Tirk, Elman û zîrekî…
Mustafa Metîn
Profesorê Elman dibêje: “Tirk di warê aqil û zîrekî da ji
Elmanan kêmtir in…”
Profesorekî Elman ku li ser aqil û zîrekîya mirovan pispor
e, dibêje, lêgerîn û lêkolînên wan ên ilmî nîşan didin
ku di warê zîrekî (zeka) da Tirk ji Elmanan kêmtir in. Ne
tenê Tirkên Anadolê, lê zarokên wan ên ku li Elmanya dijîn,
ew jî…
Tirk ji vê gotinê gelek aciz bûn, gotin profesorê Elman nijadperestî
dike.
Helbet li vê dinyayê nijadperest hene, yê ku neslê xwe, milletê
xwe bilind, baqil, xweşik, xelkên dinê jî piçûk dibînin.
Hîtler û nazîzma wî usa bû. Lê piştî felaketa ku Hîtler
anî serê dinyayê û serê Elmanan, milletê Elman ji vê bîr û
bawerîya şaş û xirab xilas bû.
Li dinyayê nijadperestî ne tenê marifeta Nazîyên Elman bû,
li cîyên dinê jî tê dîtin. Wek nimûne di nav Tirkan da gelek
xurt e, ta ji dema Mistefa Kemal dest pê dike tê. Heya hinek
dibêjin Hîtler Mistefa Kemal ji xwe ra wek mamoste dîtîye!
Ew gotinên ku “Tirkek bedêlê dinyayê ye” û “Çi bextewar e
ewê ku dibêje ez Tirk im!” gotinên Mistefa Kemal in.
Di dema wî da pîvana serî û numra xwînê gelek mode bû û ev
tiştên hanê bi destê sazîyên dewleta Tirk dihatine kirin.
Di dema Mistefa Kemal da û gor daxwaza wî, Tırkan du
nezerîyeyên mesqere çêkirin: Yek “Terorîya Zmanê Roj“, ku
digot Tirkî wek roj e û hemû zmanên dinyayê ji Tirkî derketine.
Ya din jî, “Teorîya Tarîxa Tirk” e ku, gor wê ji hemû milletên
dinyayê ji Tirkan pêyda bûne!
Miletê Elman ji nijadperestîyê xilas bû, lê Tirk man. Li
Tirkîyê nejadperestî heya îro ma û her diçe xurt dibe.
Dibêjin: “Li dinyayê yê herî mezin Tirk in!” Bi taybetî Kurdan,
Ermenîyan, Rûman, Ereban piçûk dibînin û ji xwe ra wek dijmin
dihesibînin, di derheqa wan da hezar tiştê xirab dibêjin.
Bona vê yekê, ger kî ji nijadperestîyê gilî gazinan bike,
heqê Tirkan tune ku bikin. Divê ew berî hertiştî li xwe
binêrin, xwe ji vê pîsî û qirêjîyê bişon.
Helbet hemû Tirk ne nijadperest in, di nav da mirovên demokrat
û makûl jî hene.. Lê di nav vî milletî da hejmara mirovê han
ku bi vê nexweşîyê neketîye mixabin kêm e. Nijadperestî
ji giregirên wan bigir heya pêyxwasên wan, wek nexweşîya
şîrpençe (qanser) li laşê civatê belav bûye.
Em bên ser mesela aqil û zîrekî: Divê mirov di vî warî da
jî gor esasên îlmî bifikire. Gelo profesorê Elman ecaba mirovekî
nijadperest e, yan gor lêkolîn û lêgerîneke ilmî qise dike?
Zeka, yan jî aqil û zîrekî çi ye? Ew ji bo mirovan hebûn
û hêjayîyeke usa ye ku, berî hertiştî ji zayînê tê, ango
mirov ji dê û bavê xwe distîne. Lê dereca wê ne tim wek yê
dê û bavê ye, carina nêzî wan e, carina ji wan bilindtir,
carina nizmtir e.
Helbet hemû însan di warê aqil û zîrekî da ne wek hev in.
Ev rastîyek e. Di civakê da çend derece yan jî tebeqeyê aqil
û zîrekî hene. Yê navendê yan jî ortê (piranîya endamên civakê,
-qasî sedî da 60- di vê derecê da cî digrin); hinek zîrektir
in, ango di dereca jorê da ne (sedî da 20), hinek jî kêmtir
in, ango di dereca jêrê da (sedî da 20). Ji nav vana jî hinek
pir zîrek in (hejmara wan gelek kêm e) hinek jî gelek kêmaqil
in, ango ehmeq in (hejmara wan jî helbet kêm e)…
Lê eva pîvaneke zîrekêyê ye gor esasê şakûlî, ango bilindî
û nizmî. Lê pîvaneke din jî heye ku berwarî, ango gor firehî
û tengî ye. Ev yek ji bûyînê yan jî ji zayînê nayê, lê gor
şertên jîyanê çê dibe. Mirov heye, rewş jê ra baş
e, mecal heye, dikare pir tişt hîn be û hesletên xwe
pêşva bibe. Hin jî hene bê mecal in, rewşa jîyanê
rê nade ku zêde tişt bibînin û hînbin. Ango di dema jîyanê
da aqil û zîrekîya hinan fireh dibe, yê hinan teng dimîne.
