belê ger merîv jiyana civatê berçav bigre, 30 sal demeke gelek kin e, meriv dikare bêje mistek av e di gola Wanê da...

30 salên derbasbûyî  pir e bi xebat û tekoşana dijwar, bi kuştin û lêdanê, bi girtin û nefî kirinê.

Di wan 30 salan da, me wekî PSK gelek serketin bi dest anin. Em gelek caran jî şikestin. Me rojên xweşî û nexweşiyê derbaz kir. Lê pir mixabin, rojên nexweşiyê, rojên bi derd û kovan, ji rojên xweşiyê pirtir in.

Bahoza 12 İlonê, şerê kîret yê 15 salî di welatê me da helûmerceke ne asayî pêkanin. Zilm, zordarî û terora dewletê bê hed bû. Wan hanê jî bûne sedemê evê, ku em bê hêz bin, ji sengerên xwe paşve bikişin. Lê belê ji ber ku doza me dozeke reva bû, rebaza me rast û dirust bû, me karî li ser piyan rawestin, xebata xwe bidomînin.

Heval û hogirên xweşdivê,

Herwekî dizanin welatê me hatiye perçe kirin û gelê me bindest e. Ji ber vê yekê, erkên me yê sereke bi dest xistina mafê carenusî yê, azad kirina Kurdistanê ye. Mafê me jî heye, ku di welatê xwe da azad û bextewar bijin.

Armanca hevbeş a Kurdan bi destxistina mafê çarenusî û azad kirina Kurdistanê ye. Û em tenê bi avakirina eniyeke netewî, cepheyek pir dengî û pir rengî ve dikarin bigihine wan armancan.

Ev rastiya han her tim li ber çavê me bû. Bona pekhatina eniyeke netewî, bona hevkariya hêzên niştimanperwer, me gelek hewl da. Ne tenê di damezrandina hemû bere û hevkariyê da keda partiya me hebûye, her usa gelek caran bona yekîtiyê gavên pêşîn ji aliyê me ve hatine avêtin. Ev yeka bo partiya me serbilindiyek e.

Serbilindiyeka din a partiya me ev e, ku me peyvendiyeka xurt û dostî ligel rêxistinên Kurd yên beşên dinê heye. Me çu kar nekir, çu helwest negirt, ku bibine sedemê nakokî di nava beşên Kurdistanê da. Em têkilê kar û barên perçeyên dinê nebûn. Me, rêxistinên hemû parçeyên Kurdistanê wekî dost hesiband, me hewl da, ku ligel hemûyan bibine dost.

Ligel vê jî, me xwast, ku bona hevahengiya xebatên hemû beşan, bona piştgirî û alîkariyê di nava beşên welatê me da, rêxistineka hevbeş a netewî hebe. Û ji bo damezrandina saziyeke usa me gelek kar û xebat kir. Bi baweriya me, bûyer û rûdanên navçe û Kurdistanê jî nişan didin, damezrandina rexistineke usa di bin kijan navê da dibe bila be, îro ji hemû caran pêwistir e.

Xwişk û birayên berketî,

Civata me jî ji çîn û tebeqayên cur be cur pêkhatiye. PSK partiya gundî, karker û zehmetkeşên Kurdistanê ye. Parastina maf û berjevendiya wan, yek ji erkên me yên serekî ye.

Paş belavbûna Yêkîtiya Sovyet, sîstema kapîtalîzmê bûye desthilatdarê dinyayê. Lê  sermeyedarî îro jî nikariye, civatek li ser bingeha dadî û wekheviyê ava bike û nikare jî.. Ji ber ku naveroka vê sîstemê zêrandin e, sîtem e, ne wekheviyê ye. Bi baweriya me sosyalîzm îro jî alternatîf e, bedîlê kapîtalîzmê ye û avakirina civatek li ser himê dadî û wekheviyê bi rêka sosyalîzmê dibe.

Damezrandina sosyalîzmê armanca me yê dûr e. Heya ku welatê me azad nebe, heya ku demokrasî li Kurdistanê bi cî nebe, avakirina sosyalîzmê jî ne mimkun e. Ji ber vê yekê, berê her tiştê, divê bona Kurdistaneka azad û demokratîk xebat were kirin. Ku ev yeka pêkhat, hingê em dikarin bi şiweyê demokratîkî li welatê xwe sosyalîzmê ava bikin.

