PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Nameya Sekreterê Giştî yê PSK, Mesud Tek
Ji bo Serokwezîrê tirkiyê Erdogan:
“Em piştgiriya hemû gavên baş û maqul dikin, ku ber bi çareserkirina pirsa kurd werin avêtin”

Li Tirkiyê gengeşiyeke fireh heye li ser gotina Serokwezirê Tirkiyê di seredana xwe ya Dîyarbekîrê û civîna xwe ligel hinek ronakbîran da.

Sekreterê Giştî ya Partiya sosyalîst a Kurdistan-PSK Mesud Tek jî nameyek şand ji bo Serokwezîrê Tirkiyê û bîr û baweriya partiya xwe di derheqa pirsa Kurd û çareserîya wê da pêşkeş kir. Nameya Mesud Tek bi vî awayî ye:

Serokwezîrê hêja,

Cenabê te di serlêdana xwe ya Diyarbekîrê da, gotibû ku, “em amade ne guhê xwe bidine gotina herkesî, ku li ser pirsa Kurdî bîr û ramanê wan hene.”

Partiya min, Partiya Sosyalist a Kurdistan-PSK terefekî doza Kurd e û bîr û bawariya xwe li ser pirsa Kurd û çereseriya wê gelek caran pêşkeşî bîr û rayê giştî kiriye. Bi vesîleyê axaftina te, bîr û baweriya partiya xwe careke dinê peşkeşî cenabe te û bîr û raya giştî dikim.

Birêz Erdogan,

Pirsa  Kurd heya niha bi şaşî û xeletî hat bi navkirinê. Lê belê cenabê te wekî Serokwezîrê Tirkiyê pirsgirêka Kurd bi navê xwe yê rastî, ango wekî “pirsa Kurd” bi nav kir, ku ev yek tiştekî girîng e.

Pirsgirêka Kurd, problemeke “asayiş” û “terorê” nîne. Herwekî cenabê te jî gotiye, “pirseke siyasî, çandî û aborî” ye û herwekî pirsgirêkên dinê yên siyasî û civakî ne bi rêka zext, zilm, girtin û kuştinê, lê bi rê û olaxên siyasî tê çareserkirinê. Ji ber vê yekê, axaftina cenabê te girîng e, ku te li Diyarbekirê gotibû “pirsgirêk bi demokratîze kirinê çareser dibe.”

Serokwezîrê hêja,

Herwekî cenabê te jî agahdar e, navkirina pirsê û danîna çarçuveyek ji bona çareseriyê jî tiştekî girîng e, lê belê ne bes e.

Pirsa Kurd pirseke netewî ye. Li seranserê dinyayê pirsên netewî bi nasandina mafên netewî hatine çareserkirinê. Pirsa Kurd jî wekî wan dikare çaresr be. Ango bi nasandina mafên netewî ku di gelek peymanên navnetewî da ci girtine.

Cenabê te li Diyarbekirê gotibû, ev pirs di çarçuveya “prensîba yek dewlet, yek al, yek netew” dê çareser bike. Em ne ligel vê baweriyê ne. Ji ber ku “prensîba yek dewlet, yek al, yek netew” prensîbeke kemalîzmê ye. Bûyerên dîrokî jî nişan didin ku, prensîbên kemalîzme ne tene pirsgirêkan çareser nake, her usa aloztir û tevlihevtir dike. “Prensiba yek dewlet, yek al, yek netew” bi zirufên Tirkiyê li hev nayê. Ji ber ku li Tirkiyê gelek grubên olî û netewiyên cuda cuda hene û prensîba hanê jî dixwaze wan hemû bêxe nav kirasekê. Daxwaza çareserkirina pirsa Kurd bi “prensîba yek dewlet, yek al, yek netew”, mixabin ligel axaftina te lihev naye, ku cenabê te kêşeya Kurd wekî “Pirsa Kurdî” destnîşan kiribû.

Birêz Erdogan

Cenabê te li Diyarbekirê gotibû ku, divê dewlet ligel dîroka xwe rû bi rû be û em dixwazin rûpeleke nu, pak û paqij vekin. Gotinên hanê jî girîng in. Lê belê ji wan girîngtir ev e ku, gelo li ser rûpela pak û nu wê çi bê nivîsîn?

Bi baweriya me pirsa Kurd bi nasandina mafê çarenusî ji bo gelê me tê çareserkirinê, ku mafê hanê di peymanên navnetewî da jî cî digrin. Daxwaza Partiya me ji bona Kurdistana Tirkiyê federasyon bû, îro jî federasyon e û federasyon yek ji şîweyên diyarkirina mafê çarenusî ye. Bi baweriya me sazûmaneke federatîf, ku li ser wekheviyê were damezrandin, him dikare pirsa Kurd çareser bike him jî dikare bibe bingeha pêşveçûn û guhartinê.

Lê belê ev yeka hanê ji nişkeva pêknayê. Ji bona vê yekê divê guhartineke fikrî di hizir û bîra gelê Tirk da çêbe û şart û zirûf jê ra amade bin. Berî her tişti divê gevên jêrê werin avêtin:

-         Qanuna Esasî ya sala 1982’a, ku berhema rejîma 12 İlonê ya faşîstî ye û sazî û dezgeyên dij-demokratiyê werin rakirin û li şuna wê qanuna esasiya nu were danîn û tê da mafê Kurd û grubên din yên dînî û netewî jî hebin û werin parastinê.

