Nasnama
Kurd û Kampanyayeke Şaş..
Dorberên PKK bi navê “naskirina
nasnameya Kurd“ li Ewrûpa kampanyayek vekirin. Lê tiştê
balkêş ev e ku, naskirina nasnama Kurd ne ji Tîrkîyê,
lê ji welatên Ewrûpa tê xwastin. Ev kampanya her usa jî li
ser gelek beyanên şaş avabûye.
Bê şik Kurd dikarin
ji welatên Ewrûpa jî gelek tiştan bixwazin. Îro li welatên
Ewrûpa ji mîlyonî zêdetir Kurd heye. Li van welatan ji bo
koçberan û hûrgelan gelek mafên baş hene. Wek xwendina
bi zmanê dayik, weşana radyo û TV bi zmanê dayik, şêwirdarî
di sazîyên resmî da û hin heqên civakî yên dinê. Kurd jî dikarin
gor çarçuva van heq û azadîyan naskirina nasnama Kurd ji Ewrûpîyan
bixwazin. Heya nuha rêxistinên Kurdan, wek KOMKAR’ê û Federasyona
Komelên Kurd li Swêdê di vî warî da gelek kar û xebat kirin
û hin tişt jî bi destxistin. Evana kar û xebatên hêja
ne.
Di qonaxa teze da ku Tirkîye
dixwaze bibe endamê Yekitîya Ewrûpa, ev kar û xebatên han
divê bi awayekî firehtir bêne kirin.
Lê divê Kurd berê vê kampanyê
berî hemûyan bidin Tirkîyê. Bi taybetî di van rojan da, ku
li Tirkîyê ji bo guhartina Qanûna Esasî hazirîyek heye. Divê
Kurd dengê xwe bilind bikin, bixwazin ku nasnama Kurd di Qanûna
Esasî da cî bigre û heqê kurdan bêne naskirin. Bona vê yekê
jî divê dewleta Tirk dev ji sîyaseta berê ya zordestî û asîmîlasyonê
berde, rastîyê, ango hebûna Kurdan qebûl bike û êdî dil bike
ku heqê Kurdan nas bike, vê pirsê li ser esasê wekhevîyê çareser
bike.
Divê Kurd berî hertiştî
naskirina nasnama xwe ji Tirkîyê bixwazin. Her usa jî, di
vî warî da daxwazên xwe bigihînin welatên Ewrûpa, ku ew li
Tirkîyê zextê bikin. Lê dema Kurd ji Tirkîyê vî tiştî
nexwazin, heya dev ji daxwazên xwe yên esasî berdin û nasnama
xwe tenê ji Ewrûpîyan bixwazin, hingê xelk bi merivan dikene.
Di vê kampanyaya PKK da,
her usa jî gelek şaşîyên dinê têne kirin. Yek ji
wan ev e ku, PKK nîşan dide wekî temamîya rêxistinên
Kurd û tevgera Kurd li Ewrûpa hatîye qedexekirin. Ji Kurdan
jî dixwaze ku bêjin “ez jî yek ji endamê PKK me, PKK serbest
bikin û nasnama Kurd nas bikin!“
Berî hertiştî divê
bê gotin ku, heval û alîgirên bi dehan partî û rêxistinên
Kurdan ji çar parçeyê Kurdistanê û bi dehan komele û sazîyên
Kurdan ku li welatên Ewrûpa sazbûne (wek federasyon, enstîtû,
fond û hwd) di van welatan da bi serbestî kar dikin. Bi serbestî
civînan çêdikin û tevî civînan dibin. Bi taybetî partîyên
wek KDP-Iraq, YNK, PSK û KDP-Îran gelek pêvendîyên xwe yên
dîplomatîk hene. Serok û nûnerên wan gelek caran bi şiklekî
fermî hatin dawetkirin, tevî civînên Parlamena Ewrûpa bûn
û qisekirin. Hîn çend roj berê KOMKAR’ê li Elmanya komcivîna
xwe ya 17. çêkir û Serokkomarê Elmanya Johannes Rau û serokwezîrê
gelek eyaletan jê ra pîrozbahî şandin. Par jî Serokbajarê
Londonê, xebata xwe ya ji bo hilbijartinê bi civîneke li KOMKAR-Londonê
dest pê kiribû.
Ji vê jî xuya ye ku sazîyên
Kurd li Ewrûpa ne hatine qedeqekirin û gelek welatên Ewrûpa
êtibareke baş didine wan. Yê ku hatîye qedexekirin tenê
PKK ye û ew jî di rûbarî şaşîyên xwe da usa bûye.
Ma li dinyayê kîjan dewlet qebûl dike û serbestî dide rêxistineke
han, ku kuştina merivên sîwîl û bêgune, avêtina bombeyan,
şewitandina komel û avahîyan ji xwe ra kirîye adet?.
Serda jî ev tişt bi piranî dijî şoreşger û
welatparêzên Kurd hatine kirin.. Ew tişkê ku PKK li Ewrûpa
kirin ne gor aqilan bû û zirara xwe ne ku tenê da PKK, lê
da tevgera Kurd bi giştî û êtibara Kurdan li dinyayê
gelek daxist.
Helbet, heqê PKK ye ku
ji van welatan serbestî bixwaze. Em jî dixwazin ku PKK li
van welatan bi serbestî kar bike; lê karê demokratîk.. Ew
jî wek herkesî bikaribe bi navê xwe sîyasetê bike. Lê ne ku
serbestîya kuştina xelkê, êrîşa ser welatparêz û
demokratan..
Mixabin, PKK van kiryarên
şaş hîn jî didomîne. Hîn par li Londonê endamekî
KOMKAR’ê birîndar kirin. Middetekî berê li Swîsrê êrîşî
ser heval û dostên me kirin û çend kes birîndar kirin. Li
Bêrlînê êrîşî ser Rizgarî kirin. Dîsa li çend cîyan êriş
birin ser civînên rêxistina Kawa û li vir û wê kesên ku ji
wan cuda bûbûn tehdît kirin, heya lêdan, birîndar kirin.
Bona vê yekê jî, divê PKK
û hevalbendên xwe berî hertiştî dev ji van şaşîyan
berdin, li welatên Ewrûpa tiştê usa xirab nekin, pêvendîyên
xwe bi hêzên dinê ra bi şiklekî demokratîk rêva bibin.
Her usa jî nasnama Kurda
tiştekî din e, pirsa PKK tiştekî din. Dema meriv
nasnama Kurd bixwaze, şiklê wê ne ew e ku bêje “Ez jî
endamê PKK me.“ Gotin û beyaneke han tesîra daxwaza nasnamê
sist dike. Hemû Kurd ne endam û hevalbendê PKK ne û ne şert
e ku bibin jî. Bi taybetî di qonaxa teze da, ku piştî
Ocalan kete destê Tirkan, wî û PKK dev ji hemû daxwazên Kurdan
yên bingehîn berdan û ji xwe ra rêyeke teze hilbijartin, gor
dilê dewleta Tirk...
|