Wek çarkinarên tîk, hinek teng, hinek fireh…
Ger mirov van herdu pîvanan bide ber hev, hingê tê digihîje
ku, ger gor pîvana yekem di navbera milletan da di warê aqil
û zîrekî da ferq nebe jî, gor pîvana duwem ferq çêdibe. Ango
hin millet di warê xwendin û zanînê da, huner û teknîkê de
gelek pêşdatir in. Hingê mezinê wan jî piçûkê wan jî
aqlê xwe, mêjoyê xwe baştir bi kar tînin û zêde tişt
hîn dibin.
D vî warî da helbet ne Tirk, ne em Kurd, ne jî xelkên Rojhilata
Navîn yên mayî, her usa jî xelkên Afrîka û Amêrîka Latîn,
nikarin bi Elmanan ra, bi Frensî, İngîlîzî û Swêdîyan
ra, bi xelkên dinê yên welatên pêşketî ra kawan bavêjin.
Ew li gelek pêş û em gelek li şunda ne. Eva rastîyek
e.
Serda jî civakên şundamayî pirî caran di bin zor û zulma
hukma welatên xwe da ne ku. Ev hukum ne tenê zulmê li milletê
xwe dikin, wan diêşînin, her usa jî gelek derewan li
wan dikin, wan dixapînin. Ango Tirkîye di vî warî da nimûneya
herî berçavan e. Dewlet û hukumeta Tirk, serokên wan tim li
xelkê xwe derew kirine. Ne xwestine û firsend ne dane ku xelkê
wan hin tiştan bizane, hîn be. Derew tim bi kêrî wan
hatîye. Xwestine ku xelkê wan wek pez û dewar be. Hingê îdarekirina
wan rehet e, hingê zulm û zêrandina serdestan bi hêsanî rêva
diçe…
Ji bo vê ye ku, dema mirov li gelê Tirk dinêre ecêb dimîne.
Dewleta wan serê wan şûştîye. Ew di derheqa gel,
welat û civaka xwe da, di derheqa dîroka xwe da, di derheqa
cîranên xwe da rastîyê nizanin, ew derewên ku serok û mezinên
wan hînî wan kirine, wê dizanin.
Wek nimûne: me Kurdan piçûk dibînin, dibêjin Kurdî ne ziman
e, Miletekî bi navê Kurd, welatekî bi navê Kurdistan tune.
Kurd jî Kurdistan jî li ber çavê wan e lê nabînin. Wek bi
sêhrê ketine…
Ne tenê di warê pirsa Kurdan da, di gelek waran da usa ye…
Serokê wan ew nezan hiştine, bi vir û derewan serê wan
şûştine. Çi xwendî, çi nexwendî…
Mêjoyê ku di bin ziblê vir û derewan da bimîne çawa bişuxule,
çawa bibiriqe?.. Miletekî usa çawa bibe baqil û zîrek? Na,
ev ne mimkîn e. Yên ku bi dehan, bi sedan salan e Tirkîyê
îdare dikin, serokên wan, ew kirine nezan, hiş di serê
wan da ne hiştine.
Ango ew tiştê ku profesorê Elman ji bo Tirkan dibêje,
bi raya min ne nijadperestî ye, ilmî ye û rastî ye. Ev rewş
heya derecekî ji bo zarokên wan ên li Elmanya jî derbaz dibe.
Ew zarokên ku piranî di nava malbatên nezan da mezin dibin,
bi destê dê û bavên han û mamosteyên Tirk terbîye dibin, ji
bo wan jî derbaz dibe.
Di mala te da zanîn tunebe, tu nikarî bidî zarokê xwe. Şovenî,
nijadperestî, vir û derew pêsîra Tirkan li der welat jî bernade.
Wek nimûne, Tirkên ku li Ewrûpa dijîn, dema diçin lîstika
futbolê di navbera taximeke Tirk û yekî biyanî da, li wir
dikin qîreqîr, dibêjin:
”Yê herî mezin Tirk in, ji Tirkan mezintir tune!”
Mirovê usa heqê xwe tune bêje ez zîrek im. Na, ev bomîyeke
civakî ye û gelek jî bi xeter e, ji ber ku li ser hîmê nijadperestîyê
ava bûye û êrîşger e.
Birayên Tirk, ger hûn dixwazin, ilm û alim di derheqa we
da tiştên baş bêjin, qîret bikin, xwe ji xirabîyê
xilas bikin, bibin merivên baş! Ev tişt him ji bo
we baş e, him ji bo me. Ger hûn bibin mirovên baş,
ewqas xirabîyê li me nakin…
Ilm wek neynikê ye, hûn çawan bin we usa nîşan dide.
Ger ji ayîna xwe ya neynikê ne razî ne, neynikê gunekar nekin,
xwe biguhurin.
|