-         Ji bona ku nermî û aramî di nava civatê da pêkbê, divê leborîneke giştî ya bê qeyd û şert were îlan kirinê.

-         Zextên, ku li ser ziman û çanda Kurd heye divê werin hildanê. Zagonên pêwîst bêne derxistin, daku ji dibistana ewil heya zaningehê, perwerdekirin bi zimanê Kurdî be. Di radyo û televîzyonên fermî da bê qeyd û şert divê bernamayên Kurdî bêne weşandinê; divê weşana taybet jî azad be.

-         Qanûnên, ku li pêşiya xebata serbest a rêstinên Kurdan asteng in, divê bêne rakirin.  Rijêye (bend) hilbijartinê, ku bona pêşî lêgirtina temsîlkariya Kurd û sosyalîst li meclîsê hatiye danîn, divê were hildanê.

-         Kurdên, ku ji aliyê hêzên asayîşa Tirk ji warê bav û kalan hatine derxistin û hatine nefîkirinê, divê vegerine şûn û warê xwe yên berê û divê zirarê wan bê tazmîn kirinê.

Serokwezîrê hêja,

Herwekî cenabê te dizane, avêtina gavên han û yên wekî wan, tenê riya çareserkirina pirsa Kurd xweş nake, her usa jî di pêvajoya endemetiya Yekitiya Ewropa da alîkariya hikumetê dike, ku him cenabe te û him jî hikumeta we bona endametiya YE gelek cehd û xebat kirine.

Birêz Erdogan,

Eger pirsgirêk hebe, siruştî ye ku alî û hêlên vê pirsê jî hebin û bona çareseriyê divê di mabeyna alî û hêlan da pêywendî û diyalog hebe.

Li Tirkiyê heya îro, yên ku nedixwastin pirsa Kurd bê çareserkirinê, hertim digotin “em ligel çekdaran pêywendî danaynin, bi wan ra rûnanin.” Lê belê yên ku wan gotinan dikin û nexwazin pirsgirêka Kurd bê çareserkirinê, li nezanînê tên ku, ew bi xwe û siyaseta wan bû ku bû sebeba çekhilgirtinê.

Lê, hemû rêxistinên Kurd çek hilnegirtine û bi gotina cenabê te “terorîst” nînin. Eger rêxistinên hanê, ku partiya me jî yek ji wan e, bikaribana xebata legalî bikin, an jî partiyên legal pey der pey nehatana girtinê, pêşiya wan bi rijeya hilbijartinê nehatana girtin, îro li meclisa Tirkiyê û di warê legaliyê da muhatabeke bi hêz û nunerê Kurdan dê hebaya. Muhatabê hanê bona çareserkirina pirsa Kurdî bi rêka demokrasî û bi şiweya aşitiyê dê xebat bikira. Lê dîsa jî bona pêywendî girtinê muhatab, alî hene: Partiyên, ku rê û olaxên aşitîxwaz hilbijartine, partiyên legal, serokên belediyeyan, sazî û dezgeyên çandî û hwd...

Her usa hikumet bi tenê jî dikare daxwazên jorê, ku daxwaza piraniya Kurdan e, bi cî bîne.

Serokwezîrê hêja,

Bûyerên Rojhilata Navîn careke dinê nişan dan ku, pirsa Kurdî pirsgirêka çar welatên heremî ye. Kurdên her parçeyî, derbareyê siyasetên ku di parçeyên dinê da, derheqa birayên xwe têne bikaranîn, hestyar in. Eger dixwazi li Tirkiyê pirsa Kurd çareser biki, divê diji xebata netewî û demokratîk yên beşên dinê yên Kurdistanê dernekevî. Bo nimûne cenabê te him behsa çareserkirina pirsa Kurdî bi rêka demokrasiyê dikî, him jî behsa êrîşa leşkerê Tirk ji bo Kurdistana Iraqê û hewl didi ku, daxwaza Kurdên Iraqê di qanuna esasiya nû ya Iraqê da ci negrin. Ev herdu bi hevra nabe, li huvûdu nayên.

Eger dixwazi di vî warî da pêgir û dilsoz bî, pêwîst e, ku gefan li Federasyona Kurdistanê nexwî, dest dirêjiya kar û barên hundirî ya Kurdistana Başûr nekî, bi Hikumeta Heremê Kurdistanê pêywendiya siyasî, çandî û aborî daynî.

Cenabê te gelek caran gotiye ku “berjewendiya Tirkiyê di aramî û istîqrara heremê da ye”.

Dijmintî nekirin ji bona xebata netewî û demokratîk yên beşên dinê yên Kurdistanê û alîkarîkirin ji bona çareserkirina pirsa Kurdî bi rêka demokratîk û bi şîweya aşitî, piştgiriyeke gelek xurt e ji bona aramî û îstîqrara navçeyê.

Serokwezîrê hêja,

Min hewl daye, ku bi kurtî bîr û baweriya Partiya xwe li ser çareserkirina pirsa Kurd bêjim. Dixwazim dubare bikim, berjewendiya herdu gelan jî di çareserkirina pirsa Kurdî bi riya demokrasî û aşitîyê da ye. Partiya me amade ye alîkarî bike, eger di vî warî da gavên baş û maqûl bêne avêtin.

Bi rêzên min va...

18’ê Tebax 2005

Mesud Tek
Sekreterê Giştî

 
 
PSK Bulten © 2005