Gelîyê
Munzur Biparêzin!
Gelîyê
Munzur ku bi alîyê delalîyên tebîyî û dar û berên xwe cîyekî
gelek xweş û taybetî ye, îro di xetera man û nemanê da
ye. Dewleta Tirk hazirî dike ku heyşt bendên avê li ser
çemê Munzur avabike û vê gelîyê bi tevayî winda bike.
Gelîyê Munzur li Kurdistana Bakûr, li
hêla Dêrsim e, ku bi delalîya xwe bi nav û deng e. Ev der
bi çîyayên asê, çem û gelîyan xemilandîye. Çemê Munzur li
hêla Ovacixê, li pala Çîyayên Munzur dikele, berê ji deşta
Owacixê, piştra ji gelîyeke kûr dizivire û derbaz dibe,
digihîje gola Bendê Gebanê. (Berî ku ev bend avabe, digihîşte
çemê Muradê).
Di ser
rîya wê da gelek çemên piçûk û robarên dinê jî tevî Munzur
dibin. Ava wê zelal e, tê da masîyên gelek baş
hene. Der û dora wê daristan e. Dibêjin cinsê dar û gîyayên
dorê digihîje 1500’î. Di van çîya û daristanan da gelek heywanê
kûvî wek hirç, beraz, gur, rovî, kewroşk, kûze û pezkûvî
hene. Dirêjîya Gelîyê Munzur qasî 80 kîlometir e. Ango ev
gelîyeke hêja, delal û bê hempa ye.
Bona vê yekê, ev der gelek sal berê wek cîyê ”sîtê”
û ”parkê mîllî” hatibû hilbijartin ku bê parastin. Lê xuya
ye nuha dewleta Tirk dixwaze vê derê bi destê xwe xirab bike.
Li gelîyê Munzur gelek gundên Kurdan hene. Her usa
jî li vê gelîyê bermayîyên dêrên xaçparêzan hene ku ji dema
berê mane.
Dewleta Tirk avakirina van bendên avê wek ji bo destxistina
hêza elatrîkê nîşan dide. Lê armanca rastî ne ev e. Hêza
(enerjîya) ku ji van bendan bê destxstin bê qîmet e, qasî
hezarî da yekê temamîya hêza Tirkîyê ye. Armanca dewletê bi
avakirina van bendan cuda ye û ev qetlîameke mezin e dijî
dorberê, tarîxê û xelkê vî welatî.
Dewleta Tirk di çarçoveya projeya GAP’ê da li ser çemên
Dîcle û Feratê gelek bend çêkirin û hîn jî çêdike. Bi sedan
gundên Kurdan û gelek bajarên dîrokî di bin ava van bend û
barajan da man. Wek Samsat, Halfetî û bajarê dîrokî ya bi
nav û deng Zeugma (Xirêbeyên Belkis) ku ji dema Romîyan mabû.
Nuha hazirîya avakirina Bendê Îlisû heye, ku bajarê
dîrokî Heskîf û bi sedan gundê Kurdan ên dinê jî di binê ava
wê da wê bimîne. Bona vê yekê gelek kar û xebat heye ku bendê
Îlisû neyê avakirin, yan tevdîr bêne stendin ku zirareke ewqas
mezin nede derdora xwe û nede berhemên dîrokî.
Hîn ev pirs çareser ne bûbû ku pirsa Gelîyê Munzur
derket. Gelo dewleta Tirk çima ji bo menfeeteke piçûk dixwaze
vê gelîyê delal xirab bike? Çima zirareke usa mezin dide vê
mintiqê, tebîet û însanên wê?
Sedem sîyasî ye. Dewleta Tirk ji xelkê vê mintiqê gelek
aciz e. Ev xelk Kurd e û Kurdê Elewî ye. Xelkê Dêrsimê ta
ji berê da di berxwedanên Kurdan da roleke baş lîstîye.
Bona vê yekê jî Dêrsim wek kulla dilê wan e.
Di van 15-20 salên dawî da dewleta Tirk bi rîya şerê
qirêj Kurdistan ser û bin kir û bi mîlyonan Kurd ji welatê
bav û kalan dûrxist. Di vê midetê da nifûsa Tûncelîyê (wek
navenda Dêrsimê ye) ji 200.000’î dakete 80.000 hezarî. Lê
dewlet qîma xwe bi vê nayne. Nuha hazirî dike ku bi rîya van
bend û barajan hinek gundên dinê vala bike, rêyan û pêvendîyên
aborî qut bike, Dêrsimê bi tevayî vala bike û bi vî awayî
dawîya çand û hebûna Kurdên Alewî jî bîne.
Xuya ye ku dewleta Tirk, li cîyê ku nasname û heqên
Kurdan nasbike, aşitîyê bîne welat û mintiqa Kurdan di
warê aborî û çandî da pêşva bibe, ziddê wê, sîyaseta
zulm û tedayê dimeşîne, heya tebîyetê jî xirab dike ku
bi hezaran salan da çênabe.
Em gazî hemû kesên welatperwer, aştîxwaz û demokrat
dikin ku bala xwe bidine vê yekê, li himber vê hovî û zordestîyê
bêdeng nemînin û ji bo parastina Gelîyê Munzur kar û xebat
bikin. Divê çi jî destê me tê emê bikin, da ku raya giştî
li der û hundur di derheqa vê yekê da hişyar bikin.
Her usa jî, divê em şîrketên bîyanî
ku vê projeyê fînanse dikin û UNESCO û rêxistinên navnetewî
yên dinê hişyar bikin. Gelîyê Munzur ne ku tenê hêjayî
û delalîyeke mezin e ji bo Kurdistanê û hêla Dêrsim, ew her
usa jî beşek e ji dewlemendî û delalîya dinyayê. Divê
herkes ji bo parastina vê herema delal û vê çanda hêja kar
û xebat bike.
Emê, ji bo parastina Gelîyê Munzur seferber bin!
Kemal Burkay
Sekriterê Giştî
Partîya Sosyalîst a Kûrdîstan
31 Tebax,
2001
|