PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

“Peymana Selahaddînê dilê me jî xweş kir.”

Li ser îmza kirina Peymana Selahaddînê, Sekreterê Gîştî ya PSK Mesud Tek, peyemaka pîrozbayiyê şande bo Mesud Barzanî û Mam Celal Talabanî, piştgiriya partiya xwe li  Peymana Selahaddînê eşkere kir.

Peyama Mesud Tek bi vî awayî ye:

Bo Mesud Barzanî
Serokê  Partî Demokrata Kurdistan

Hêja Mesud Barzanî,

Bi silav û rêzê va,

İmza kirina “Peymana Selahaddînê”  ji aliyê cenabê te û hêja Mam Celal Talabanî, wekî ya hemû Kurdan dilê me jî xweş kir.

Em bona vê karê dîrokî pîrozbayiya xwe bo cenabê te û hemu endamên Mekteba Sîyasî ya PDK dikin, pişgirîya xwe lî “Pêymana Selahaddînê” îlan dikin.

Saxi û serketina we dixwazim.

Mesud Tek
Sekreterê Giştî

05.12.2004

**

Bo Mam Celal Talabanî
Sekreterê  Giştî ya Yekitî Niştimanî Kurdistan,

Hêja Mam Celal,

Bi silav û rêzê va,

İmza kirina “Peymana Selahaddînê”  ji aliyê cenabê te û hêja Mesud Barzanî, wekî hemû kurdan dilê me jî xweş kir.

Em bona vê karê dîrokî pîrozbayiya xwe bo cenabê te û hemu endamên Mekteba Sîyasî ya Yekitî Niştimanî Kurdistan dikin, pişgirîya xwe lî “Pêymana Selahaddînê” îlan dikin.

Saxi û serketina we dixwazim.

Mesud Tek
Sekreterê Giştî

05.12.2004

***

Her usa Mesud Tek peyemeka serxweşyê şande Bo Mekteba Sîyasî ya YNK û serxweşiya partîya li ser teror kirina pêşmergeyên YNK li Musilê, diyar kır. Peyama serxweşiyê bi vî awayî ye:

Bo Mekteba Sîyasî ya Yekitî Niştimanî Kurdistan (YNK)

Hevalên tekoşer,

Bi xemekê giran ve me bihist, ku di emcama karê terorîstiyê, 7 pêşmergeyên YNK, 7 cangoriyên rîya azadî û demokrasi şehîd bûne. Em vê karê teroristî bi tundi mehkum dikin, şerxweşîya xwe pêşkeşê we û bi rêka we pêşkeşê malbata şehidan dikin.

Rêya wan ber dewam rûhê wan şad be.

Mesud Tek
Sekreterê Giştî

05.11.04

 
 
PSK Bulten © 2004