Nameya
Burkay:
"KURDAN
JI BÎR NEKIN!"
Sekriterê Giþtî yê Partîya Sosyalîst
Kemal Burkay ji wezîrên derva yên welatên Yekitîya Ewrûpa
û berpirsîyarên wan ên Komîsyona Ewrûpa ra nameyek bi rê kir.
Burkay di nameya xwe da li ser "Pelgê Þirîkatîyê" ya ji bo
Tirkîyê raya xwe eþkere kir û daxwazên gelê Kurd careke din
anî bîra wan.
16 Çirîya Paþîn,
2000
Birêz ...
Komîsyona Ewrûpa di 8'ê Çirîya
Paþîn da Pelgê Þirîkatîyê ji bo Tirkîyê eþkere kir. Di vê
pelgê (wesîqê) da tiþtê ku ji Tirkîyê tê xwestin, ango reformên
ku divê ew bike, yek bi yek hatîye nivîsîn.
Em wek Partîya Sosyalîst a Kurdistan
piþtgirîya van daxwaz û pêþnîyaran dikin û wan wek firsendeke
baþ dibînin ji bo guhartina Tirkîyê. Divê dewleta Tirk van
reforman, bi taybetî tiþtên ku di warê mafên mirovî û demokrasîyê
da jê tê xwastin di waxtê da bi cî bîne, raya giþtî ya hundur
û der nexapîne.
Lê mixabin, di vê pelgê da bi þiklekî
eþkere û fireh behsa pirsa Kurd ne bûye, ku pirsa herî mezin
e ji bo Tîrkîyê. Heya tê da navê Kurd jî derbaz nabe. Lê,
di dema borî da sazîyên Yekitîya Ewrûpa, bi taybetî Parlamena
Ewrûpa, çend caran di derheqa Kurdan da biryar girtibûn û
çareserkirina vê pirsê wek þertekî danîbûn pêþ Tirkîyê.
Sebebê vê helwesta dawî ya þermoke
çi ye? Ger ev ji bo xweþkirina dilê hin hêz û kesên þovîn
ên Tirk be, ku li himber pirsa Kurd gelek bi hêrs dikevin,
þaþ e û xizmeta vê pêvajoyê ji bo avakirina demokrasîyê li
Tirkîyê nake. Ji ber ku ew rewþa xirab a Tirkîyê di warê demokrasîyê
da di rûbarî pirsa Kurd da ye. Tirkîye heya ku vê rastîyê
qebûl neke û ji bo çareserkirina pirsa Kurd li ser bingeha
heqîyê gavên aþitîxwaz nevêje, nikare di warê mafên mirovî
û demokratîyê da jî tu gavekî mezin bavêje û reformên hanê
bi cî bîne.
Di vê wesîqê da helbet ji bo Kurdan
jî tiþtên baþ hene. Wek daxwaza serbesthiþtina weþanên radyo
û têlevîzyonê bi zmanên hemû welatîyan û heqê xwendinê. Lê
ev daxwazên hanê jî, ji ber ku wek "heqên hûrgelan" ne hatine
bi navkirin, dewleta Tirk wan di çarçuva "mafên þexsî" da
dibîne û dil nake ku ji bo bi cîanîna wan tu berpirsîyarî
hilgire ser milê xwe. Ewê ji bo van tiþtan ji Kurdan ra çiqasî
destûrê wê bide, ew jî ne xuyayî ye.
Helbet, pirsa Kurd ne pirseke usa
piçûk e ku bikeve çarçuva "mafên þexsî", heya ne jî statuya
hûrgelan têra çareserkirina vê pirsê dike. Ev pirsa milletekî
mezin e bi nifûseke 40 mîlyon û bi welatekî parçebûyî. Milletê
me va ye bi salan e di Tirkîyê, Îraq, ¢ran û Sûrîyê da ji
bo serbestîyê ber xwe dide, þoriþên mezin dike. Di dinyayê
da milletê ku qasî me di rîya azadîyê da bedêl daye û hatîye
êþandin kêm e.
Nîvîyê milletê Kurd, qasî 20 mîlyonî
li Kurdistana Bakûr û di nav sînorên Tirkîyê da dijî.
Heya ku ev pirsa mezin çareser
nebe, gelo aþitî û demokratî dikare bê Tirkîyê, mafên mirovî
bi cî tên? Heya ku ev pirs çareser nebe, Tirkîye dikare heyîyên
welat ji bo pêþveçûnê bi kar bîne? Ewrûpa Tirkîyê bi serêþîyeke
mezin wek pirsa Kurd digire nav xwe?..
Xuya ye herkesek, berî hemûyan
jî rêvabirên dewleta Tirk bi xwe, divê pirsa Kurd veneþêrin,
gor giranî û mezinahîya xwe li ber çav bigrin. Çareserkirina
vê pirsê him ji bo gelên Kurd û Tirk, him ji bo heremê, him
jî ji bo Yekitîya Ewrûpa þert e û bi feyde ye. Çareserî jî
li ser bingehê wekhevîyê û gor heqî û rastîyê dibe.
Em wek Partîya Sosyalîst a Kurdistan,
bi salan e ku ji bo çareserîyeke usa heqnas û himçax dixebitin,
þiklê wê jî federalî ye ku herdu gel dikarin li ba hev bijîn.
Birêz...
Ji ber ku di vê Pelgê Þirîkatîyê
da pirsa Kurd gor giranî û mezinahîya xwe cî ne girtîye, heya
navê xwe jî ne hatîye gotin, gelê Kurd gelek êþîyaye.
Qe nebe di þiklê dawî da bila ev
neheqî bê rakirin, bi taybetî di civîna bilind a Nîsê (Nîce)
da daxwazên Kurdan di vê pelgê da bên cîkirin.
Bi mîlyonan Kurdên nefîbûyî û koçkirî,
bikaribin vegerîn welatê xwe, zirarê wan bê dayîn û birînên
wan bên dermankirin.
Bi zmanê kurdî radyo û têlevîzyon
serbest be û bila dewlet bi xwe jî, çawa bi zmanê Tirkî dike,
bi zmanê Kurdî jî weþanê bike. Ji ber ku em jî beþ û salmeyan
didin.
Xwendina îcbarî ya pêþîn bila bi
zmanê Kurdî jî bibe. Her usa jî bi zmanê Kurdî lîse, zanîngeh
û mektebên teknîk û meslekî vebin
Bila partîyên Kurd jî serbest bin.
Bi guhartina Qanûna Esasî bila
nav, hebûn û heqê Kurdan bêne qebûlkirin.
Birêz...
Em piþtgirîya we dixwazin ji bo
20 mîlyon Kurdê Kurdistana Bakûr û Tirkîyê, ku ji hemû heqên
netewî bê par in, heya zmanê wan jî hatîye qedexekirin.
Me ji bîr ne kin!
Bi silav û hurmetên min..
Kemal Burkay
Sekriterê Giþtî
Partîya Sosyalîst a Kurdistan
|