PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Kurdên Ewrûpa li Kolnê dengê xwe bilind kirin

“Bijî Kurdistan, Bijî Hevkarî!”

Meþ û Mîtînga Kolnê ku bi navê HEVKARÝ (Platforma Rêxistinên Kurdistan-Elmanya) hate kirin, duh (13´yê Çirîya Pêþîn) bi serfirazî pêk hat.

Bi hezaran Kurd, jin û mêr, civan û zarok, ji çarkoþeyê Elmanya û ji welatên der û dorê (Ji Fransa, Hollanda, Belçîka, Ýngîlîstan, Danîmarka, Swîsre û Avusturya di vê çalakîyê da cî girtin û deng û daxwazên Kurdan dan bihîstin.

Meþê dema nîvro saet 12.00´da li Ebertplatzê dest pê kir. Kortej bi ala rengîn a Kurdistanê û pankartên jêrîn, bi Kurdî û Almanî hatibû xemilandin. Di dema meþê da ev silogan bi hoperloran hatine gotin û bi dengê hezaran hatine ducarkirin.

Bijî Kurdistan, bijî hevkarî!
Em millet in, em, teref in!
Heqê çarenûsî ji bo gelê Kurd!
Bijî yekitîya Kurda!
Mafên Wekhevî!
Dibistana Kurdî, zanîngeha Kurdî!
Serbestî ji bo komele û partîyên Kurd!
Girtîyên sîyasî ra azadî!
Bila Kontrgerîlla û Jîtem bê belavkirin!
Berî çareserkirina pirsa Kurd bila Tirkîye nebe Endamê Yekitîya Ewrûpa!
Tirkîye, destê xwe ji Kurdistana Baþûr bikþîne!

Meþ di saet 14´da giha Roncallîplatz. Ev der meydana pêþ Dêra Domê ya bi nav û deng e. Li wir mîtîngê dest pê kir. Peyama HEVKARÝ bi Kurdî û Elmanî hate xwendin û mane û ehemmîyeta meþ û mîtîngê hate gotin. Piþtra Yilmaz Çamlibel (Serokê DBP) qise kir. Mesajên piþtgirîyê hatine xwendin, ku di nav wan da mesaja Sekriterê Giþtî ya PSK Kemal Burkay jî hebû.

Gelek rêxistin û kesan mesajên piþtgirîyê þandibûn. Di nav wan da: Partîya Sosyal Demokrat ya Elmanya-SPD (bi navê Grûba Parlamenê Uta Zaps), Partîya Keskan (bi navê Grûba Parlamenê Volker Beck), PDS (Serokê pêvendîyên derva Helmut Scholz), Bi navê Rêxistina Gelên Bindest Tîlman Zülch, Cimeata Ermenî ya Elmanya hebû.

Di dema meþê û mîtîngê da bi dengê def û zirnê Kurdan govend kiþandin. Hunermend Þîrînperwer, Ebubekîr Legezî, Êmer Gundî, Evîn û Rêzan bi kilam û stranên xwe reng dane civînê. Çalakî bi coþeke mezin û bi serfirazî derbaz bû.

 
PSK Bulten © 2002