Tifaq ligel hezên çep û demokratên Tirk, li ba me giring e. Berê 12 İlonê me ligel hezên demokrat û şoreşgerên Tirk kar û xebat kir. Lê pir mixabin îro peyvendiya me ligel wan gelek jar e. Bi baweriya me divê em bona bi hêztir kirina pêyvendiyan hewl bidin, kar û xebat bikin.

Mêvanên hêja,

Hevalên delal.

Belgenameyên partiya me, wekî bîryar û raporên kongra û konferansên partiyê nişan didin, ku PSK partiyeka girtî û muhafazakar nîne. Çi gavê di warê navnetewî da, di herêm û Kurdistanê da guhanrtineka bingehîn û mezîn çebûye, hingê me hawl dayê li gor wan guhartina bîr û baweriya xwe, bernama û armanca xwe, şîweyê kar û xebata xwe bigorin. Yê ku li ba me ne hatiye guhartin û her wekî xwe maye, mafê çarenusî ye, çareserkirina pirsa Kurd li ser bingehe wekhevî ye. Û heya azadiya Kurdistanê, wê wekî xwe bimîne jî..

Li cem me partî ne armanc e, vesîleyek e bona gihîştina armancê. Di nava armanc, hecet û şîweyê xebatê da pêyvendiyeka diyalektîkî heye. Me her tim hewl daye, ku gor zurufên heyî, bi saziyekê musaîd û  bi şîweyê lihev hatî, kar û xebat bikin.

Paş bûyêr û rûdavên nu, ku li heremê û Kurdistanê qewimine, pêyvendiya di nava armanc, vesîle û şîweyê xebatê, hin girîntir bûye. Rapora Komîsyona Yekitiya Ewropayê nişan dide, ku bi ehtîmaleka mezin giftogo di nava Tirkiyê û Yekîtiyê Ewropayê da wê dest pê bike. Ger giftogo dest pê bike, Tirkiyê mecbur dimîne, ku xwe bigorine. Giringî û tesîra sendîqayan, saziyên sîvîl, çandî û hunerî wê zêde bin. Xebata legalî wê derkeve pêş, rê li ber çareser kirina pirsa Kurdî li ser bengeha wekhevî û bi şiweyê aşitiyê, wê vebe. 

Partiyek bi tenê nikarê karên han bike.

Em banga partî û saziyên din yên welatparêz dikin û dibêjin, ku werin em bona avakirina saziyên usa destê xwe bidin hevdu, bi gor ziruf û serdemê, bi hev ra kar û xebat bikin.

Xwişk û birayên delal,

Di 30 salên derbasbûyî da, hinek hevalên me ji me cuda bûn. Hinek ji wan îro di sengerên dî da kar û xebat dikin. Lê piraniya wan li malê xwe rûniştine, qasî pêwist çalak nînin, beşdarê xabata rizgariya gelê me nabin. Sedemên cuda bûna wan çi dibin bila bin, keda wan jî di vê 30 salê da heye; fedekar bûne, kar û xebat kirine. Ez spasê xwe pêşkeşê wan hevalan dikim û ji wan dixwazim, ku ji malê xwe derkevin, pirtir beşdarê xebata azadiyê bibin. Ger hevalên me yên berê, di bin alayê partiya me da, beşdarê vê xebatê bin, emê gelek dilşad bin û deriyê partiya me jî ji bo wan vekiriye.

Endam û kadrên têkoşer,

Eger îro PSK li ser pê ye û kar û xebat dike, bê guman saya serê we ye. Eger keda we, fedakariya we nebaya, PSK nikaribû bijî. Kar û xebata we, pêgir bûna we li ser rêbazê partiyê, bo me serbilindiyek e. We li hember dijwarî û sextîyan serê xwe neçamandiye. Hel û mercê îroyî, ji duhî çêtir nîne. Tîkoşîneke sext, fedakriyeke mezin li benda me ye.

Ez piştrast im, hûn ê her wa bi îradeya polayî li ser rebaza partiyê bin, alaya azadiyê, alaya partiyê bilind ragirin.

Û ez dîsa piþtrast im, ku bi alîkariya  gelê zehmetkeş û dostên me yên dilsoz emê di kar û xebatê xwe da serkevin.

Mêvanên hêja,
Xwişk û birayên berketî,
Ez careke din silavên xwe peşkeşê we dikin, saxî, þadî û serketina we dixwazim.
Bijî PSK!
Bijî Yekîtiya Hezên Welatparêz!
Bijî Xebata Azadiya Kurdistanê!

Mesud Tek
Sekreterê Giştî ya PSK
19.11.04

 
 
PSK Bulten © 2004