PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 
Gelê Zahmetkeş û Tekoşerê Kurdistanê

Newroza îsal ji bona beşekê Kurdistanê xêr û xweşiyê jî ligel anî. Gelê me li Kurdistana Başurê, di hilbijartinê da serketineka mezin bi dest xist û bi wî awayî him toleyê Şehîdên 1’ê Şibatê hilda, him jî bi rûgeşiyê ve peşvaziye Newrozê kir.

Lê belê em îsal jî nikarin di pişka mezinê welatê xwe da, Newroza xwe bi serbestî pîroz bikin. Beravajiya Kurdistana Başurê, di beşên dinê welêtê da, gelê me ji hemû maf û azadiyên netewî û demokratîk bê par e, di bin zilm û zordariya rejîmên dîktator û nijadperest da dinale.

Gelê xebatkar û Xudan Qedir û Şerefê Kurdistanê,

Bûyerên navçeyê me careke din nişan didin, ku hemu hewl û cehda dagirkerên Kurdistanê badilhewa çûye. Dewletên kevneperest û dagirkerên Kurdistanê nikarine pêşiya xebata azadîxwaziya gelê meyê bindest bigrin û nikarin jî..

Xebata gelê me li hemû beşên Kurdistanê ber bi pêş diçe. Zirufên navçe û navnetewî bona bi hêztir bûn û pêşveçûna xebata meyê reva û pîroz musaîd e.

Bona serketina yekcarî, xebateka pêgir li ser bingeha netewî û demokratîk, hevkarî û hevahengiya rêxistinên Kurdistanî pêwist in.

Partî, Hêz, Dezge û Kesayetiyên Kurdistana Bakûrê,

Bona îstîfade kirina ji zirûfên navnetewî û navçeyên musaîd werin em dest bidin hevudu, daku Bakurê welatê me azad be, bi vê azad kirina welatê xwe va piştgiriyeka xurt li destkevtiyên Kurdistana Başurê û perçeyên dinê bikin!

Em ji bona ku Newroza îsalê bi gor naveroka xwe pîroz bikin, werin bona bi dest xistina mafên xwe yên netewî û demokratik, mil bidine hevudu!

Gelê Kurdê gernas û zilmditî,

Hemû Rojên We Newroz, Newroza We pîroz be.

Mesud Tek
Sekreterê Giştî

Adara 2005

 
 
PSK Bulten © 2005